HETAWÎ KURD / YEKBÛN

Siddik BOZARSLAN

HETAWÎ KURD (Stanbol 1913)

Piştî ku Rojî Kurd ji alîyê hukumetê ve hatîye girtin; Komela HÊVÎ,  desyt bi derxistina Kovara Hetawî Kurd kirîye. Hetawî Kurd, kovareke mehane ya edebî bûye û bi Kurdî û Tirkîya Osmanî weşanê kirîye. Di rûpela ewil ya jimareya pêşîn da rismê Abdurrahman Paşayê Baban hatîye belavkirin. Li gora haydarîyên Tarik Zafer Tunaya ku jimareya pêşîn wî bi xwe dîtîye; xwedîyê îmtîyazê û mudûrê mesûl, Baban Abdulazîz e ku Celîlê Celîl jî dibêje ku sernivîskarê Hetawî Kurd Abdulazîz Baban bûye.

Li ser girtina Rojî Kurd ji alîyê hukumetê ve, tespîta Abdulazîz Baban gelek balkêş e ku bi Kurdîya Jêrîn derçûye û Cemal Xeznedar wê neqil kirîye, ev weha ye:

”Mezinê me Seyîd Ehmed Efendî…. Li ser daxwaza Şêx Evdilqadir Efendî weşandina Rojî Kurd hat sekinandin, nûha li şûna wê Hetawî Kurd tê weşandin.”

”Bi tevayî xwendekarên Kurd ên ku li Universiteya Stanbolê dixwendin, bi nivîsên xwe tê da beşdar dibûn û bi gotarên xwe yên edebî, tarîxî û bi honraweyên (menzûmeyên) Kurdî alîkarîya wê dikirin.”

Di jimareya pêşîn da di bin navê ”Ji nivîskarên Hetawî Kurd ra!” nivîseke Abdullah Cevdet derçûye ku weha şîretan kirîye:

”Jibo xortên Kurdan rîya herî rast ew e ku mamostatî yan jî muessîsîya dibistana seretayî (îbtîdaî) ya gundekî Kurdan, ji qeymeqamî û mudurîya cîyekî din tercih bikin.”

Ji ber ku Hetawî Kurd organa HÊVÎ bûye; dema serferberlig tê îlankirin, hukumet komelê digire û endam û rêvebirên komelê rêdike eskerîyê jibo şerê Cîhanî yê Yekemîn û bi vî awayî hem komele û hem Hetawî Kurd tên rawestandin ku ev rastê 1914´an têt. (Malmisanij û M. Lewendî, eynê eser, r. 61-64)

 

YEKBÛN (Stanbol 1913)

Ev kovar jî ji alîyê Komela HÊVÎ ve hatîye derxistin. Jimareya wê ya 2´yê di 19´yê îlona 1913´an û ya 3´an jî di 30´yê îlona 1913´an da derçûye. Yekbûn, bi Kurdî û Tirkî derçûye û tenê çend jimare derketine. Jimareya 3´yan 4 rûpel û bi Kurdî û Tirkî bûye. Abonetîya salê 35 quruş, abonetîya mehê 20 quruş û nusyek jî 10 pere bûye. Di hefteyekê da du caran derdikeve, têkilî siyasetê nabe. Mudurê mesûl: Îbrahîm Kurdî ye. Amanca wê: ”Di nav koma civata Osmanîyan da danasîna Kurdan û bilindkirina qedr û qîmeta wan e.” Di jimareyên 2 û 3´a yan da van îmzayan hatine xebitandin: F. N., M. H., M. S. Azîzî, M. Salih Bedir-Xan. Çend pasaj bi îmza Muncî Kurdî ji sergotara kovarê weha ye:

”1. Ji ber ku di nav Kurdan da hejmara xwendeyan gelek kêm e, divê alfabeyeke hêsan bête çêkirin.   2. Divê ku xort nekevin nav îhtîrasa siyasî.                                                                                                         3. Divê ku xort, xizmeta jibo milletê wek şerefa herî bilind bizanin.”

Dîsa Muncî Kurdî di jimareya 2´yan da ji ayetên Qur´anê numûne dide û weha şîret li xortan dike:  ”Herkesê ku xwedî hişê Muhammedî be, divê wekî ku hîç namire, hertim xizmeta milletê xwe bike.”

Dr. Kemal Mezher Ehmed di derbarê kovarê da weha nivîsîye:

”… Xwendevanên Kurd ên li Stanbolê, Komela Hêvî´yê damezrandin û di sala 1913´an da dest bi belavkirina Kovara Rojî Kurd kirin. Her di wê dewrê da kovareke dî bi navê Yekbûn derket.”

”… Wextekê, berrêz Rewşen Bedir- Xan, jina Celadet Bedir-Xan, ew gotarên bi Tirkî yên ku di Kovara Yekbûn û Rojî Kurd da hatibûn belavkirin dan min. Piranîya wan gotaran ji alî bavê Rewşen Xanimê, Salih Bedir-Xan ve hatibûn nivîsîn.”

Di jimareya 2´yan da Yekbûnê weha nivîsîye: ”Her çiqas tu tiştekî me ji gelên dî nekêmtir e jî, hîna me nikaribûye desthelat û karîna xwe di jîyanê da nîşan bidin, çimkî bi carê da em nexwenda û nezan in.”

Di jimareya 3´yan da jî kovarê weha nivîsîye: ”Bi kêmanî divê ji %40 yan %50´yê Kurdan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û jibo bicîanîna vê mebestê jî Yekbûn xîtabî xortan dike û vê yekê ji wan dixwaze: `Destê xwe ji xweşîya jîyanê hilgirin` û berê xwe bidin ber bi çîyayên bilind û hênik ên Kurdistanê, bibin mamosta û rêberê milletê.”  (Malmisanij û M. Lewendî, eynê eser, r. 58-60)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *