Îro 123 salîya ROJNAMEGERÎYA KURDÎ ye

22 Nîsan Roja Rojnamegerîya Kurdî li hemû Kurdistanîyan pîroz be!

Rojnameya pêşî bi Kurdî ya bi navê Kurdistan, di 22 Nîsan 1898an de, ji alî Mîqdad Mîthat Bedirxan û hevalên xwe hat weşandin. Ji bo vê xebat û helwesta netewî ya hêja, em Mîqdad Mîthat Bedirxan û hevalên wî yê bi rûmet, bi rêz bi bîrtînin!

Ji bo agehdarîyek berfireh di derbarê rojnamegerîya Kurdî de, em lêkolîna nivîskarê malpera me Baran Boskan ya di derbarê Rojnamegerî û bi giştî weşangerîya Kurdî ya Bakurê Kurdistanê pêşkêşî xwendekarên xwe dikin:

Di dawîya sedsala 19 an û şûnve Dewleta Osmanî ber bi jihevketinê ve diçûn. Gelên dibindestên wê de bi netewebûnîya xwe şîyar dibûn, xwestekên azadî û serxwebûnê geşdibûn. Osmanî jî her ku diçû li hember gelan zordarîtîya xwe dijwartir dikir. . Her çend di dema Osmanîyan de hebûna tu gelan û navê tû welatan û her weha yên kurdan jî qedexe nebû. Lê her diçû Tirkîtî xwurt dibû û bandora xwe di polîtîka dewletê de jî dida bicî kirin. Dijîtîyek û bêbawerîyek li hember gelê kurd hatîye nîşandan.  Rewşenbîrên kurdan jî li dijê Sultan Murad (V) û zordarîtîya wî, dinav rêxistina Îtîhat û Terakî de cî digirtin û gelek aktîf kar dikirin. (Wek Ebdurrehman Bedirxan, Dr. Ebdula Cewdet, Dr. Îshaq Sukûtî û hwd.)

Bedirxanîyan berya vê demê (1842) ve şerê neteweyî, şerê azadî û serxwebûnê lidarxistibûn, serxwebûn jî dîyarkirin… lê dîsa wek serhildanên kurdan yên din şikîyabûn. Ew serbûyerîya Mîrên Botan ji alîyek ve û ji alîyek din ve jî,  malbata Mîrên Botan malbatek rewşenbîr û sîyasetmedar bûn û hatibûn wê bawerîyê ku heta gelê xwe şîyar nekin, buyer û kiryarên cîhanê linav gel belavnekin, gel bi buyer û kiryarên neteweyî yên cîhanê nehesînin, her weha hestên neteweyetîyê li Kurdistanê geşnekin, serketin dijwar e. Pêkhanîna azadî û serxwebûnîya Kurdistanê zor e.

Ji ber vê jî Mîr Mîqdad Bedir Xan biryara derxistina Rojnama KURDISTAN da û dest bi weşana wê kir. Ku sedû bîstsal berî niha di 22 nîsana 1898 an de, bingehê wê ji alîyê Mîrê Botan, Mîr Mîqdad Mîdhet Bedir Xan ve hatîye danîn.   Bingeh bi navê xwe va navê KURDISTAN, bi dema xwe ve ku rojnamegerî hêja li seranserê cîhanê û bi taybet jî li herêma me, pêngavek teze bû, tenê di hinek dewletên pêşketî de firebû û li welatê me jî destpêkek pîroz bû.

Mixabin zordarîya mêtinkarê Osmanîyan, dijîtîya wan ya li dijê gelê kurd û malbata Bedirxanîyan dest nedida ku ew karibin rojnama Kurdistan li Kurdistanê derxin. Ji ber wê jî wî rojnamê li Qahîrê derxist.(MISIR) (Kurdistan jî wekî gelê kurd him li koçberîyê bû, him jî gerok bû.  Hejmarên 1-5  Li Misrê, Hejmarên 6-19 xwedîyê wê guherîye, Evdirehman Bedirxan û li Cenewre derketîye. Li çapxana Komela Hevgirtin û Qencîya Busulmanan, hejmarên 20-23 dîsa zivirîye Misrê çapxaneya El Hindîye, hejmar 24 li Îngilstan London hejmarên din heta 29 li bajarê li Folkstonê û hejmarên 31-32 dîsa li Cenewre) Weşanên wê heta 1902 wan dom kirîye.

Dema Osmanîyan û heta dawîya şerê dinê 1 an.

Her weha di  destpêka sedsala bîstan de bi hawek taybet jî Ebdulhemîdê II yan li dijê gelên bindestên xwe polîtîkakî pir hişk dajo. Bi giranî li dijê filan û bi taybet kurd jî jê para xwe digirin. Di vê demê de heta meşrûtîyetê bêyî Kurdistan (ew jî qedexe buye) tu weşanên kurdan derneketine.  Rojnama Kurdistan jî ji destpêkêve di nav sînorê Osmanîyan de, lê bi hawek xas li Kurdistanê hatîye qedexe kirin.

Bi meşrûtîyetê re  1908 rewş hinek tê guhertin. Azadî bîr û ramanan fire dibe, rêxistinên nû tên avakiri.

Her weha di vê demê de Komela Yekîtî û Pêşketina Kurd (Kurt Teavun ve Teraki Cemiyeti 19,09,1908) tê ava kirin . Sê şaxên wê li Kurdistanê ava dibin. Dîyarbekir, Bedlîs û Mosil (17,12,1908).

Cemîyeta Itîhat û Terakî herçend hebûna neteweyan bi hawek fermî nasdikirin, lê piştî Meşrûtîyetê (1909) di destûra navxweyîde guhertinan çêkir. Di dibistanên pêşîde her netewe wê bizimanê xwe bixwîne, lê salên destpêka xwendinê gereke bi Tirkî be. Di xwendina navîn de wê zimanên cî jî bên xwendin…!!!) Di sala 1909 an de Komela Yekîtî û Pêşketina Kurd (Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti) ji alêyê hukumetê ve hat girtin û kurdan salek şûnda di 1910 an de Kürd Neşrî Maarif li Istanbulê ava kirin û dibistanek ji bona kurdan vekirin. Dîsa di destpêka 1912 an de Komela Heskirîyên Kurdistanê (Kürdistan Mühibler Cemiyetî) û di 27.07.1912 an de Civata Telebeyên Kurdan – HÊVÎ hat ava kirin.

Ji Meşrûtîyetê heta destpêka şerê dinê I (1914) an heşt (8) rojname û kovarên kurdan derketine. Ji vana tenê PEYMAN (hezîran 1909 12 hejmar) li Kurdistanê li Dîyarbekirê Bi kurdî û tirkî derketîyê yên din li Istenbolê derketine.

Rojnama Alîkarî û pêşketina Kurd (Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi) li Istanbul berpirsîyar Tewfîqê Suleymanîyeyî (Pîremêrd), Serniviskar jî Ehmed Cemîlê Dîyarbekirî buye. Ziman Kurmancî û Tirkî ye.

KURDISTAN  1908- (13 nisan 1909 tê girtin) bi Meşrûtîyetê Bedirxanî ji zindanê tên berdan û Rojnama Kurdistan li Îstenbolê ji alîyê nevîyê Mîr Bedirxan, Sureya Bedirxan ve tê derxistin.  Lê ew tê girtin û zindan kirin û rojname jî tê girtin.

AMÎDÎ SEVDA (Amîda Reş 1909 Istanbul  6 hejmar derketine.) Ali Emirî û Mehemed Şukrî (Dîyarbekirîne) derxistine.

Komela HÊVÎ jî di sala 1913 an de hatîye ava kirin. Rojî Kurd û Yekbûn ji alêyê vê komelê ve hatine derxistin.

ROJÎ KURD 1913 Îstenbul, Bi Kurmancî, Soranî û Tirkî derketîye, Mudûrê berpirsîyar Evdilkerîmê Silêmanîye. Mehane ye.

YEKBÛN 1913 Istenbul Kovareke ji alîyê Komela HÊVÎ ve derdiket. Bi Kurdî û Tirkî. HETAWÎ KURD 1913 Piştî ku hukumetê Rojî Kurd girt Komela hêvî  di şûna wê de kovara Hetawî Kurd derxist. Berpirsîyar Hemze Begê Muqsî ye, Sernivîskar jî Baban Ebdulezîze. Kovarek edebîye ziman Kurdî û Tirkî ye.

Bi destpêka şerê dinê re Komela Hêvî nikare vekirî bimîne ji ber ku piranîya endamên wê dikevin ber SEFERBERLIK ê û dişeyinin leşkerîyê û weşan jî bi carek ve radiwestin.

PIŞTÎ ŞERÊ DINÊ I an:

Di dawîya sala 1918 an de Kürdistan Tealî Cemîyetî (li Istanbul) hat ava kirin. Li Diyarbekir, Xarpêt, Bedlîs, Dêrsim beşên wê vebûn.  Lê di nav rewşenbûrên Kurd de lênêrînên cuda hebûn. Hinekan di nav dewleta Osmanî de federasyona neteweyan dixwestin, lê hinekan jî serxwebûna Kurdistanê diparastin. Li ser vê yekê piştre hinek ji Kurdistan Tealî Cemîyetî veqetîyan Komela Rêxistina Civakî (Teşkîlatî Îçtîmaîye) avakirin û daxwaza serxwebûnê kirin. Ew Alayek Kurdî amade dikin û Dr. Abdulla Cewdet daxwaza serxwebûnê dide Komîserîya Dewletan. (Alaya ku di serhildana Agirîyê û Komara Kurdistanê û em îro bi serbilindî û dilşadî hildidin ev ala bixwe ye!)

JÎN (kovar) payiz 1918-1919 Istanbul Weşana fermî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bûye. Berpirsîyar Memduh Selîm e. Di salek de 25 hejmar derketîye. “Jîn ne ji bona bi destxistina madî derdikeve. Armanca wê belavkirina zanînê ye, li ser jîyana kurda dîrokî, heqên wî yên neteweyî, bêjeya wî û rewşa wî ya civakî, ku ji sedsalên dirêj vir da hatine îhmal kirin” . Piştî ji mara 25 an  (2,10,1919) biryar tê girtin ku JÎN dibe kovarek sîyasî. Jîn bi Kurdî (kurmancî û Soranî) û Tirkî derketîye. Berpirsîyar Hemzeyê Muqsî buye.

JÎN (Rojname) Istanbul.Rojnameya hefteyî ya sîyasî û îlmî ye, yekîtî û heqên neteweyî yên Kurdan diparêze. Berpirsîyar  Hemzeyê Muqsî ye (Wanî). Ziman Kurdî û Tirkî ye.

KURDISTAN 1919 Istanbul, Kovarek sîyasî, civakî, edebî, îlmî ye, bi tirkî hefteyî ye. Sernivîskar Arwasîzade Muhemmed Şefîq e. Mudûr Seyîd Huseyîn e. 37 Hejmar derketine. GAZÎ 1919 Diyarbekir

Piştî avakirina Komara Tirkîyê

(Avakirina Komara Tirkiyê “Komara  Leşkerî ji alîyê leşkeran ve wek: Mustefa Paşa “Atatürk”, Ismet Paşa, Fewzî Paşa, Kazim Paşa, Elî Fuad Paşa, Rafet Paşa, Fexredîn Paşa, Cafer Teyar Paşa, Asim Paşa û wd –M.Emîn Bozaslan-)

Dewleta Tirk ewçend zordarî û hovîtîya xwe li dijê Neteweya Kurd daye nîşandan ku qet rê nedaye ku ji 1920 an heta 1948 an qet tiştek weşanê ne bi kurdî û ne li ser kurdan derkeve. (Berîya şerêdinê yekem serhildana Mele Selîm li derdora Bedlîsê. Serhildana Şêxmehmûd piştî şerê dinê û Simkoyê Şikakî bandora wan li ser Nîrê Osmanî û Dewleta Tirk, Serhildana Koçgirî, Şêx Seîdê, Agirî, Dêrsim û têkçûna her serhildanek komkujîyên mezin pêkhatine.)

Tenê ev sê weşan derketine:

IRFAN (1923) Rojnameyek mehelîye paşê hatîye rawestan û (1,9,1959) dîsa dest bi weşana xwe kirîye. Qerekterek neteweyî pêre tune.

AGIRÎ 1929-1930 Agirî. Weşana Şoreşa Agirî ya serokatîya Îhsan Nûrî ye. Gelek hejmarên wê bi destan hatine nivisandin. Bi navê GAZÎYA WELAT rojnamek din jî derxistine. Ev her du Rojname jî nehênîne, ji alîyê şoreşê ve derketine.

Rewşenbîrê ku ji ber van serhildanan ji welat der koçberbûne li Sûrîyê û Lubnanê van weşanên jêrîn çapkirine:

Hawar (rojname) ji alîyê Celadet Elî Bedir Xan ve tevî kurdên ji ber serhiladanê kurdî revîyabûn li Şamê di sala 1933 an de dest bi weûanê dike. (57 hejmar derketine bi kurdî ye)

Ronahî jî (1942-1944) di nav germayîya Şerê cîhanê 2 wan de  ji alîyê Celadet Elî Bedir Xan ve  28 hejmar bi kurdî derxistine. (Celadet Elî Bedir Xan, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cigerxwîn hwd)

Roja nû li Beyrûtê  (1943- 1946) wek rojname bi kurdî û Fransî 73 hejmar derketîye. (Dr. Kamuran Elî Bedir Xan-xwedî- , Mîr Celadet Elî Bedir Xan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mustefa Ehmed Botî…)

PIŞTÎ ŞERÊ DINÊ YA 2 YAN HETA DERBA LEŞKERÎ YA 1960 î.

Piştî şerê dinê dema yek partî tî hêdî hêdî radibe, partîyek din jî (Demokrat Partî) ava dibe.  Ji ber vê yekê nizim bejî hêdî dengên cuda jî derdikevin.

Piştî têkçûna şoreşa Dêrsimê tevgera kurd bi carek ve bêdeng bûbû. Her peyvek kurdî gotin jî bi peran dihat ceza kirin. Zordarîyek weha li tu deverî û di tu demî de nehatîye dîtin.

Lê bi destpêka dema du partîtîyê de xwendevanên Kurd jî li metropolan xwe livandin. Dibin navê pirsa Rojhilat (Rojhilatê Tirkîyê) şûndamayina wê û wd hêdî hêdî gengeşîyan dest pêkir. Xwendevanên Kurd  bi giranî li dor navê bajarek ve dihatin cemhev. Kovarek bi navê wî bajarî derdixistin. Di vê navberê de li dor 10 Rojname û Kovar derketine.  Piranîya wan navên wan bi Tirkî bûn û zimanên wan jî bi Tirkî bûn.

DICLE KAYNAĞI (Çavkanîya Dîcle) 1948-1949 Rojnameyek hefteyî ye.(Rojnameyek sîyasî serbixwe, hefteyî ji bona gel e) Xwedîyê wê; Huseyin Dikici û Şêxmûs Elmas (Mûsa Enter) in. Ziman Tirkî ye.

ŞARK MECMUASI (Kovara Rojhilat) 1950 bi Tirkî ye. Xwedî dîsa Huseyin Dikici û Şêxmûs Elmasi in.

ŞARKIN SESỈ (Dengê Rojhilat) 1950 Ziman Tirkî ye. Xwedî ; Samed Avşar e. Demokrat Doğu (Rojhilata Demokrat 1950

ŞARK POSTASI 1954 Diyarbekir,

AĞRI (Agirî) 1955 Ankara

MIYA FARQIN  (6,8,1955) Farqin

CUDI 1956

DERSIM 1957 Ankara

CERÎDEÎ DERSIM 1957 Istanbul

MEZOPOTAMYA 1959 Diyarbekir, Kurdî.

ỈLERI YURD (Welatê Pêşketî) 1958 – 1959 li Diyarbekir derket, Rojnameyek rojane ye, bê yî yekşemê her roj derdiket. Ziman bi Tirkî bû lê cî dida zimanê Kurdî jî. Rojname li ser pirsgirêkê civakî radiwestîyan, hukumetê rexne dikirin.

Di 17 berçile 1959 an de tevî hinek xwendevanên Unîversîtan 49 rewşenbîr û serkêşên kurd hatin girtin.  40 kes ji vana 14 mehî bêtir di zindanê de man. Inqilaba 27 gulana 1960 hemî mehkûm berdan lê yên kurd têde hîştin. (Milliyet 18-9.1963, di mehkemê de daxwaza îdamê ji Ziya şerefhanoğlu, Medet Serhat, Yaşar Kaya, Abdrrahman Efhem Dolak, Musa Enter, Canip Yildirim,Sait Elçi, Sait Kirmizitoprak û 17 kesên din dike. Ev girtin wek dîrokek girîng e. Destpêka livandinek tevgera kurd e. Ji xwe ew jî ji ber perçe kirina Tirkîyê tên mehkeme kirin.

Salên 1960 – 1970 yî

Inqilaba 1960 hinek guhertin li Tirkîyê çêkirin, vê guhertinê di warê civakî û sîyasî û weşanî de bê guman bandora xwe li ser gelê Kurd jî nîşan da.

Qanûnên Tirkîyê, rê didan ku rojnameyên bajaran jî hinek pêşbikevin, lê ew ji rojnameyên dewletê yan jî rojnameyên pirtir dibin kontrolê de bûn. Van rojnameyan nûçeyên navçeyê li gel nûçeyên balkêş yên tevayî belav dikirin. Hatina wan bi garanî liser îlanan bûn. Ev jî piranîya wanfermî bûn û serkanîya wana aborî bû ku pê nikaribin ji xêzikê derkevin!!!

Di vê navberê de bi destên xwendevan û rewşenbîrên kurdan ve li dor 23 rojname û kovarên Kurd derketine. Hinek ji vana cî dane zimanê Kurdî û hinek ji wan bi tevayî Tirkî bûn. Dîsa di vê demê de gengeşîyek mezin dinav xwendevan û rewşenbîran de li ser pirsgirêka Kurd heye. –Kurd neteweye ya na? –Pêwiste Kurd serbixwe rêxistinên xwe çêkin ya na? Û wd.

Di vê navberê de piştî bêdengîyek dirêj  PDKT (1965) dibin serokatîya Seîd Elçîde hat avakirin. Pişt re Faîk Bucak  bû sekreterêgiştîyê partîyê. Piştî salek ku Faîk Bûcak Şehît ket şûnda dîsa Seîd Elçî bû sekreterêgiştîyê partîyê. Ev bû destpêkek ya rêxistinbûnê li Kurdistana Bakur. Piştre DDKO ava bû.

DICLE-FIRAT 1962 Istanbul  Rojname Mehane; Tirkî – Kurdî  Xwedî, Edip Karahan 6.6.1963 an Edip Qarahan jî têde 23 rewşenbîrên Kurd tên girtin û Rojname hêdî dernakeve.

KEKO 1963 Ankara ,  DENG 1963 istanbul, ROJA NEWE 1963 Istanbul,

RÊYA RAST 1963 (tenê buroşora wê derketîye) Vana Tirkî û Kurdî derketine.

KORMIŞKAN 1965 Ankara Tirkî, ÇIRA 1965 Xarpêt Tirkî, YENI AKIŞ 1966 Ankara Tirkî   û Kurdî,  DENGÎ TAZE 1966 Istanbul Kurdî û Tirkî, HAVAR 1966 Ankara Tirkî, UYANIŞ 1967 Ankara Tirkî, ÇIKIŞ 1967 Ankara Tirkî, DIYARBAKIR KULTUR 1967-1968 Ankara salane, SIVEREK 1968 Istanbul, XINISTAN SESLER 1968 Ankara Tirkî, KARAKOÇAN 1969 Istanbul Tirkî, DIRILIŞ-MARDININ SESI 1969 Ankara Tirkî û Kurdî, EZILENLER 1968 Dêrsim Tirkî (25 hejmar), DOĞU 1969 Istanbul Tirkî û Tirkî, DENGÊ SÊREK 1969 Istanbul Tirkî û Kurdî, MEZRA BOTAN 1969, ŞÊRESÎYAR 1070 Beyazît Tirkî, GUMGUM 1970 Ankara, ADIYAMAN 1970 Istanbul Tirkî, DDKO HABER BULTENI 1970 Ankara Tirkî, BAZALT KENT 1970 Ankara (Diyarbekir)

Di vê navberê de gelek kovarên çep yên Tirkan jî derketine cî dane pirsgirêka kurdî û carna di kovar û rojnamên xwe de cî dane zimanê Kurdî jî.

Salên 1970 yî

DERBA LEŞKERÎ YA  12 adara 1970 yî girtina rewşenbîrên kurdan  heta efuya 1974 an bêdengîyek di weşana Kurdî de jî heye. Gengeşîyek berfire di zindanan de dest pê dike. Zindan dibin dibistana sîyasetê. Di zindanan de kesên sîyasî di qawîşên cuda de dihatin hîştin, nedixistin nav mehkûmên din ku ehlakên wan xirabnekin.  Lê êdî gengeşeyên pirsgirêka Kurdî ku Neteweye ya na, yan jî pêwiste cuda xweser birêxistinbibin ya na, Kurdistan mêtigehe ya na(?) li paş ma û rewş zelal bû. Bi gelemperî rewşenbîrên Kurd ji  rêxistinên Tirkan veqetîyabûn û ketibûn nav lêgeryanek rêxistinîyên xweser.

Vê rewşa hanê xwe di weşana Kurdî de jî nîşan didan. Her roj rêxistinên nû avadibûn, rêxistinên heyî perçe dibûn, her rêxistinek li gor karinîya xwe weşanek derdixistin.  Lê her diçû tevî hemî perçebûnîyan jî rêxistin xwurt dibûn, firetir dibûn. Pirtûkên teze Kurdî yan jî Tirkî li ser pirsgirêka kurd û rewşa wê derdiketin. Bi gelemperî armanca sîyasî bûbû Serxwebûna Kurdistanê û Yekîtîya Kurdistanê, Kurdistan mêtingeh bû gereke ji mêtinkaran rizgarbibûya. Tevger di bin bandora Sosyalîzme debûn, Perçebûnî û gengeşîyên nav dewletên sosyalîst bûbû qada gengeşeyên navbera rêxistinên Kurdistanî. Ji ber ku gelek kadroyên tevgera kurd dinav rêxistinên Tirkan de perwerdebûbûn û ketibûn nav sîyasetê, bandora çepên Tirkîyê bi giranî li ser tevgera sîyasî ya kurd hebû !!!!

Di vê demê de bêyî rojnameyên navçeyî ku piranîya wan ji tevgera kurd re girtî bûn, bêje hemî weşanên heyî ya bi rêxistinek sîyasî ve girêdayîbûn, yan jî her weşanek ji xwe re amadekarîya rêxistinek sîyasî dikirin.

DOĞU NOTLARI 1975 Ỉstanbul Tirkî û Kurdî.

ÖZGÜRLÜK YOLU 1975 Ankara (PSKT)Tirkî û Kurdî Kovarek mehane. HEVAL/YOLDAŞ  1975 Tirkî û Kurdî Kovara Çepê Tirkaye (THKO)

AZAD 1975 Ankara hejmarek Tirkî.

XEBAT  Bo na Yekbûn û Rêya Azadî, 1976  (PDKT)Tirkî û Kurdî

RIZGARÎ 1976 Ankara û Istanbul  Tirkî û Kurdî

PÊŞENG Bo Şoreş, 1977 Tirkî û Kurdî

ROJA WELAT  1977 Ankara Tirkî û Kurdî. DEMOKRASI 1977 Agirî

RÊYA SOR 1977 Ankara hejmarek (sê dunya) Tirkî.

XEBAT JI BO RIZGARÎYA KURDISTAN 1978,(PDKT) Tirkî û Kurdî

PALE 1978 Almanya, Kurdî û Tirkî Kovar demsalî (PDKT piştî 1981 KUK) KAWA 1978 Istanbul Tirkî û Kurdî

DENGÊ KAWA Ankara 1979 Tirkî

DEVRIMCỈ DEMOKRAT GENÇLỈK 1978 Istanbul/ Ankara (DDKD)

HABER BULTENI 1979 Bismil Tirkî

ALA RIZGARÎ 1979 Istanbul Taybet û bulten tenê derketin Tirkî

ŞOREŞ  1979 bulten Çepên Tirk Kurtuluş

JÎNA NÛ 1979 Wan  Tirkî ÖZGÜRLÜK 1979 Izmir Tirkî TÊKOŞÎN 1979 Entab Tirkî

TÎRÊJ 1979 Izmir Kurdî (Kurmancî û Zazakî) Çandî û pîşeyî SESLENIŞ 1979 Batman yekhejmar derketîye Tirkî

ÖZGÜRLÜK  ŞAFAĞI 1979 Çolemêrg Tirkî.

SERXWEBÛN 1979 Gaziantep (sê hejmarên Taybet) Tirkî.

PKK BULTENI 1979 Kiziltepe –Tilemen  Hejmarek Tirkî. YEKBÛN 1979 Diyarbekir (du hejmar-Kawa) Tirkî.

Beşiri de UYANIŞ 1980 Bişêrî (Qubîn), Tirkî

DEMOKRATIK EĞITIME DOĞRU 1980 Bedlîs Hejmarek, Tirkî.

TÊKOŞER 1980  piştî derba leşkerî (KUK nehênî).

YURTTAN HABERLER 1980 Diyarbekir (du hejmar PKK) Tirkî. HEWAR 1980 Diyarbekir du hejmar-PKK Tirkî

ROJA GEL 1980 Kurdistana Rojhilat Tirkî û Kurdî (PSK).

PÊŞVE hejmarek 1981 Ankara nehênî, Tirkî.

Cûnta leşkerî ya 1980 yî tevayîya rêxistinên demokratîk girtin, Bi hezaran kurd girtin di bin îşkencan de buhurandin, seqet hîştin. Bi dehan kes di bin îşkencan de kuştin. Zordarîya ku li ser gel û bi taybet di zindanan de nayê pesindan. Ji zordarî û hovîtîya Zindana Amedê qet nayê pesindan û mînakekî weka wê li cîhanê jî kêmin. Tevgerên Kurd jî bi giranîya xwe ve koçberê dervayî welat bûn. Ev di warê weşana kurdî de jî xwe nîşandidan.

Pêwiste ku meriv bîne ziman Bandora polîtîkaya Swêd li ser ziman û rojnamegerîya kurdî gelek girîng e. Bi saya vê polîtîka Swêdê welatparêzên kurd ku ji welat bazdan li Swêdê bicîh bûn. Dewleta Swêdê piştgêrîyek baş pêşkêşe xwendina kurdî, ziman û çanda kurdî, weşan û weşangehên kurdî dikir. Ev ji bona hemî gelan bû. Lê ji kurdistanîyan re fersendek zêrîn bû. Ev bû egerek bingehîn ku ziman û weşana kurdî bi giranî zaravayê kurmancî bipêşkeve.

Pêşmerge 1983 (PKK- ARGK) (1990 î de bûye Dengê Artêşa Gel) Di 1991 de buye ARTÊŞA GEL.

SERXWEBÛN 1981 Tirkî,

MEDYA GÜNEŞÎ 1988 Istanbul Tirkî û Kurdî. TOPLUMSAL DIRILIŞ 1988 Istanbul, Tirkî

ÖZGÜR GELECEK 1988 Ankara Tirkî (8 hejmar)

VATAN GÜNEŞI 1989 Istanbul, Kovar sîyasî çandî, Tirkî û Kurdî,

SEÇMELER 1989 Ankara (ji weşanên Tirkîyê û Cîhanê bijarte û rexbe..)Mehane Tirkî,

DENG 1989 Istanbul, Kovar, Mehane Tirkî û Kurdî (Kurmancî- Dimilî)

HALK GERÇEĞỈ 1990 Istanbul (Kurd û Tirkan bihevre) Kovar hefteyî 9 hejmar.

YENỈ HALKIN GERÇEGI 1990 Istanbul , Piştî H.G. hatîye girtin li şûna wê derketîye.

YENỈ ÜLKE 1990 Istanbul Rijname Hefteyî Tirkî,

ÖZGÜR HALK 1990 Istanbul, Kovar sîyasî û Kulturî, mehane, Tirkî

XEBAT JI BONA SERXWEBÛNA KURDISTAN  1990 Tirkî û Kurdî, (KUK), LI WELAT 1991 (KUK-SE) Tirkî,

NEWROZ 1991 Istanbul,

ROJNAME 1991 Istanbul Kurdî tenê yekhejmar prowa bû.

GOVEND 1991 Diyarbekir Kovarek çandî du mehîye, Kurdî û Tirkî,

REWŞEN 1992 Istanbul Kovar çandî mehane (Navenda Mezopotamya) Kurdî (Kurmancî- Dimilî) û Tirkî,

NEWROZ ATEŞI 1992 Istanbul  Kovar Tirkî û Kurdî (Kurmancî- Dimilî) WELAT 1992 Istanbul Rojname hefteyî, Kurdî (Kurmancî-Dimilî)

SERKETIN 1992 Istanbul Kovar Mehane Tirkî û Kurdî (Kurmancî-Dimilî) DEVRIMCI YURTSEVER GENÇLIK 1992 Istanbul, Kovar mehane,Tirkî,

TEWLO 1992 Istanbul, Kovara hefteyî pêkenok, Kurdî û Tirkî,

AZADÎ 1992 Istanbul Rojname Hefteyî, Kurdî (Kurmancî-Dimilî) û Tirkî, KOMEL 1992 Hunerîye  ya Resamane Kovare,

ÖZGÜR GÜNDEM 30,5,1992 Istanbul Rojname Rojane Tirkî

ROJ 1995 Istanbul, Rojname hefteyî Kurdî û Tirkî

NÛROJ 1995 piştî Roj hat girtin domandina wê ye.

(Li zindanan jî li ser van navan hejmarek yan jî du hejmar kovar derketine: Çandîya

Berxwedan 1984 Diyarbekir,  Çirûska Jîyan 1984 Diyarbekir, Berhem 1984 Diyarbekir, 

Tel Örgü 1988 Ruha,  Dengê Kurdistan 1989 Istanbul,  

Şewqa Berxwedan 1989 Diyarbekir,

Sesimiz 1989 Ankara, 

Serhildana Kurdistan,  ÖNCÜ ÇOCUK 1991 Aydin û Buye Dîlan.

Di her bajarek Kurdistanê de li gor mezinahîya bajêr yek yan jî gelektir rojnameyên herêmî hene, di çarçoveya lênêrînên fermî yên dewletê de derdikevin. Ji ber ku jîyana wan li ser beyanên fermi nin.

Li Ewrûpa jî ewçend kovar û rojname derketine lê gelekan ji wana temen kin bûne. Gelek ji wana li ser navên komeleyên kurd hatine weşandin. Lê dîsa carcaran ji ber rewşa sîyasî ya kurd weşanên komeleyan û rêxistinên sîyasî tevlihev bûne. Ji alîyekîve li Ewrûpa komeleyên serbixwe gelek kêmbûne, ji ber wê jî piranîya weşanan xwedîyê naveroka sîyasî bûne.

Lê hinek ji wan jî tenê çandî û lêkolîner bûne. Hinek ji wan;

KULÎLK 1988 kovara zarokan kurmancî, Swêd,

AYRE Perserokê zivanî, 1987 Swêd Zazakî

MÎRKUT 1995 Swêd Kurmancî mîzahî,

ÇIRA 1995 Swêd  Komela niviskarên Kurd, Kurdî

VATE 1977 Swêd çand û ziman, Zazakî

PÎYA 1988 Swêd, Zazakî

QÎRÎN 1984 Almanya  Kurdî û Tirkî

NIŞTIMAN 1987 Swêd, Kurdî û Tirkî

BÎRNEBÛN  1997 Almanya (Kurdên Tirkîyê  yanê Kurdên Anatolya) Kurdî û Tirkî

DENGÊ YEKÎTÎYÊ, 198? Almanya, Kurdî

TÊKOŞÎNA SOSYALÎST 1989 Swêd  (Têkoşîn)

DENGÊ BAKUR 199? Swêd (PDK-B) Kurdî û Tirkî

VENGÊ CIWANAN 1998 Almanya (PYSK) Kurdî û Tirkî

BERGEH 1989 Swêd, Kurdî û Tirkî

KURDNASÎN 2002 Hollanda, Kurdî û Hollandî

ROJBAŞ 1996 Swêd. Kurdî û Tirkî,

TÊKOŞER 1985 Belçîka, Kurdî

PÎNE  (PKK) Pêkenok

ŞÛJIN (PKK) Pêkenok

Wek tê zanîn Niha li Kurdistana Bakur  piştî salên 90 î televîzyonan jî dest bi weşanê kirin:

MED TV 1996 ji alîyê PKK ê ve pişt re

MEZOPOTAMYA TV

Piştî Televizyona TRT 6 bi fermî dest bi weşanê kir, Dunya TV û hwd. gelek televizyonan cî dan zimanê kurdî û gelek televizyonên kurdî yên muzîkê vebûn. Bi dehan radyoyên herêmî û gelemperî yên bi kurdî li Bajarên Kurdistanê weşanên xwe pêktînin. Niha bi dehan radio û Televizyon bi satelîy û înternetê li her deverên Kurdistanê tên guhdarîkirin û temaşekirin , ew bandorek baş li ziman û çanda kurdî dikin.

Gerek di weşanê de giranîya Radyoya Dengê Erîwanê, Dengê Kurdistanê Radyoya tehranê Beşê Kurdî, Radyoya Bexdayê Beşê Kurdî di warê ziman, sitran û çandî de bandorek mezin li ser Kurdistana Bakur danîne.

Gelek weşan hene ku kurdên perçên cuda bihevre amade dikin. Ev hawe weşanên neteweyî her diçin berfiretir dibin. Ez bawer dikim ku bi berfirebûnîya van weşanên hevbeş wê bibin bingehek gelek girîng di pêşketina hest û helwetên neteweyî de. Wek;

BERBANG (weşana Federasyona Kurdên Siwêd)

HÊVÎ (weşana Enstîtuya Parîsê)

BULTEN (Weşana Enstîtuya Parîsê)

KURMANCÎ (Rojnama Lêkolîna zimanê Kurdî, Zaravayê Kurmancî) Û wd.

Li gor rewşa rojane û teknîka ku bi bezê berbipêş diçe, roj bi roj şûna înternetê di weşanê de girîngtir dibe. Ev hawe weşan her ku diçe dinav welatê me de jî berfire dibe. Ji nihade bi sedan rûpelên kurdî hene. Van rûpelan çi di warê lêkolînan de, di warê çand û ziman de, di her warê rojnamegerîyê de mezin û firetir dibe.  Ev bi xwe xweser cîyê lêkolînek berfire ye.

Arnhem 22-04-2018

Baran Boskan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *