Jı bona ciwanên Kurdistanê ceribandinek: Doz û Parêznameya TEVKURDê

“Mafê dadgeha we tune ye ku kurdan û me dadgeh bike”

Îbrahîm GUÇLU

Duho (17. 06. 2008), Li Rihayê Doza TEVKURDê dest pê kir. Di dadgehê de şerekî dijwar yê siyasî û hiqûqî hat rojevê. Ez dikarim bibêjim ku şerê li dadgehê pêk hat wek şerê gladyatorên li Romayê bû. Li dadgehê dadwer û dozger nedizanîn ku çi bikin, jêbere wan xetab bibû, seri her 5, an jî 10 deqîqeyan cerekê mecbur dibûn ku biryarên xwe biguherînin. Her biryara nû jî, bi xwe re nekokî û bê hîqûqeyeke nû dianî.

Wek min li mehkemeyî jî diyar kir 40 sal e ku ez li dadgehên sivîl û leşkerîz dadgeh dibim, min tevlihevîyek û sewiyeke nizm ya wûsa nedîtî bû. Dozgerên leşkerî qasî dozgerê dadgeha Rihayê nedikarîn ku dewletê temsîl bikin û derkevin derveyî hiquqê.

Dozger ne dixwest ku em parêznameyên xwe pêşkêş bikin. Dozger bîrûrey û rexneyên li hemberî xwe, wek heqeretekê şirove dikir.

Di encamê piştî şerekî dijwar ya hiqûqî û siyasî, me parêznameyên xwe pêşkêş kirin.

Dîsa di mehkemekirina me de derket holeyê ku dadgeheke gelek bê ceribandine. Xuya ye ku li dadgeha Rihayê heta nûha helwesteke wusa siyasî û hevmişterek a kurd û kurdistanî nehatibû holê. Ev bê ceribandina di pirsa kurdî û wergerê kurdî de jî gelek aşkere derdiket pêş. Ji bona wergerê kurdî jî gelek minaqeşeyên dijwar pêk hatin. Piştî biryarê ji bona ku wergêr nikarî wî karî bimeşîne, parêzer Sabahaddîn KORKMAZ xwe ji parêzeriya min vekişand, wegerî pêk anî.

Min bi kurdî devkî û nivîskî, Fuad Onen û Arîf Sevînçnç tirkî û niviskî, Eyyûp Karageçî û M. Kemal Oguzlu jî devkî parêzname pêşkêşî dadgehê kir.

Ji bona guhertina di xala 301-an ya Qanûna Cezayê de pêkhatibû, di derheqê Fuad Onen û Sidki Zîlan de biryara rawestandina dagehkirinê hat girtin û ji bona ku îzin ji wezîrê dadê bê girtin, dosya ji wezîr re hat şandin. Ev biryara bû sedem ku Sidki Zîlan, nikare parêznameya xwe pêşkêş bike.

Ez di wê baweriyê de me ku piştî diruşmeyê dadwer û dozger dê ji xewneke kûr rabin. Bi rojan nikarin ku ji şoka dadgehê xelas bibin û dê bi rojan mihasebeye vê dadgehê bikin.

Ev dadgeha bû dadgeheke dirêj. Mehkemeyê, nêzikî 6 seatan dom kir.
Parêznameya min bi kurdî ye û ez pêşkêş dikim.

* * * * *

“Em dijminê gelê tirk nînin. Eger em dijmin bin, em dibin dijminê dewleta kolonyalîst. Dadgeha we parçeyek ji dewleta kolonyalîst e. Dadgeha we ji bona vê, li ser navê dewleta kolonyalîst me dadgeh dike û li dijî neteweya kurd e. Ji bona vê mafê dadgeha we tune ye ku kurdan û me dadgeh bike…”

JI DADGEHA CEZAYA ASLÎYEYÊ YA 3-EMÎN A RIHAYÊ RE,

Em, wek berpirsiyarên “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd/TEVKURDê” di qonaxeke gelek girîng de tên dadgeh kirin. Wek tê zanîn di 27-ê Nîsana 2007-an de li Tirkiyeyê, ew rojên li Kurdistanê daîmî neasayî, li Tirkiyeyê jî bi giştî bû konseptekê. Sererkaniya Tirkiyeyê, di 27-ê Nîsan a 2007-an de darbeyeke modern ya e-postê pêk anî. Sedema vê darbeya leşkerî ew bû ku kesekî ji derveyî desthilatdariya elîtîk ya bûrokrasiya leşkerî û sivîl nebe serokkomar. Lewra ji derveyî elîta dewletê li ser navê Partiya AK-ê Evdillah Gul dixwast ku bibe serokkomar. Ev darbeya leşkerî ya post-modern, pêle pişkovê dabû ku dezgehên dewletê yên desthilatdar bi tevayî bi awayekî nû û gorî şertên nû derbasî hereketê bibin. Lewra wusa diyar bû ku guhertinên piştî şerê-sar û ji holêrabûna du-sîstemî derfet nedida leşkeran ku wek berê darbeyên leşkerî yên vekirî pêk bînin. Êdî bi awayekî nû û bi awayekî post-modern pêvajoya darbeyên leşkerî dest pê kir.

Ji bona vê piştî leşker û an jî li cem sererkaniya Tirkiyeyê dezgeh û hêza xurt dadgeh in, dadgeh derbasî hereketê bûn. Dadgeha Destûrê/Makezagonê biryar girt ku heger di destpêkê de di Meclîsê de 367 parlamentêr amade nebin, hilbijartina serokkomar nikare dest pê bike. Ev bû sedem ku li Tirkiyeyê qrîzek derkeve holê. Ev car desthilatdariya Partiya AK-ê di Makezagonê de guhertin kir û biryar da ku serokkomar bi reya gel bê hilbijartin. Ji bona vê jî hem biryara hilbijartina giştî pêk hat û hem jî serokomar bi dengên gel hat hilbijartin. Partiya AK-ê di hilbijartina giştî de ji % 47 deng wergirt, gelek bi xurtî jinûve bû hikumet.

Lê hilbijartina giştî, lîstika demokrasiyê, hikumetbûna Partiya AKP-ê pêvajoya darbeya leşkerî ji holê ranekir. Ev pêvajoya piştî ku hikumetê çêkirina Makezogoneke nû da aliyekî, bes di du xalên Makezagonê de (xala 10, 40) girêdayî pirsa tûrbanê guhertin pêk anî, ev pêvajoya darbeyê û desthilatdariya dewletî ya bûrokrasiya sivîl wezîfa xwe anî cî.

Pêşî partiyên dewletê CHP-ê û DSPê ku ew beşek ji dewleta elîtîk in, ew jî li Tirkiyeyê bi awayekî xwediyê rola sererkaniya Tirkiyeyê ne, ji bona ku ev xalên di Makezagonê de bên îptal kirin, li Dadgeha Makezagonê doza îptalkirina ev xalên hatine guhertin vekirin.

Serdozgerê Komarê ya Yargitayê di derheqê Partiya AK-ê de li Dadgeha Makezagonê de doza girtinê vekir. Rewşa ne asayî û awarte li Tirkiyeyê rengekî nû qezenç kir. Li Dadgeha Makezagonê di derheqê Partiya AK-ê de vebûna doza girtinê, bû sedem ku li Tirkiyeyê li ser rol û karektera dadgehan minaqeşeyek xurt dest pê bike.

Ev pêvajoya bi belavokên bûrokrasiya dadgehî û akademîkî hîn rengîn bû. Dadgeha Yargitayê û Daniştayê, Konseya Bilind a Unîversiteyê di belavokên xwe de gelek aşkere diyar dikirin ku Meclîs nikare Makezagoneke nû çêbike û di Makezagonê de guhertin pêk bîne.

Piştî ev darbeya dadgehî, bi biryara Dadgeha Makezagonê ku guhertinên di Makezagonê de pêk hatibûn îptal kir, careke din gelek bi zelalî derket holê ku ev pêvajoya hilbijartinê ya di sala 1946-an de destpêkiriye, wek lîstikeke demokrasiyê, dinya û gel xapandine. Lewra careke din derket holê ku guhertina desthilatdarî, şiklî û hîç tu demekê îradeya gel nebûye desthilatdar û hikumet.

Dîsa vê pêvajoyê derxist holê ku bi maneya hiqûqê dadgeh li Tirkiyeyê hîç bi awayekî serbixwe nînin û li ser navê milet û gelê tirk jî biryar nadin. Dadgeh, dewletê û desthilatdariya dewletê temsîl dikin.

Eger dadgeh di dewleta kolonyalîst ya neteweya tirk de, nikare miletê tirk temsîl bike, gelo dê çawa miletê kurd bikare temsîl bike û li ser navê neteweya kurd çawa bikare biryar bide?

Emê di rêzên pêşî de vê mijarê hîn bi firehî bînin berçavê dadgeha kolonyalîst. Lewra em xwediyê wê reyê nê ku dadgeha we ne meşrû ye, nikare me û kurdan dadgeh bike.

*****

Beriya ku em vê pirsê vekin û diyar bikin, em dixwazin li ser pêvajoya ku em çima li vir in, em behsa wê bikin û rewşê şirove bikin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê di Tebaxa 2005-an de hat Diyarbekîrê û axevtinek kir. Di vê axevtinê xwe de îtiraf kir ku li Tirkiyeyê “Pirsa Kurd” rastiyek e û bi awayekî diyar kir ku divê ev pirsa çareser bibe. Ji bona çareseriya “Pirsa Kurd” jî hîn zêdetir demokrasî û sînorên azadiyan firehkirin, pêşniyar kir.

Piştî ev axevtina serokwezîr, li ser “Pirsa Kurd” gengeşiyeke gelek xurt dest pê kir. Ev minaqeşe û gengeşiyan wek berpirsiyarên kurdan tune ne dom kir û di van minaqeşeyan de kurd wek terefekê nedihatin pejirandin. Ev zîhniyeta desthilatdariya dewleta kolonyalîst ya ku digot “eger li Tirkiyeyê komunîzmê ava bibe, vê yekê emê bikin”, di “Pirsa Kurd” de ji derketibû holê. Rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên tirkan li ser navê kurdan, wek ev pirsa, pirsa wan e, minaqeşe didomandin.

Di vê merheleyê de grubek siyasetvan û rewşenbîrên kurd ji bona ku midaxaleyî vê pêvajoyê bikin û bi hev re ji bona mafên neteweya kurd yên grubî û neteweyî tevbigerin, bangek li hemû siyasetvan û reweşenbîrên Kurdistanê kirin. Encama vê bangê di 4-ê îlona 2005-an de li Enqereyê bi beşdariya bi sedan siyasetvan û rewşenbîrên kurd civîneke giştî, ji reya giştî û çapemenî re vekirî pêk hat.

Piştî hat raqîhandin ku ev civîna dê pêk bê, di çapemeniya Tirk de armanca civînê hat manûpûlekirin û wek ku ew kesên ku dijminên PKK-ê tên cem hevûdu û dixwazin li dijî PKK-ê eniyekê ava bikin. Ev helwesta çapemenî jî derxist holê ku piştî civînê, di derheqê civînê de dozê vebê û li ser civînê spekûlasyonên ne di cîh de dê bên holê. Wusa jî bû. Hem spekûlasyon hatin rojevê û hem jî, ji bona civînê bi tevayî jî nebe, ji bona çar axevtevanên civînê, ji bona A. Melîk Firat, Fuad Onen, Sînan Çîftyurek, Îbrahîm Guçlu doz vebû û nûha jî ev doza li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê dom dike. Ji wan kesan em sê kes nûha jî li Dadgeha Rihayê tên mehkeme kirin.

Di civîna 4-ê Îlona 2005-an de, di çarçewa “Gelo divê Kurd bi hev re çi bikin?” de gengeşî pêk hat û beşdarvanên civînê bîrûreyên xwe pêşkêş kirin. Encama minaqeşeyên gelek dûrûdirêj, ji bona ku kes û hêzên kurdperwer bi hev re kar bikin biryar hat girtin ku “Gruba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî ya Kurd” (Gruba Xebatê) ava bibe.

Gruba Xebatê, gorî biryara civînê, di 27-28. 12. 200-an de li Diyarbekîrê civîna xwe ya 2-êmîn bi beşdariyeke mezintir lidarxist. Bi dehan beşdaran, di civînê de li ser pirsgirêkên Tevgera Bakurê Kurdistanê, li ser hiqûq û modela yekîtiya neteweyî gelek bîrûreyên girîng û dîrokî anîn ser zimên. Beşdaran li ser avakirina meclîsekê, însîyatîfeke sivîl û siyasî, eniyeke neteweyî, hevkarî, partiyeke hevbeş ya plûral, kongereyeke neteweyî, partiya kongreyê rawestiyan.

Di vê civînê de jî biryar hat girtin ku navenda Gruba Xebatê li Diyarbekîrê be û Gruba Xebatê ji bona ku li Kurdisatnê yekîtiya kes û hêzên kurdperwer ava bike xebat bike.
Gruba Xebatê di vê civîna xwe de meclîsek ava kir. Deglerasyonek pejirand, ji reya giştî re pêşkêş kir, çarçewe û pîvanên xebata xwe hîn zelaltir kir. Biryar girt ku xebata xwe bi awayekî vekirî bidomîne.

Meclîsa Gruba Xebatê, girêdayî pêşniyar û biryarên civîna xwe ya giştî ya 2-emîn, biryar da ku li bajarên Kurdistanê û li bajarên metropolê civînên herêmî lidarxe. Di van civînan de beşdariya kes û hêzan zêde bike, li ser bername, hiquq û modela yekîtiya neteweyî pêşniyaran zelal bike. Girêdayî van pêşniyaran bername, hiquq û modela yekîtiya neteweyî derxe holê û ava bike.

Gruba Xebatê girêdayî ev biryara xwe, li gelek bajarên Kurdistanê civînên herêmî pêk anî, di 24. 12. 2006-an de jî li Rihayê civîneke giştî ya herêmî lidarxist. Beriya civînê, Dadgeha Riheyê, bi sedema ku “di civînê de tewana bê kirin” bi lezûbez biryara bi kamereyê şopandina civînê da. Civîn, ji bona ku di saloneke girtî de pêk dihat, biryara hatibû girtin, li dijî hiqûqa heyî ya Tirkiyeyê jî bû. Lewra dadgehên herêmî û dadgeha bilind, gelek biryar dane ku civînên di salonê girtî de pêk tên, nayên şopandin û ji bona van civînan îzin naye girtin. Lêbelê ji bona ku desthilatdar û dadgehên herêmî yên Tirkiyeyê ji hiqûqa xwe ya heyî re jî rêzgirtî nînin, ji derveyî pîvan û rasyonalên xwe jî, gelek bi hêsanî dilivin û biryar digrin.

Ev biryara dadgehê ji bona ku li dijî hiquqa herêmi ya Tirkiyeyê û krîterên YE-yê bû, me jê re îtiraz kir. Lê şopandina civînê ji aliyê karbidestên fermî de, ji bona me pirsgirêkeke girîng nebû. Lewra Gruba Xebatê, vekirî û de factoyî karên xwe dimeşand.

Lê dîsa ev helwesta dadgeha herêmî diyar dikir ku desthilatdariya fermî dê dijiminitiya xwe ya li hemberî neteweya kurd bi dozvekirinê bîne rojevê. Wusa jî bû.
Civîna Gruba Xebatê wek di doznameyê de jî tê diyar kirin, civîna xwe li Rihayê di salona Otela Herranê de lidarxist. Ji gelek bîrûreyên rengîn û cûda kesên rewşenbîr û siyasetvan; jin, mêr, ciwan beşdarî civînê bûn. Di civînê de bi dehan kesan axevtinên gelek girîng û naverok dagirtî; li ser dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, li ser çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd, li ser model û babeta yekîtiyê li Kurdistanê, li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li ser siyaseta serwerî ya dewleta tirk a kolonyalîst li Kurdistanê axevtin kirin.

Civîna Gruba Xebatê ji aliyê gelek polîsan de li hûndir û li derve hat şopandin. Piştî ku civîn qediya polîsan xwestin ku li ser beşdarên civînê terorekê bimeşînin. Lê encama midaxaleya parêzer û berpirsiyarênn Gruba Xebatê polîs di plana xwe de biserneket û mecbur bû ku dev ji terora xwe berde.

Piştî civînê wek me tehmîn dikir û dipa, di derheqê civînê de lêpirsîne dest pê kir. Her çiqas dozgerê Komarê Erhan SAGLAM bîrûreyên gelek kesan negirtibe jî, doz, piştî salek û du mehan, di 29. 02. 2008-an de bi doznameyeke gelek prîmîtîv û ne ciddî anî pêş dadgehê.

Di doznameyê de tê îdia kirin ku me ji dewleta tirk re heqeret kiriye, me xwestiyê ku Kurd bibin dijminên tirkan.

* * * * *

Me, di wê civînê de bi kurdî û tirkî axiftin kir. Axiftinên me yên di dosyayê de ji aliyê polîsan de hatine qeyit kirin, bi tevayî şaş hatine qeyit kirin. Lewra em wek di qeyidên polîsan de hatiye diyar kirin, axeftinên bê qelîte û serûbinî nakin. Axevtinên me gelek vekirî, li hevkirî, naverokdagirtî ne. Em her demê, li her derê jî, ji axiftin û bîrûreyên xwe re xwedî derdikevin, li ber dadgeha we jî bi serbilindî ji fikrên xwe re, ji Gruba Xebatê û xebata wê re xwedî derkevin.

Em dixwazin gelek aşkere diyar bikin ku em xwediyê armanceke ku ji dewleta tirk û ji dezgehên wê re heqeret bikin nînin. Em, di derheqê dewletê de xwediyê tespît û rastiyên sosyolojîk, felsefik, dîrokî ne.

Gelo ev tespît û rastiyan çi ne, em careke din dixwazin gelek vekirî û bi dengekî bilind diyar bikin.

Komara Tirkiyeyê encama têkoşîneke neteweyî ava nebû. Komara Tirkiyeyê gorî şertên destpêke sedsala 20-an ku li Rusyayê sosyalîstan desthilatdarî girtin destê xwe, sinifên serdest ji dewletê dûr xistin; desthilatdarîya dewleta nû ya li Rusyayê ji bona dewletên rojava bû tirseke mezin û xeteriyek, wek projeyeke îngilîzan hat ava kirin.

Beriya ku Komara Tirkiyeyê ava bibe, ji bona ku Kurd di împaratoriya Osmanî de xwediyê statûyekê bûn û berpirsiyarên tirkan M. Kemal û hevalên wî hewcedarî alîkarî û hevkariya kurdan bûn, hebûna neteweya kurd dihat pejirandin û ji kurdan re rêz dihat girtin. Piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, hewcedariya dewletê û neteweya kurd nemabû, hebûna kurdan hat înkar kirin. Mafên kurdan yên neteweyî hatin xesip kirin.

Komara Tirkiyeyê wek dewleteke neteweya tirk ava bû, li ser neteweya kurd û grubên din yên etnikî desthilatdariya xwe ya otorîter, faşîzan, totalîter ava kir. Îdeolojiyeke fermî pejirand, ji derveyî îdeolojiya fermî hemû îdeolojî hatin qedexe kirin. Ol û mezhebeke dewletê hat pejirandin. Ji hemû ol-an re, ji ola xwezayî ya îslamî re jî bû dijmin. Dewlet bû dewleta bûrokrasiya leşkerî û sivîl, hemû sinif û tebeqeyên din hatin red kirin. Dema ku kesekî an jî dezgehekê ji çîn û tebeqeyên din, bi taybetî jî ji çîna karker û tebeqeya gundiyan behs kir, hatin hepis kirin û ceza kirin.

Piştî Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe. Parçeya mezin ya Bakurê Kurdistanê ket bin desthilatdarî, serwerî, bandora Komara Tirkiyeyê. Komara Tirkiyeyê statûyeke kolonyalîst qezenç kir. Lewra hebûna kurdan red kir. Kurdistan dagir kir. Heta siyaseta wê ya kolonyalîst neşibiya kolonyalîzma dewletên modern yên rojava jî. Dewletê modern yên kolonyalîst, statûya welatên kolonî dipejirand, hebûna wan miletan nas dikir, ziman û çanda wan qedexe nedikirin. Bes desthilatdariya îdarî û siyasî dixwastin ku di bin bandor û kontrola wan û mirovên wan de be. Komara Tirkiyeyê statûya Kurdistanê ya kolonî jî qebûl nekir û hebûna miletê kurd red kir û jiyana xwe di bin statûya kolonî de meşand.

Komara Tirkiyeyê ev statûya xwe ya kolonyalîst sed sala ku bi qetlîam û asîmîlasyonê dimeşîne. Ji bona vê dema ku ji karektera dewleta tirk ya qatlîamçêker em behs dikin, em jê re heqeret nakin.

Di vê merheleyê de jî ev karekterên dewleta tirk didomînin. Ji Karektera Dewleta tirk behs kirin, ji bona ku ev dewleta bê guhertin û hilweşandin xebat kirin wezîfeya me ya her kurdekî ye.

Em ji bona azadîya gelê xwe û em ji bona serxwebûn û rizgariya welatê xwe Kurdistanê xebat dikin û têkoşîn dimeşînin. Dema ku em dibêjin ku divê Komara Tirkiyeyê dev ji Kurdistanê, ji welatê me berde ev ne heqeret e.

Dema ku em dibêjin ku ev dewleta, ev meclîsa, ev hikumeta, ev ala, ev dadgehan yên Kurdan nînin, em heqeret nakin, em rastiyên sosyolojîk, fikrî, dîrokî, civakî tînin ser zimên.

Em dijminê gelê tirk nînin û em daxwaz nakin ku gelê kurd bibe dijminê gelê tirk jî. Lê em dibêjin ku neteweya kurd jî ji bona ku qedera xwe tayîn bike, li Kurdistanê desthilatdar be, qasî neteweya tirk û miletên din yên dinyayê xwediyê maf be, serbixwe û azad be, divê ji dewleta tirk xelas bibe, divê ji bona vê jî li hemberî dewleta tirk bi her awayekî meşru têkoşîna xwe bimeşîne. Ev hemû nayên wê wateyê ku em ji gelê tirk re dijmin in, dixwazin ku gelê kurd ji gelê tirk re dijmin be.
Em ji gotina dijmin zêde hez nakin, Lê dema ku ji dijminitî bê behs kirin, em dijminên dewleta tirk in û dixwazin ku gelê kurd jî, bibe dijminê dewleta tirk.

* * * * *

Me, di encama hewildana Gruba Xebatê de karekî pîroz û baş kir. Me Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD) ava kir. Em dixwazin ku biçek jî behsa TEVKURDê bikin.

Meclîsa Gruba Xebatê, xebateke fireh pêk anî. Li bajarên Kurdistanê û li bajarên metropolê, gelek civînên herêmî lidarxist. Bi sedan kes beşdarî van civînan bûn. Di van civînan de li ser bername, destûr, model û hiqûqa yekîtiyê gengeşî pêk hatin û pêşniyar hatin kirin.

Meclîsa Grubê, gorî ev bîrûrey û pêşniyarên di civînên giştî de hatibûn ser zimên, resnivîsa bernameyê û destûrê amade kir. Amadekirina reşnivîsa bername û destûra TEVKURDê bi xebeteke dûrûdirêj pêk hat. Piştî ku reşnivîsa bername û destûrê amade bû, Meclîsa Gruba Xebatê biryar da ku kongreyekê lidarbixe û di wê kongreyê de bername û destûrê bike biryar.

Kongre, li ser hiqûqa kesayetî pêk hat. Berpirsiyarên rêxistin û komeleyan bi fermî beşdarî kongreyê nebûn û wek kesayetî beşdarî kongreyê bûn. TEVKURD, ji aliyê 250 kesê kurdperwer yên serbixwe de hat ava kirin. Gorî destûrê biryar hat girtin ku rêxistinên siyasî û komele û weqifên kurd bibin endamê TEVKURDê.

Kongre, di 25-26. 5. 2007-an de hat bi darxistin. Di kongreyê de biryar hat girtin ku TEVKURD ava bibe. Kongreyê program û destûr pejirand. Kongreyê gorî destûra TEVKURDê, endamên Meclîsê hilbijart. Gorî destûrê Komîteya Rêvebir jî, ji aliyê Meclîsê de tê hilbijartin. Piştî kongreyê Komîteya Rêvebir ji aliyê Meclîsê de hat hilbijartin. Komîteya Rêvebir jî di nav xwe de wezîfe parve kir. Em endamên Meclîsa TEVKURDê nî.

TEVKURD, tevger û rêxistineke yekîtiyê ye. TEVKURD, ji kesan, ji rêxistinan pêk tê. Armanca TEVKURDê ya rêxistinî ew e ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ava bike.
Karektera TEVKURDê di xala 2–emîn ya destûrê de hatiye diyar kirin û wilo ye: “TEVKURD, ji kesên ku ji partî, hewildan, grûb, însîyatîf û saziyan tên û şexsiyetên siyasî yên ku xwedî perspektîfa yekîtiya neteweyî ne û wek hemû miletên medenî li ser xaka xwe bi azadî û serfirazî jiyana neteweya Kurd diparêzin pêk tê.”

TEVKURD, rêxistineke demokratîk a plûral e. TEVKURD, bi riya Kongreyê, Meclîsê, Komîteya Rêvebir ve tê rêvebirin. TEVKURD, xwediyê serok ne, xwediyê berdevik e. Ji cûda reng û fikran pêk te. Armanca rêxistinî û demokratîkbûna TEVKURDê jî di xala 3-emîn ya destûrê de tê diyar kirin: “TEVKURD, ji bo ku hevbeşiyên têkoşîna rizgariya neteweyî derxîne holê û van hevmuşterekiyan bi pêşbixîne û bi gel bide qebûl kirin; ji bo ku hemû fikir, bawerî û hêzên neteweyî, demokrat yên cudareng li gor perspektîfa yekîtiya dew û dozê nêzikî hevûdu bike; ji bo ku çanda yekîtiyê pêş bixe û hemû hêzên welatperwer li gor hedefa bernameya yekîtiyê têxe nava xebat û tevgerê, erk û wezîfe hildigre.

“TEVKURD, di avakirina yekîtiya neteweyî de hevqebûlkirin, rêz û îhtîrama li hember hemû fikir û hêzên neteweyî esas digre. Avakirina Kogreya Neteweyî ya ku îradeya neteweya kurd a hevbeş temsîl bike armanc datîne.”

TEVKURD, rêxistineke legal û îllegal jî nîne. Rêxistineke vekirî û de factoyî ye Lê daxwaz dike ku hem rêxistinên siyasî yên legal (qanunî) û hem jî rêxistinên îllegal (neqanunî) bike endam.

TEVKURD, rêxistineke bêîtiatkar e. Ji bona ku sîstema kolonyalîst ya dewleta tirk bê guhertin, ji hêza gel ya girseyî bawer e, bi “şoreşa sivîl” dixwaze ku guhertinê pêk bîne: Neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar be û hemû mafên xwe yên neteweyî û grubî qezenç bike.

Wek tê zanîn ku li Bakurê Kurdistanê, ji bona statûya Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurdistanê de, dewleta serbixwe, dewleta federal, ozekbûna demokratîk tê parastin.

TEVKURD, di bernameya xwe de mafê çarenivîsiya neteweya kurd diparêze û desthilatdariya neteweya kurd li Kurdistanê bêqeyid û şert dike armanca xwe. Ji bona vê ew kes û rêxistinên ev statûyên cihê diparêzin dikarin bibin endamê TEVKURDê.

TEVKURD, yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê, ji bona xwe wek wîzyonekê dipejirîne. Ji bona vê ji hemû tevgerên beşên Kurdistanê re piştgir û alîkar e. Amade ye ku bi hemû beşên Kurdistanê re pêwendî çê bike û pêwendiyên xwe bi wan re xurt bike. Ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re piştgir e. Ji bona vê jî, li dijî êrişên dewleta tirk û yên cîran bi xurtı derdikeve.

Di TEVKURDê de zimanê fermî kurdî ye. Di kongre û civînên organan de zimanê kurdî bi kar tê. Bi çapemeniyê re bi kurdî û tirkî pêwendî tên meşandin. Daxuyaniyê çapemenî yên zindî dema ku tên bi dar xistin, kurdî tê pêşkêş kirin; kurdî û tirkî bi niviskî daxuyanî tê belav kirin.

*****

Dema ku me dest bi dibistanê kir, me tirkî nedizanî. Wê demê me zanî û fêhm kir ku zimanê me kurdî û bi kurdî perwerdeyî qedexe ye. Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par e û di bin serweriya sîstema kolonyalîst de jiyeneke neçar, kolonî dimeşîne. Weletê me Kurdistan, ji aliyê dewletên kolontyalîst (Komara Tirkiyeyê, Îran, Iraq, Suriye) de bûyê çar parçe. Dewlemendiya welatê me ji aliyê van dewletan de tê bi kar anîn. Gelê me, feqîr û belangaz e. Gelê me û welatparêzên wê dema ku mafên xwe yên neteweyî daxwaz kirine, bi zor û şidet û milîtarîzma dewletê hatine qetil kirin, sirgûn û koçber kirin.

Me, ne heqiyên dewleta tirk, di dibistana navîn û lîseyê de baştir naskir. Pişt re dema ku em bûn xwendavên dibistana bilind, di ser jiyana min re her rojek, hefteyek, mehek, salek derbas bû, me dewleta tirk hîn ji nêzik de nas kir. Me hem qerektera dewleta tirk, hem jî pirsa neteweya kurd û Kurdistanê baş fahm kir.

Wê demê me nas kir ku dewleta heyî, dewleteke unîter û neteweya tirk û kolonyalîst e. Ev dewleta kurdan nîne, dijminê kurdan e. Dema ku dewlet ne dewlete gelê me be, nabe dewleta me jî. Ji bona vê jî em her demê ji dewleta tirk dûr sekinîn. Dema ku me neheqiya dewleta tirk li neteweya kurd kirî nas kir, wê demê me li hemberî dewleta tirk mixalefeteke xurt pêk anî. Me rêxistinên Kurdistanî ava kir. Ji bona ku dewlet bê guhertin û ji holê rabe, me têkoşîn kir.

Me ji bona ku neteweya kurd jî, mafê xwe yê dewletbûnê tê de hemû mafên xwe yên neteweyî qezenç bike, neteweya me jî qasî neteweya tirk û neteweyên dinyayê xwediyê maf be, me xebat kir û têkoşîn meşand.

Ji bona ku dewleta neteweya tirk e, dewleta kurdan û dewleta me nebû, ji bona ku me mafên neteweya kurd/neteweya xwe û yên xwe parastin, me, di derheqê neteweya kurd û welatê me Kurdistanê de birûreyên xwe anîn ser zimên, mafên xwe û mafên neteweya xwe daxwaz kir, ji aliyê dewleta tirk de em hatim hepiskirin. Eynî muamele ji bona hemû rewşenbîr û siyasetvanên kurd, kurdperweran reva hat dîtin. Ji bona vê darizandin û mehkemekirinê kîtlewî hatin rojevê. Ji bona vê berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê hatin hepis kirin û serokên wan hatin darizandin.

Dadgeh, beşek ji dewleta tirk e. Di hemendem de jî dewleta tirk, li ser hêza dadgehî û hêza leşkerî li ser piya ye. Di ev qewimandinê roj/demên dawî de ev rastiya ji aliye her kesekî de jî tê pejirandin. Dema ku dewletê em hepis kirin, dadgehan jî em darizandin û ji bona serweriya miletê tirk û berjewendiya dewleta tirk jî ceza dan me. Bi vê riyê jî, dewlet tê muhafaza kirin.

Lewra çawa ku dewleta tirk, ne dewleta me û ne dewleta neteweya kurd e, ji bona vê beşekî dewleta tirk dadgeh jî yên neteweya me û me jî nîne.

Dewleta neteweya kurd, ji bona fikrên kurdî em hepis nedikir, dadgehên kurd jî em mehkeme nedikirin û em ceza jî nedikirin.

Dewleta tirk, dewleteke unîter a neteweya tirk e. Dewleteke kolonyalîst e. Hemû mafên neteweya kurd jî xesip kiriye. Welatê kurdan Kurdistan jî kiriye kolonî û hemû dewlemendiyên Kurdistanê di bin bandor û serweriya dewleta tirk de ye.

Em nûha gelek aşkere diyar dikin ku dadgehên dewleta tirk jî xwediyê mîsyona kolonyalîst in. Ev dadgehan, ji bona me û neteweya kurd jî, dadgehên rewa û meşru nînin. Ji bona vê jî kurdan û me nikarin mehkeme bikin.

Dadgehên dewleta tirk a kolonyalîst, li hemberî kurdan hiç wextekî hiqûq pêk neaniye û her demê bî refleksên kolonyalîst hereket kiriye û ji bona vê jî her dem kurd ceza kirin. Tesadûf û sitfeyî nîne ku Dadgeha Ewrûpayê ji bona biryarên dadgehên dewleta tirk her wext dewleta tirk ceza dike. Her çiqas di biryarên Dadgeha Ewrûpayê de kolonyalîstî û metîngehkariya dewleta tirk û dadgehên wê bi peyv, hevok nehatibin diyar kirin jî, wûsa tê şirove kirin. Lewra piraniya wan cezayan, ji bona biryarên li dadgehan di derheqê Kurdistanê de hatine dayîn.

Dadgehên dewleta tirk, her demê bi daxwaz û emre desthilatdariya dewletê, di derheqê kurdan de biryar dane.

Ji bona vê em gelek aşkere diyar dikin ku dadgeha we jî ne rewa û meşrû ye. Ji bona vê yekê jî mafê dadgeha we jî tune ye ku me mehkeme bike.

Em di encamê de em dikarin bibêjin ku: Em dijminê gelê tirk nînin. Eger em dijmin bin, em dibin dijminê dewleta kolonyalîst. Dadgeha we parçeyek ji dewleta kolonyalîst e. Dadgeh ji bona vê li ser navê dewleta kolonyalîst me dadgeh dike û li dijî neteweya kurd e. Ji bona vê mafê dadgeha we tune ye ku kurdan û me dadgeh bike.

Amed, 17. 06. 2008

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *