Îstîxbarata Îranê li Îlamê çalakvanê Kurd Mûsa Umîdî girt û dahatûya wî nayê zanîn

Piştî şerê navbera Îranê û Îsraîlê rawestiya, rêvebiriya Îranê berê xwe daye ser Kurda, wan digre, li wan îşkence dike, ciyên wan binçavkiriyên Kurd nayê zanîn û ti agahî nadin malbatên wan û parêzerên wan nikarin li wan bipirsin.

Vê carê li bajarê Îlamê çalakvanê Kurd Mûsa Umîdî ji aliyê îstîxbarata Îranê de (IRGC) hat girtin û ew birine ku derê nayê zanîn. Li gor ragihandina Hengawê; di 2yê Temmûzê de hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Îlamê avêtine ser mala Umîdî, telefona wî, komputer, hinek pirtûk û alavên taybet yên wî desteser kirine û sedema binçavkirina wî û li ku derêye nayê zanîn.

Hêzên asayîşa Îranê gelek caran bangî Umîdî kirine ew birine baregehên xwe, îfadên wî sitendine û lêpirsîna wî kirine. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *