Kerkûkî: Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe

K24 – Hewlêr

Endamê Polîtburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê û Fermandeyê Enîya Başûrê Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî ragihand ku divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe.

Di hevpeyvînekê de ligel kovara The National Interest, Kemal Kerkûkî behsa êrîşên DAIŞê bo ser rojavayê Kerkûkê dike û dibêje: “Dema DAIŞê êrîşî rojavayê Kerkûkê kir, hêzên Iraqê çendîn çek û teqemeniyên girîng ji DAIŞê re bicîh hîştin, di nav wan de antî tank jî hebûn, herwiha çendîn otomobîlên girîng jî bo DAIŞê bicîh hîştin.”

Li ser rewÅŸa niha ya Iraqê jî Kerkûkî wiha diaxife: “Niha Iraq di warê pêkhateya civakî de parçe bûye, baÅŸtirîn çareserî jî bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, parçebûna Iraqê ye bo sê welatên serbixwe. Ji ber eger Iraq wek yek welatî bimîne her alîyek êrîşî aliyê din dike, loma divê Iraq bibe sê welat, welatek ji Kurdan re be, du welatên serbixwe jî bo Erebên Sune û Şîe.”

Kerkûkî behsa firotina petrola Kurdistanê jî dike û wiha dibêje: “Niha Kurd ligel DAIŞê di ÅŸer de ne, loma divê rê ji me re bê dayîn daku em bi xwe petrola Kurdistanê bifroÅŸin, da em bikaribin rewÅŸa aborî ya Herêma Kurdistanê baÅŸ bikin, herwiha ji bo rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bînin.”

Kemal Kerkûkî tekez dike ku niha Herêma Kurdistanê aramtirîn parçeyê Iraqê ye û axaftina xwe wiha diqedîne: “Niha nêzîka 2 milyon koçberên Iraqê li nav axa Kurdistanê bicîh bûne, di nav wan de Mesîhî jî hene ku ji ber DAIŞê derbider bûne, vê hejmara zêde jî rêjeya daniÅŸtvanên Herêma Kurdistanê ji sedî 29 zêde kiriye.”
K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *