Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, September 24, 2018

HEVBEŞÎ Mûhammed Mêhdî NÊÇÎRVAN

Çend peyman hatin çekirin ji bo yekîtî û yek hêzê; lê hemî jî têk çûn û pûç bûn! Ji ber ku ev kesên karmendên xelkê hevbeşîyê (şirîkanî) nizanin. Belkî jî hevbeşî ne li gorî berjewendiyên wan û xwediyê wan e!..

Ev kes û derdor ku kurd bûna kurd perwer bûna, bi her awayî wê hevbeşî bikirana û li ser berjewendiyê kurd û kurdistanê wê yekîtî û hevbeşî çêbiba û wê bimeşîya biçûya serî jî. Lê mixabin ev kesana, ev sazîyana, ev rêxistinana ne kurd in; ne kurdperwer in; heta mero kare bêje dijminê  kurd û hemî nirxên kurdewarî ne jî.

Di her fersend û di her warî de jî van helwest û biryarên xwe bilêv dikin. Her roj qaşo serok û rêberekî wan dibêjin em dewletek kurdî naxwazin. Dewleta kurdî ne pêwist e. Xweseriya demoqratîk (Ev çi ziqume ji xwe kes nizane û li ser rûyê dunyê mînakek wê tuneye û çenabe jî) besî kurda ye. Di nav van dewletên faşîst û netewî de kurd wê ji wijdan û mirovatîya wan ya tüne re bimînin. Wijdan, mirovatî, muslumanî û demoqrasîya wan wa ye bi DAİŞ ê xwanê dike.

Serokên dewletên Ereba, nuha li ser leşkerên hevbeş nîqaş dikin. Wê ji çil hezar kesî leşkerê bejayî û ezmanî avabikin. Ev ceyş, wê li hember terorîstan têbikoşe.

Ji ber veya, faşîstî, nemirovatî û neteweperestîya vana divê kurd rojek berî rojekê dewleta xwe ya serbixwe avabikin. Ku dewletek kurdî ava nebe, di pêşerojê de ne kurd ne kêşeya kurd dimîne. Kurd wê ji ser rûyê dunyê wenda bibin. Tê xwanêkirin helwest û armanca hin der doran tunebûna kurda ye…

Qaşo serok û rêberek her roj derdikeve ser tv`yan û dibêje: “Ez hêvîdar im ku BARZANÎ ji helwesta xwe ya şaş rojek berî rojekê vegere û dev  ji avakirina dewleta kurdi berde. Her kurd, di nav dewleta ku lê, di nava demoqrasî de bijî, ji bo kurda bes e!”

Qaşo serok û rêberê din, ji bo heman tişt û helwestê her roj ji BARZANî re qasid û nameyan dişîne.

Hatina demoqrasî, wekhevî û jiyana bi hev re wekhev, li rojhelata navîn ne mumkin e. Rakirina sînoran tu carî nabe.

Ji xwe kurd nikarin cilika xwe ji avê derxin, derde xwe nikarin çareser bikin, îja wê rojhelata navîn û dinyê çawa rizgar bikin.

Bapîra min digo “Rovî naçi kuna xwe, hejek jî bi dûvê xwe ve girêdide!”

Qaşo serok û rêberên kurda jî di bin barê xwede nikarin rabin, barê hemû dinyê digrin ser xwe. Lê bi rastî dixwazin derd û mesela kurda têk bibin, wenda bikin. Kurda biqelînin.

Ev kes û derdorên ku li Kurdistana Başûrêrojava, qaşo serok û rêber in, hevbeşî û yêkîtiyê çênakin, nahêlin yekîtî çêbibe; ev helwest ne kurdîtî ye û ne jî kurdperwer ye. Temamê peymanan û saziyên kurdewar pûç dikin û têk dibin. Ev kesana, mehanîyê xwe, mîna DAİŞ ê ji rejima ESED distînin.

Mêhaniyê asayiş û rêveberên qantona û mehanîyê DAİŞ ê ESED di de. Ji xwe çek û teqemeniyên wan ji ku tê xwanê ye.

Ji bilî vana, hemî kes sazî partî û rêxistinên kurd, divê rojek berî rojekê dev ji berjewendî û hesabên biçûk berdin, yekîtiya xwe çêbikin, bi hevbeşî têbikoşin û Kurdistana serbixwe avabikin.        Sibehê dereng e, hûn Kurdistanek li ser tekoşîn bikin û kesê kurd ku tekoşîn bike nabînin.

Ku mijara gotinê KURDİSTAN be, hûrgulî ne bi nîrxin. Kursî û serokatî ji bo kurd û Kurdistanê ye. Ku kurd û Kurdistan nebe, ma tê bi kursî û serokatiyê çi bikî?..

Her tişt ji bo kurd û Kurdistanê! Nakokî û berjewendiyên biçûk bihêlin! Serokno rêberno werin ser rêya rast û kurdewarî!..       03 NÎSAN 2015

Hinek nivîsên din:

Nerîna te