Ji bo serokatî, birêvebir û endamên Hizbî Demokratî Kurdistan/ Partî Demokratî Kurdistan (HDK/PDK Îranê) 

Ji bo serokatî, birêvebir û endamên Hizbî Demokratî Kurdistan/ Partî

Demokratî Kurdistan (HDK/PDK Îranê) 

Birêzan!

Hevrê û hogirên HDK/PDKê!

Em TDK Tevger ji Bakurê Kurdistanê, bi minasebeta yekgirtina HDK/PDK Îranê pîrozbahîyek germ li we dikin û bi yekrêzîya we gelekî şad û serbilind in.

Hevrê û mêvanên hêja!

Îro salvegera 77salîya PDK Îranê ye. Em salvegera 77salîya PDKe Îranê li miletê Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin. PDK ji sala 1945an ve heta î îro ji bo doza Kurdistanê bê rawestan di nava têkoşînê de bi sedan pakrewan û cangorî daye. Îro yekgirtina HDK û PDKê, baştirîn mizgînî ye ji bo şehîd û pakrewanên Kurdistanê. Yekrêzîya herdû partîyên bira, şadkirina rûhê pakrewanê mezin û Serokomarê yekem yê Komara Kurdistanê Qazî Muhemmed û hevalên wî, cangorî û tekoşerê bêhempa Abdrrehman Qasimlo, Şerefkendî û tevaya şehîdên miletê Kurd e.

Hevrêyên hêja!

Yekrêzîya we bersîveke zindî û xweragirîyek bêhempa ye ji bo Ayetullahên dîktator û dagîrker. Îro pêdivîya hevkarîya partîyên kurdistanî û pêwîstîya rêxistinîyek girseyî û neteweyî li rojhelatê Kurdistanê heye. Em hêvî dikin ku yekgirtina we dê bibe egera patrîyek girseyî û neteweyî û bibe bingeh û serencama hevkarîyek kurdistanî.

Em weke TDK-TEVGER dubare we ji dil û can pîroz dikin û silavên biratîyê pêşkêşî we dikin.

Serkeftin dê her para miletê Kurd be.

Bijî serxwebûn, bimre dagîrkerî .

TDK – TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *