JI BÎR NEKE, ZIMANÊ TE, HEBUNA TE YE!

Xwîşk û birayên hêja, ger dayikek, bi operasyona cerahî venter (rahim) a wê bê jêkirin, êdî ew dayik zarok jê re çênabe.

Neteweyek, di bin destê neteweyek din de û sînorê wê pê ve girêdayî be, zimanê wê bê bişaftin û wendakirin an ji bîrkirin, êdî ew netew, taybetî û hebûna xwe ya herî girîng wenda dike û êdî jê ra netew nayê gotin.

Ziman, hebûn û tûnebûna netewan e.

Zimanê Kurdî, li Bakurê Kurdıstanê, di têkoşîna hebûn û tunebûnê de ye!

Bi zimanê me re çand, henek, folklor, sitran, helbes, destan, serpêhatî û çîrok û gelek hêjayîyên me yên civatî jî dimirin.

Werin, em xwedî li zıman û hebûna xwe derkevin!

zimanBi Kurdî bipeyivin,

Bi Kurdî bihizirin,

Bi Kurdî bixwînin,

Bi Kurdî binivîsin

Û berê jin û zarokên xwe û piştre hemû mirovên xwe, bi Kurdî bidin axaftin, xwendin û nivîsandın.

Dayıkno!

Ev banga min zedêtir jı bo we ye!

Her malekê, bikin dibistanek û bi zimanê dayikê keç, kur û newîyê xwe perwerde
bikin.

Bı van hestên xwe yên netewî ez, 21 ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê, li we û li hemî gelên ku zimanê wan li ber mirinê ne pîroz dikim!

21.02.2017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir