Hiqûqa kolonyalist / Dîlgirtina 3 peyamnêrên Arknews û Rêbaznewsê…

Îbrahîm GUÇLU

Di Dadgeha Asliyê ya Sizayê ya 4.emîn de doza min di 07.03.2002an de hat meşandin. Di encama doza min de dadgehê siza da min. Berîya ku dadgeh min siza bike, min parêznameya xwe ya siyasî û neteweyî pêşkêş kir. Min di lêpirsîna dozgerê Diyarbekîrê û di dirûşmaya yekemîn ya lêpirsînê de jî parêznameya xwe ya siyasî pêşkêş kiribû. Min ew parêznameyên xwe û bûyerên di dadgehê de qewimî bûn, bi raya giştî ya Kurdistanê re parve kir. Loma ez naxazim ku wan mijaran dubare bikim. Bes ez dixwazim çend mijarênn girîng diyar bikim.

1-Min dadgehê dewleta Tirk rewa qebûl nekir. Min gelek aşkere got ku mafên dadgehên Dewleta Tirk tune ye ku kurdan û min dadgeh bikin.

2-Min gelek aşkere diyar kir ku dadgeh hiqûqa dagirkerî û kolonyalîstî ya dewleta Tirk pêk tîne. Loma jî ji bona kurdan ne rewa ye.

3-Min heta dawî nêrînên xwe yên di nivîsa xwe ya malpera Kurdistan24an de hatibû çap kirin, parast. Li dadgehê, di parêznameyê de, min ew nêrînên xwe bi belgeyên dîrokî jî dewlemend kir.

4-Min ji dadgehê beraat nexwest.

5-Min diyar kir ku ev doza di derbarê min de hatiye vekirin û didomîne, divê ku di hiqûqeke xwezayî û demokratîk û normal de nebe. Loma jî vekirin û domandina vê doza ne di cî de ye. Divê ku doz ji holê rabe.

                                             ***

Piştî ev nerînên xwe ez dixwazim ku hiqûqa kolonyalîst ya Dewleta Tirk piçekî din zelal bikim. Ji bona vê yeke, divê ku di destpêkê de statuya kolonyalîzma Dewleta Tirk tespît bikim.

Guman tune ye ku dewletek emperyalîst û kolonyalist, dema welatek dagîr kir û hukumranîya xwe ava kir, li wan welatan dezgehên xwe ava dike; dezgehên xwe yên leşkerî, civakî,  hiqûqî ava dikin. Li welatên dagir dikin, sîstema kolonyalîst ava dikin. Di lîteratura siyasî de jî, ji vê statuyê re tê gotin ku sîstema klasîk a kolonyalîst. Di sîstema klasîk ya kolonyalîst de, wek mîsal Îngîltereyê li Hîndîstanê, hebûna neteweya Hîndû, tune qebûl nekiriye, çand û zimanê Hîndûyan qedexe nekiriye. Bes ji bona desthilatdarî û hukumranîya xwe rêvebirên Hindistanê yên ku gorî wan Hîndîstanê birêve bibin tespît kiribûn. Yanî ji aliyê îdarî de, girêdayî xwe desthilatdarîyek ava kirin.

Îngîltereyê, hiqûqa xwe jî gor wan şertan ava kir û meşand. Hîndû, ji bona ziman, navê welatê xwe nehatine darizandin û siza kirin.

Li Bakûrê Kurdistanê û heta tevayî Kurdistanê, statuya klasîk ya kolonyalîst jî tune ye. Li Kurdistanê statuyek tune ye. Neteweya Kurd û Kurdistan û hemû hêjayîyên neteweya kurd tune hatine qebûl kirin.

Dewleta Tirk kolonyalîst û dagirker, gor vê hişmendiyê û îdeolojiya fermî ya dewletê li Kurdistanê hiqûqekek ava kir û meşand.

Gor vê hiqûqê, di destpêkê de hemû kurd tewanbarên potansiyel in. Her kurdek dema bibêje zimanê min kurdî ye û bi kurdî qise bike; bibêje ku “ez kurd im” û “kurd neteweyek e”; bibêje ku “Kurdistan welatê min e”; “bibêje “ala Tirkan ne ala min e”; bibêje ku “ez mafên xwe yên neteweyî daxwaz dikim”; bibêje “ez merşa xwe ya milî dixwînim û merşa Tirkan ya milî nexwînim; nebêje ku “ez ne Tirk im”, tewanbar dibe. Dadgeh dibe û siza digre. Gorî deman jî giranîya sizayan tê guhertin. Di demên awarte û darbeyan de sizayên kurdan giran dibe.

Dema ku kurd ji bona mafên xwe serhildanê bikin, ew kesên ji serhildanê re pêşengî bikin û ew kesên beşdarî serhildanê bibin tên kûştin, tên îdam kirin. Hiqûqa dewletê dibe hiqûqa qetlîamê, hiqûqa valakirina Kurdistanê, hiqûqa Kurdistan bê kurd hîştin e,  hiqûqa sirgûna komî ye.

Dadgeh jî gor deman tên ava kirin. Carna dibe “Dadgeha îstîklalê”, carna dibe “Dadgeha Ewlakarî ya Dewletê, carna dibe “Dadgeha îdareya awarte”, di vê qonaxê de jî “Dadgehên Siwîl” in. Ez jî bi destê “Dadgeha Siwîl” hatim darizandin û siza kirin. Gelek kurd jî di van dadgehan de tên darizandin û siza kirin.

Ev dadgehan hiqûqa kolonyalîst ya dagirkerî tetbîq dikin.

PEYAMNÊRÊN TELEWÎZYONA ARKNEWS-Ê Û AJANSA RÊBAZ-Ê DIVÊ BÊ QEYID ŞERT SERBEST BIBIN…

PKK/PYD, li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî çapemenîya Kurdistanê demekî dirêj e ku şer dike. Wek tê zanîn, demekê buroyên telewîzyona Kurdistan24-an hatin girtin û peyamnêrên wan binçav bûn. Li hemberî peyamnêrên Telewîzyona Rûdawê êrîş kirin û li peyamnêrên wê êşkence kirin. Ev helwesta wan her dem domdar bûye. Di van rojên dawîyê de, li hemberî çapemenî, telewîzyon, ajansên Rojavayê Kurdistanê di nav şerekî dijwar da ne. 3 Peyamnêrên telewîzyona ARKNEWSê û Ajansa RÊBAZê dîl girtin. Ciyê wan ne diyar e.

Malbatên peyamnêran, kurdperwer, dezgehên wan di nav tirseke mezin de ne ku tiştek bê serê wan û ew bên kûştin.

1-PKK, sedema girtina wan, sixûrîya-ajantiya Dewleta Tirk nîşan dide. PKK/PYDê bi xwe xulamên dewletên kolonyalîst yên dagirker; Dewleta Îranê, Iraqê, Sûriyeyê, Emerîkayê, Rûsyayê wekî din in. Lê dixwazin ku ji xwe re hevalan çêkin. Tê zanîn ku PKK di destpêkê de wek dewlet û organîzasyona Dewleta Tirk ava bû, rêxistinên Kurdistanê gelek aşkere li dijî Dewleta Tirk bûn, lê ew wek sixûrên dewleta Tirk nîşan didan. Bi wê sedemê, ji bona êrîşên xwe dîmenekî hêsan û rehet pêk dianî..

2-PKK/PYD, dixwaze bi serok, îdeolojî û partiya xwe li ser Kurdan, bi rêya ne demokratîk û bi encama tasfîyeya hemû rêxistinên, bi tena xwe xweser û hikumran be. Wê demê dikare baştir xizmetî dewletên dagirker bike û kurdan tune bike. Loma jî dixwaze ku di çapameniyê de jî bes monopoliya wan û dîktatoriya wan hebe. ARKNEWS û Ajansa RÊBAZê, çapemenîya din ya Kurdistanê û Kurd dîktatorî û monopoliya wan dişikîne. Lome jî PKK/PYD, li hemberî çapemenî, telewîzyon, ajansên Kurdistanê êrîşker in. Loma jî peyamnêrên ARKNEWSê û Ajansa REBAZê dîlgirtine.

3- PKK/PYD, xizmetkarîya dewletên kolonyalîst dike. Navê Kurdistanê guhertîye, kiriye Bakûrê Sûrîyeyê. Xizmetkarê rejîma baasê ye. Leşkerê bi pere yên Emerîkayê ne. Zarokên kurd direvîne, dike leşker. Gendalîyê dike. Dest dide ser mal û mikê xelkê û talan dike.. Kurdistan kiriye cîwarê ereban. Bi awayekî milîtarîst û şidetê îzin nade ku partiyên Kurdistanê xebata xwe bimêşînin. Siyasetvanên kurd û berpirsiyarên partiyên Kurdistanê digre, hepis dike û êşkence dike. Buroyên partiyên Kurdistanê û yên ENKSê dişewitîne.

Lê van rastiyan bi çapemeniya xwe û bi derew û bi manîpulasyonan bi awayekî din nîşan dide. Rastîyan berevajî dike.

Telewîzyona ARKNEWSê û Ajansa Rêbazê, hemû çapemenîya Kurdistanê û Kurd,  rastîyan dibêje. Derewên PKKê deşîfre dike. PKK/PYDê, vê helwestê ji bona xwe xeter dibîne. Loma li hemberî çapemenîya Kurdistanê êrîşkar e. Peyamnêran wan digire.

4-PKK/PYD, guman tune ye ku dijminê hemû çapemenîya Kurdistanê ye. Ew dixwaze ku hemû çapemenîyê bêdeng bike. Lê çapemenîya Rojavayê Kurdistanê, ji bona xwe xetertir dibîne. Loma jî payemnêrên ARKNEWSê û Rebazê di bin xeterîyeke mezin da ne. Loma jî Hikûmeta Kurdistanê, hemû partîyên beşên Kurdistanê, her kurdek li welêt û li dervayî welêt li payemnêrên Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.

Divê ku ENKSê vê mijarê bigihîne berpirsiyarên Emerîkayê.

Lewra Emerîka û hevpeymanên Emerîka, Fransa û hemû dewletên din, bi her awayî ji PKK/PYDê berpirsiyar in..

5-Divê ku ev pirsgirêk ji dezgehên navneteweyî yên çapemenî re jî bê pêşkêş kirin. Destwerdana wan bi rêya Emerîkayê bê xwestin.

6- Divê her kurdek daxwaz bike ku PKK/PYDê bê qeyid û şert peyamnêrên ARKNEWSê û Rêbazê serbest berdin.

Diyarbekîr, 11. 03. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *