Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

HATİNA RÊZDAR BERZANΠ

Van rojanan welat di rewşek pir nazik, aloz û xeter de ye. Neyar hemî karê xwe bi hêz û berz dikin. Ji xwe ev karê wan e divê bikin û camêra dikin jî. Lê mixabîn kurd ne mîna wan e, di asta herî kêm jî de karê xwe nakin.

Ku mero ji kê pirs bike; divê pêwist e yekîtîya netewî ava bibe. Lê tu kes ji bo yekîtîyê gav navêje. Hemî hêzên netewî, divê tavilê bibin yek û ji gel re bibin alternatîfa hêzên ne netewî.

Ev partî û rêxistinên netewî û neteweperwer, hûrik hûrik, hindik û biçûk di rewşa xwe de dimînin; ne dibin hêz, ne dibin hêvî, ne dibin alternatîf.

Di nava van partîkanan de û serokê van partîkanan de, nexweşiya hizbî bi tundî heye. Belkî ev serokanan ji mezinbûna partîya xwe metirsîdarin. Ku partî mezin bibe, dibe ku ji qontrola wan derkeve û ew kursiya xwe wenda bikin. Ya jî sebeba ne yekbûna wan, li hev neparkirina rantê ye. Belkî jî destê neyar an jî destê partiya karmendên neyar, di nava van partiyanan de hey e… Lê yekîtî jîyan e….

Lê ku mîlyonek sal tu di vê pozisyonê de bimîne û serokê ve partîka biçûk be, wê çi li te zêde bibe û tê çi bi dest bixe? Lê tu vêya baş zanibe, ya aniha hûnê bibin yek, Kurdistana azad û serbixwe ava bikin û tû û hemî kesên mîna te bibin beg, wezîr, serdest û azad an jî sibehê ne gel dimîne, ne welat dimîne û ne kursî dimîne! Yan nuha, yan ne tucarî! Ku yekîtiyek çê bibe, wê mîna goga berfê di demek pir kin de mezintirîn bibe û bibe alternatifa partiya ne netewî û neyarê Kurdistanê.

Rêzdar BERZANÎ hat û bi hemî nûnerên partiyên kurd re hevdîtin pêk anî. Ez hêvî dikim, ev bibe sebeb û rêya yekîtîya partîkên kurd, bibe yekîtiya netewî.

Ku yekîtî îroj çênebe, sibehê wê pir dereng be û wê fersend ji dest revîya be. Ji bilî karmend û hevkarê xelkê, divê hemî kurd, partî, sazî, neteweperwer, al û xakperwer û demoqrat li ser nirx û tekoşîna netewî bibin yek!..

Li BaşûrêRojava, ew hêza hevkar û karmendên ESED, nahêle pêşmergên rojava derbasî rojava bibin. Roja Ala Kurdistanê êrîşî kesên al rakirin kirin, dijminaya xwe li himber alê bi awayekî tund rêdan. Di nava avê de maddeyekî kîmyayî hebû: Ew av gihaşt kudera mirovan şewitand, reşkir û kir birin! Yên beşdarî şahiya alê bûbûn, hatin binçav kirin. Patronê wan ESED jî, bi vê hovîtîyê êrîşî alê nekiribû!..

Alîkariya ji xêrxwaza Berzanî hatibû, nehiştin ku bê belav kirin. Gotin ya hûnê amblemên sazîya Xêrxwaza Berzanî rakin ya jî em nahêlin hûn bên BaşûrêRojava û alîkariyê belavbikin.

Bi awayekî tund, eşkere û dijminayî, neyartiya hemî nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê dikin. Hin derdor jî hîna vê helwesta wan, nabîne ya jî vedişêre. Evana bi awayekî eşkere, raste rast dijminaya kurd û Kurdistanê dikin…

Li himber serxwebûn û azadiya Kurdistanê, ev hêz û qaşo serokê wan astenga herî mezin in. Vê helwesta xwe li her platformê bi lêv dikin jî.

Di her nivîsa xwe de ez giringiya yekîtîyê bi lêv dikim. Lê yekîtî divê çêbibe. An na netewa Kurd wê tune bibe.

Her kes, her derdor, sazî, rêxistin, rewşenbir, Kurd û kurdperwer, divê li himber xendekan û rûxandina Kurdistanê, kuştina kurdan, bi awayekî bi biryar derkevin.

Di salên nodî de, gund û xwezaya Kurdistanê wêran kirin. Nuha jî bajar û dîroka Kurdistanê wêran dikin.

Ev xendek, gelo çima li deryê başûr çêdibe? Gelo ev tesadufek e ya bi zanebûn û bi plan e? Çima Nisêbîn, Cizîr û Silopî, Kerboran û Sûra Amedê wek çeşnî hat neqandin!? Gelo dixwazin deriyê Başûr bigrin, zerar û ziyanê bidin Başûr?..

Car caran tiştên ku mero rexne dike, aligirê wan dibên: “ev ne rast e, ewqas dijminayî jî nabe!”

Parlamenterek wan (Nursel Akdoğan) di gotarek xwe de go: “tenê birêz Apo û PKK li himber Kurdistana serbixwe asteng in û nahêle ava bibe!” Ev gotin, stratejîya wan bi awayekî eşkere û bê şik li ber çavan radixe…

Hêvî dikim ku li ser vê mijara yekîtîyê bes binivîsim. Yekîtîya partî û kesên neteweperwer, xakperwer û Kurd û Kurdistan perwer pêk were; bibin hêz, bibin hêvî û bibin alternatif!..

Ku partî yekîtîyê pêk nînin, divê hemî kesên Kurd û Kurdistan perwer, ji pey wan vegere, wan bi tenê bihêle, bila biçûktir bibin!..

Hêvî dikim, qet nebe, bila vê sala bibe sala serxwebûna Kurdistana Başûr!

Hêvî dikim ku rêzdar Berzanî referandûmê çêbike û serxwebûna Kurdistanê îlan bike!

03 ÇİLEYÊPAŞÎN 2016

Nerîna te