Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku her dema pêwîst bû ji bo tunekirina tesîsên atomî û programa mûşekî ya Îranê, ew dê dîsa dest bi êrişan bikin.
Yisrael Katz da zanîn ku wan dixwest Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî bikujin lê ti derfeta wan çênebû ku wî bikujin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê li ser hewlên kuştina Xamineyî got, “Heger me ew peyda kiriba, me dê ew bikuşta.
Em gelekî li pey wî geriyan lê ti derfeta me ya kuştina wî çênebû.”
Li gorî gotina Yisrael Katz, di destpêka şer de wan nedizanî ku Amerîka dê bi Îsraîlê re beşdarî êrişa li Îranê bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 17ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got:
“Em dizanin Rêberê Bilind li ku xwe veşartiye. Ew armanceke hêsan e lê li cihekî ewle ye. Niha em naxwazin wî bikujin.”
Wezîrê Îsraîlê da zanîn ku ji bo kuştina Xamineyî pêwîstiya Îsraîlê bi razîbûna Amerîkayê nîne.
13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî Îranê kir û piştnre şerê her du aliyan dest pê kir.
Donald Trump 24ê Hezîranê diyar kir ku her du aliyan aştî xwestiye û wî di navbera her du aliyan de agirbest ragihand.
Yisrael Katz her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew nizanin uranyuma dewlemendkirî ya Îranê li ku ye û heta niha wan cihê wê diyar nekiriye.
Wezîrê Îsraîlê Îran tehdîd kir û da zanîn eger Îran dîsa dest bi programa xwe ya atomê aktîf bike û dest bi duristkirina mûşekên balîstîk bike, ew dê dîsa êrişî wê bikin.
Îsraîl, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tekez dikin ku divê Îran êdî bernameya xwe ya dewlemendkirina uranyumê rawestîne û nebe ew bibe xwedî çeka atomî.
Berpirsên Îranê jî bi eşkereyî dibêjin ew dê bernameya xwe ya dewlemendkirina uranyumê bidomînin. (Rûdaw)