Jiyana Faîk Bucak ya Hakimtî û Avûqatîyê

Zinar SORAN

Faîk Bûcak di payiza 1945an de xwendina xwe ya li Zanîngeha Hiqûqê temam dike. Di 17ê Cotmeha 1945an de jî kurê wî Serhat tê dinyê û navê wî Yusuf Serhat datîne.

Av. Faîk Bûcak piştî xwendina xwe ya zanîngehê temam dike, vedigere Swêregê. Piştî peryoda eskerîya xwe temam dike jî ew serî li “stajîya hakîmtîyê” dide. Daxwaza staja wî ji alîyê ”Wezareta Dadê” ve tê qebûl kirin û weke Hakimê cîgir tayina wî derdikeve Antakyayê. Ew bi malbata xwe li wê derê bi cih dibe.

Piştî Antakyayê tayina wî derdikeve qeza Gurunê ya Sêwasê. Sertac di 10ê çileya 1951ê de li qeza Gurunê tê dinyê. Navê wî Şevket Sertac datîne. Navên Yusuf û Şevket, navên du heval û hogirên Faîk Bûcak in. Ew herdu heval û hogirên wî di temenekî gelekî zû de wefat dikin. Ew jî weke hezkirîn û rêzgirtina wan herdu hevalên xwe, wan navan li pêşîya navê Serhat û Sertac datine.

Li ser pirsa Musa Anter ya di derheqê navên zarokên wî de, Av.Faîk Bûcak weha dibêje:

”Serhat zîrveya çiyayên biling yên Kurdistanê îfade dike; Sertac navê taca rizgarîya miletê Kurd yê bindest e; Zozan jî navên zozanên Kurdistanê ye…”

Di cotmeha 1951ê de jî zaroka wî ya çaran tê dinyê. Ew dixwaze navê wê DELAL dîne; lê lawê xalê wî Mistefa Remzî Bucak dixwaze navê metka xwe, ango diya Faîk Bûcak Qudretê lê bike û ew bi xwe dihere li nifûse navê wê weke ”Kudret” qeyd dike.

Di sala 1952an de, bi alîkarîya M. Remzî Bûcak tayina Faîk Bucak derdikeve qeza Kozanê ya Edenê. Piştî demekê, Faîk Bucak dixwaze ji hakimtîyê îstifa bike û dest bi avûkatîya serbest bike.

Di wê navbênê de, di Hezîrana 1955an de li girtîgeha Kozanê mahkûm dest bi îsyanê dikin. Di dema îsyanê de ew bi rapor li Swêregê ye. Ji bo navbênçîtîyê gazî wî dikin û bi navbênçîtiya wî ew îsyan bi dawî dibe. Lê hikûmeta Partîya Demokrat Faîk Bucak bi alîkarîya vê îsyanê tewanbar dike û wî sirgûnî qeza Hadimê ya Konyayê dike. Li ser vê biryarê, Faîk Bûcak ji hakimtîyê îstifa dike û li Edenê dest bi avûqatîyê dike. Di dawîya sala 1955an de jî Faîk Bûcak vedigere Swêregê û li wê derê weke avûqatê serbest dixebite.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *