HÛNÊ KENGÎ BİBİN KURD!

Di şevê de tarîya herî zêde, dema nêzîkî şeveqê ye. Gava zayîn nêz dibe, êş di asta herî bilind de ye. Ev liv û tevgera neyarên Kurd û Kurdistanê ya vê demê, di asta herî bilind de ye. Hemî kes û derdorên neyarên Kurd û Kurdistanê, îro ji her rojê bêtir êrîşên xwe dijwartir kirine. Lê ev hewl û kedek beyhude ye. Teqez wê Kurdistana azad û serbixwe ava bibe.

Li her çar perçê Kurdistanê êşa zayînê destpêkiriye. Tevlî ku qaşo hinek partî, sazî û qaşo serokên Kurda ku eşkere bi tundî neyartîya Kurd û Kurdistanê dikin jî şert û merc wê avakirina Kurdistana azad û serbixwe teqez bike.

Li rojava, tevlî hemî hewldan û daxwaza ku Pêşmergeyên Rojava werin Rojava li hember DÎİŞ bitekoşin, lê mixabin PYD îzin neda wan. PYD, bi faşist û nîjadperestên Ereban re hevkarî dike û wan bi navê wan dike nava dilê Rojava. Lê ku pêşmerge dibên em dixwazin werin, li hember DÎIŞê tekoşîn bikin dibêjin; “werin têkevin bin fermana me, çênabe du hêz hebin!..”

Ew hevkarê wan Volqana Ferad û şaxên wê hovên DÎIŞ ê anîn Kobanê û jenosîdek kirêt û hovane kirin. Hîn jî ev kes, partî û qaşo rêberên gelê Kurd dibêjin em dewletek Kurd naxwazin.

Demokrasîya Ereban ya herî bilind û mirovane di DÎIŞê de xwe rêdide(!) Di nava demoqrasî û wekhevîyê çiqas bi DÎIŞê re hevjîyan bibe, `ji Kurda re ewqas dewlet jî ne pêwist e`.

Ev hovîtîya Ereban û nûnerê wan DÎIŞ, yekîtîya Kurda û avakirina Kurdistanê teqez dike. Heta ku Kurd nebin yek, hêza xwe nekin yek û dewleta Kurd daxwaz nekin, wê DÎIŞ jî hebe û Kurda qir bike. DÎIŞ wenda bibe jî, wê rêxistinek jê xerabtir bê û Kurdan qir bike. Xelasbûna ji DÎIŞ û hêzên mîna wê, tenê bi serxwebûn û avakirina dewleta Kurdistanê pêk tê.

Kurdistanê navêjin `teneka galaşê`, deynin ser serê xwe, ji xwe re bikin armanc, tevlî hêz û gelê Kurd bibin! Ev ked û berdêla ku gelê Kurd dide, bila belasebeb neçe! Bila bi Kurdistana azad û serbixwe bê pîrozkirin! Ked û xwîna gelê Kurd pîroz e, ji bo qantonan û qaşo demoqrasîyê nayê dayin. Ku hûn vê ked û xwîna gelê Kurd belaş bidin û pê re xiyanetê bikin, destên gelê Kurd wê di qirika we de be. Ji bo demoqrasî û wekhevîya bi derewan, tu kes lawê xwe an qîza xwe nade kuştin. Tew ev demoqrasî û wekhevî bi Ereban re be!..

Divê hêzên Kurd navbera her sê qantona vekin. Vê qorîdora bigihînin Derya Spî û federasyona Kurdistanê ava bikin. Ne bi Ereban re, lê bi Kurda re federasyonê ava bikin. Ev ji berjewendiya Kurda ye.

Bi neyarên Kurda re, ne demoqrasî, ne wekhevî û ne biratî nebûye û nabe jî. Ew dibêjin, “em ne wekhev û ne jî bira ne!” Ew komkujiyê pêk tînin, em dibêjin em bira ne! Ew dest dirêjî namûsa gelê Kurd dike, li sûk û bazaran wek kole jinên Kurd difiroşin; em dibêjin em bira ne! Ew kuştin, talankirin, koçberkirin li ser me ferz û helal dikin, em dibêjin em bira ne! Vê biratiya vala û xerabe bihêlin!

Kurdistanê ava bikin, dewleta Kurd çêkin, paşê kî dibe bira wê bibe, yê nebe jî ji xwe nuha jî ne bira û ne dost e jî!..

SEROKATÎYA BAŞÛR

Mijara duyem ku ez dixwazim bînim ziman jî pirsgirêka serokatîya Başûr e. Tevli balyozê Îranê palemana Kurdistanê bi hinek partîya civîya û serokatîya heremê gotûbêj kir. Ev ne helwestek rast e û ne ji berjewendiya Kurda ye.

Peyvek pêşîya dibê: “Gava mero ji çem derbas dibe, hesp nayê guherîn!” Di vê pêvajoya rizgarî û avakirina Kurdistanê de tekoşîn, ked û xebatên ku birêz BARZANÎ kirine, divê bigehê armanca xwe û di her şert û mercî de Birêz BARZANÎ serokatîya xwe bidomîne. Ji bo vêya jî çi pêwist be divê bê kirin.

Ji ber hewl û kirinên neyarên Kurda mero têdigihêje ku serxwebûna Kurdistanê nêzîk e. Neyarên Kurda, kî di dawa wan de çi kevir hebe davêjin. Her çar dagirkerên Kurdistanê, di nava hewleke mezin de ne.

Her dewlet hevalbendên xwe dikin nava xebatek mezin. Li Bakur, hinek hêzên tarî hevalên xwe dikin nava şerekî giran de. Dixwazin hereketa Kurdî ji bin qontrola wan dernekeve.

Ew kesên ku digotin: “Me bixwesta, me karibû deh dewlet ava bikira, me Kurdistan avêt teneka galaşê, em dewletê naxwazin, di nava tuxûbê her çar dewletan de Kurd dinava demoqrasîyê de bila bijîn…” û wd… Çima nuha carek din dikevin nava hewlekê û li himber dewleta Tirk şer dikin. Ji bo demoqrasî ne pêwist e berikek tenê jî biteqe!…

Li her çar perçê Kurdistanê, divê Kurd pêşmergên xwe têxe tevgerê û qontrola tekoşîna xelasîyê têxin destê xwe.

Ev pale û zilamên xelkê jî divê rojek berî rojekê ji vê şaşîya xwe vegerin bibin Kurd. Gelê Kurd lêborîner e, wê ev şaşiyên heta nuha hatine kirine ji bîr bike û wan efû bike.

Ku em bibin Kurd, dewletên navnetewî jî wê me bixin dewsa mirovan û wê ji me re piştgirîya xwe bêhtir bike!..

Ku Kurd bibin Kurd dewletbûyîn pir hêsan e!..

Ka tavilê em li xwe vegerin û bibin Kurdddd!..

03.07.2015

Mihemed Mêhdî NECÎRVAN

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir