Zinar SORAN
“Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” qîma xwe bi ”girtiyên siyasî yên Doza 49an ji dervî efûya giştî hiştibûn” neanî û piştî mudaxeleya leşkerî ya 27ê gulana 1960î bi çend rojan, di 1ê hezîrana 1960î de ji gelek navçeyên Kurdistanê 485 axa, şêx, serokeşîr û kesayetên kurd ku di nava civakê de xwedî bandor bûn kom kirin û weke hêsîr xistin Kampa Sêwasê.
Ev bûyer helwestek vekirî ya li dijî miletê Kurd bû; nîşanek eşkere ya berdewamîya siyaseta resmî ya dewleta Tirkiyeyê bû ku bi salan li dijî miletê Kurd dihate meşandin. Bi vê bûyerê carak din diyar dibû ku dê di siyaseta resmî ya dewletê ya li hemberî kurdan de tu guherandin çênebe; berevajiyê vê, dê li hemberî şiyarbûna neteweyî û niştimanî hinek tedbîrên taybetî û hişktir bêne girtin.
Di ”Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” de, Alpaslan Türkeş û 13 hevalên wî li hemberî pirsa kurdî, bi awakî vekirî xwedî helwestek nîjadperest, hişk û dijwar bûn. Gotinên endamên ”Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” yên digotin ku “eger me Tevgera 27ê Gulanê pêk neanîya, wê welatê me perçe bibûya. Ji ber vê yekê 27ê Gulanê pêwîst bû”, armanc û planên karbidestên cûntayê diyar dikir. (5)
Di vî warî de noqteyek balkêş jî di awayê girtina wan 485 kurdan û derxistina ”Qanûna Sirgûnê ya hejmara 105an” de hate dîtin. Beriya ku “qanûna sirgûnê” bê derxistin, di 1ê hezîrana 1960î de 485 kurd ji gelek navçeyên Kurdistanê hatibûn girtin û xistibûn Kampa Sêwasê. Ew kes şeş mehan li wê kampê weke hêsîr hatin girtin. Piştî şeş mehan, ji nav wan 55 kes hatin neqandin û dawiya mayî hatin berdan. Lê di 18ê çiriya pêşîn ya 1960î de jî ”Qanûna Sirgûnê ya hejmara 105an” ji aliyê ”Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” hate derxistin. Bi gotinek di nav xelkê de, “pêşî minare hate dizîn û dûvre kirasek li gor wê hate dirûtin”.
Ew 55 kes hemû ne şêx û axa bûn. Kesayetên rewşenbîr û zane yên di nav civakê de xwedî bandor û qebûlbar jî hebûn. Ev jî bi awakî eşkere diyar dikir ku armanca cuntaya leşkerî ya esasî ew bû ku ”çavê miletê Kurd bitirsîne”; pêşî li ber pêşketinên ku dikare li Bakurê Kurdistanê rû bidin bigire; ew kesên ku dikarin bi awayên cûr be cûr li ser civata Kurd tesîr bikin û di pêşerojê de ”probleman” ji dewletê re derxînin, bê tesîr bikin û bi hinek tedbîrên cûrbecûr tevgera kurdî demeke din jî bêdeng bihêlin. Tirsa karbidestên dewleta Tirkiyeyê ne hew ji bo wê rojê bû, wan ji bo pêşerojê jî tedbîrên xwe distendin. Jixwe di hinek rojnameyên tirkan de, ev armanc bi awakî eşkere hatibû nivîsandin. Di rojnameya “Öncü” ya 23ê çirya pêşîn a 1960î de, li ser pêwîstiya ”Qanûna sirgûnê” weha hatiye nivîsandin:
“Di pêwîstîya derxistina qanûna cîwarkirina mecbûrî de, bi taybetî li ser berfirehbûna axatî û şêxîtiya ku li wîlayetên me yên Rojhilatê û zilma wan ya li ser xelkê tê rawestandin. Li gor agahdariyên ku têne dayin, li wîlayetên Rojhilatê di van salên dawî de, ji bo damezrandina komareke kurdî hinek kesan hewl didan. Herweha, di nav pêwîstîyan de bi awakî eşkere dihate gotin, ku rêxistinîya kurdîtiyê ya ku serê benê wê dighêje Îran û Iraqê, armanca li Tirkiyeyê lîder û serokan têbighîne dabû pêşiya xwe”. (6)
Ew 55 kes di çeleya pêşîn ya 1960î de li gorî ”qanûna sirgûnê ya 105an”, li wîlalayetên Antalya, Burdur, Îzmîr, Muğla, Afyon, Isparta, Manisa, Çorum, Denizlyê de hatin bicihkirin. Ew bi qasî du sal û nîvan ji welatên xwe dûr, derbeder û mihacir man. Li ser vê rewşê, bi navê Av. Faîk Bucak û Kinyaz Kartal broşurek hate belav kirin. Di vê broşurê de li ser neheqiya ku li wan hatiye, derbederî û perîşaniya ku wan û malbatên wan kişandine hatiye rawestandin. Ji agahdarîyên di vê broşurê de diyar dibe ku ew di dadgehê de ”bêguneh” hatine dîtin û berat bûne. Lê biryarên dadgeha dewletê jî karbidestên cûntayê tatmîn nekirîye. Di broşurê de, li ser derbederî, zahmetî û perîşanîya wan 55 kesan û malabtên wan ditine; sedem û helwesta hukûmetê ya li dijî wan, weha hatiye nivîsîn:
“Em ew kesên ku li seranserî welêt bi navdarîya 55an gihaştine şohretek ku em ne bi dû debûn, îro tam dibe du sal û çar meh in ku ji cîwarên xwe veqetiyane.
Derbaskirina du sal û çar mehan ne bi zimên, ne bi dil û ne jî bi hiş hêsan e… Hinek ji me zarokên wan mirin, nikaribûn biçin bibînin. Hinek ji me birayên wan mirin, nikaribûn li ber serê wan rûnin. Malbatên me derbeder û perîşan bûn. Mirovên me yên birîndar, bi birînên xwe yên xwûn jê diherikîn gazî zarokên xwe yên nû hatibûn dinyê dikirin: `Sirgûn`, `cîwarkirin`, `mihacirî`…
Di destpêkê de dikare bê texmîn kirin ku em bi awakî hîsî dipeyivin. Em sedemên vê pirsgirêkê rêz bikin:
Gelo sedemên bêşansî û felaketa 55 kesan, ji bo eslê wan kurd bûn?
Gelo ji bo em hemû ji Partiya Demokrat (DP) bûn? Em 55 kes hemû ji “DP”yî ne. Lê li Tirkiyeyê bi milyonan “DP”yî hene. Ji bo çi ew jî weke me nehatin sirgûn kirin?
Em rastiyek din jî bînin zimên. Em 55 kes hemû ne axayên xwedî zevî ne. Piraniya me ji bo ku xwe li mihacirîyê xwedî bikin, emeletiyê dikin. Piraniya me nîvtêr, nîvbirçî digerin. Ma axatiya erdan/zeviyan ev e?
Di nav me de tenê erdê 6 kesan hene. Ev erd jî ne bi qasî ku tê xeyalkirin û texmînkirin mezin in….
Em alîgirên reforma erdê ne. Me ev çend caran dabû diyar kirin. Divê ev, li tevayê welêt, bê cihêtiyekê di nava kes û derdoran xîne, li gor qanûna bingehîn û şertên welêt bê kirin… Reformeke ku ne ji bo tevayê welêt, li gor hukmê hejmara 105an ya qanûna bêhukum ji me dest pê bike û erdê me ji dest me bê girtin, em ê vê yekê weke zulmekê îlan bikin; ne wekhevî diyar bikin, erîşek li dijî mafên mirov îlan bikin… Ronakbîrên tirkan, em we hakimên doza xwe tayin dikin.”
Navên van 55 kesên hatibûn sirgûn kirin ev bûn:
1- Îbrahim Abikoğlu, 2-Heci Topo Aktoprak, 3- Zeki Bayar, 4- Faik Bucak 5- Îsmail Hakki Bucak 6- Hecî Alî Bucak 7- Mehmed Cemal Bucak 8- Mithat Bucak 9- Hasan Abik Bucak 10- Ali Abik Bucak 12- Reşit Çeçan 13- Mehmet Dal 14- Abdulkadir Ekinci 15- Ebubekir Ertaş 16- Mahmut Ertaş 17- Bahattin Erdem 18- Abdurrezak Ensarioğlu 19-Said Ensarioğlu 20- Şêx Ali Firat 21-Şêx Selahattin Firat 22- Şêx Hiyasettin Firat 23- Şêx Ahmed Firat 24-Mehmet Fuat Firat 25- Faruk Fuat Firat 26- Mehmed Emin Firat 27- Helil Firat 28- Ömer Firat 29- Hiyasettin Firat 30-Huseyn Îleri 31-Zeynel Abidin Inan 32- Mistefa Işik 33- Kinyas Kartal 34- Abdulbaki Karat 35- Hemid Kartal 36- Bala Kartal 37- Şêx Mehemed Emin Karadeniz 38- Cemil Küfrevi 39- Zeki Cemil Küfrevioğlu 40- Abdulbaki Karakuş 41- Feyzullah Keskin 42- Mehmet Kayalar 43- Abdullah Öztürk 44- Ferzende Öztürk 45- Osman Öztürk 46- Köroglu Öztürk 47- Şamil Peker 48- Sait Ramanli 49- Kutbettîn Septioğlu 50- Zeynel Turanli 51- Cafer Yağızer 52- Mecid Yalçin 53- Derveş Yakut 54- Kazim Yildirim 55- Suleyman Yildirim. (7)
Di nav van 55 kurdan de, teva gelek kesên rewşenbîr û welatparêzên ku di nav civata kurdan de xwedî rol û qebûlbar bûn; hejmarek zêde ji wan ji malbata Şêx Seîd û Bucakan bûn. Yek ji wan 55 kesên hatibûn sirgûnkirin Faîk Bucak bû ku ew dê dûre weke damezrîner û serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) derkeve pêşiya me.


