KAXİZA TURNÛSOLÊ

Pirsgirêka Kurd, mîna kaxiza turnûsolê, rast û xwarîya fikir û ramanên kes û sazîyên civakê ji hev cuda dike.

Li himber pirsgirêka Kurd kes û sazîyên musluman, çep, sosyalîst, demokrat û wd. ku helwestek rast û li gorî bawerîya xwe rê bide, bi bawerîya xwe re samîmî ye.

Ku merov li civaka muslumanan mêze bike, gel û dewletên wan, gava mijar ku kurd be, îslam tê bîra wan û bi yek dengî: “Divê musluman perçe nebin ummet hemî birayên hev in” dibêjin.

Gava behsa maf û azadîya gelê Kurd dibe, dibêjin: “Ev lîstikên Yahûdi û dijminên îslamê ne!”

Bi ser de jî rêxistinên terorîst, tundrew û hov ava dikin û bi navê îslamê êrîşî Kurdan dikin.

Li gor mantiqê van terorîstên hov, divîya êrîşî dewletên ne musluman, emperyal û Yahûdî bikirana: -Ne ku ez dibêjim bila êrîşî wan bikin; na, lê ez dixwazim mantiqê wan bidim nasîn-

Divîyabû ku ji berdêla êrîşî gelê Kurd yê mazlûm, bindest û belengaz bikin, ma ne qaşo divîyabû êrîşî dewletên `kerxanecî, qumarcî, meyxanecî` bikirana.

Ji berdêla ku êrîşî gelê Kurd dikin, divîyabû êrîşî dewletên ku bi her awayî teslîmî emperyalîstan bûne bikirana….

Ku qala Kurdan hat kirin, li gor ku Xwedê di sûretê “HUCURAT”, di ayeta 13`an de gotiye (1): “Kes, helwesta xwe nîşan bide, Musluman e.”

Kes an sazî divê ku bêje: “Xwedê Kurd jî afirandine. Kurdî jî mîna her zimanê li ser rûyê dunyê ji ayetên Xwedê ye. Divê him mafê netewî û him jî mafê kesane yên gelê Kurd jî mîna mafên her netew û her kesî be!”

Lê ku ew mafê Kurdan red bikin, bê guman ew `muşrik`in.

Ku li gorî sosyalîstî an demoqratîyê, `divê her gel qedera xwe bi destê xwe tayin bike` tê qebûl kirin.

Lê gava ku Kurd bên rojevê, kes û sazîyên vî mafî qebûl neke, ne demoqrat, ne sosyalîst û ne jî mirov in.

Her gel karin qedera xwe bi xwe tayin bikin, lê Kurd na; ew maşika mêtinkaran e!

Ev çawa mantiqekî çewt û beradayî ye! Mixabin, hinek sazî û kesên qaşo Kurd jî vê helwestê nîşan didin! Ewqas netew-dewletê ku li ser rûyê dunyê hene ku tev xerab û pîyonên emperyalîstan be; bila ya Kurd jî yek ji wan be!

Kurd jî bila bibin xwedî dewlet û  ji hina balafiran, ji hinan tangan, ji hinan topan, ji hinan teknolojî û wd wergirin; ku ev pîyonbûn be, ji xwe tevdê dewletan pîyonên hev in: Bê çawa kes bi tena serê xwe nikaribe bijî, dewlet jî wisa ne!..

Pirsgirêka Kurd, di Rojhilata Navîn de, mîna kaxeza turnûsolê, samîmîyet û rastîya hemi kes netew û sazîyan test dike: Kî musluman e, kî muşrik e, kî demoqrat e, kî faşîst e, ji hev cuda dike.

Di vê mijarê de, yên samîmî faşîst in, ew jî faşîstîya xwe qebûl nakin….

 

(1)”Ey insan; bê guman me hûn ji mêr û jinekê afirandîye. (Adem û hewa) Ji bo hûn hev nas bikin, me hûn kirin gel û qebîle. Bi rastî yê herî qencê we, yê bawerîya wî bi Xwedê zêdetir e. Xwedê dizane û haydare!”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir