Hassan Arfa di 1895an de li Tiflîsê ji dayik bûye û di 1983an de li Monte Carlo, li qraliyeta Monaco
çûye dilovaniya xwe; generalekî Îranî û Balyozê Xanedana Pehlewî bû. Iranîstekî li ser Kurdan jî
lêkolîneke Dîrokî û Siyasî kiriye; Hassan Arfa. (London: Oxford University Press, 1966, rupel 178).
General Hassan Arfa, ew kesayetekî pêşeng di tora leşkerî ya Brîtanî li Îranê de bûye û hem wekî
leşkerekî û hem jî wekî dîplomatekî xwedî ezmûneke dûr û dirêj bo pirsgirêka Kurd e. Wî bi salan li
navçeyên sînorî yên Îranê li dijî Kurdan şer kir, lê bi piraniya serokên Kurd, ku dijberên wî yên berê
bûn, têkiliyên dostane domandiye. Ew ji 1944-1946an Serfermandarê Artêşa Îranê û ji 1958-1961an
Balyozê Tirkiyeyê bû. Wî lêkolîneke dîrokî û siyasî li ser Kurdên li Tirkiye, Îran û Iraqê heta niha
nivîsandiye û gelek serhildanên ku ji aliyê Kurdan ve li dijî Hikûmetên van hersê dewletan/welatan
ji ber sedemên welatparêzî, olî an jî sedemên din ên biçûktir hatine kirin, bi berfirehî dinirxîne.
Lêkolîna wî gelek rastiyên hindik – zanîn li ser guhertinên vê nijada çiyayî ya şerxwazî eşkere dike.
Hesen Arfa li Tiflîsê, Gurcistanê (wê demê beşek ji Împeratoriya Rûsyayê bûye) ji dayikeke Anglo-
Rûs û bavekî Îranî ji dayik bûye. Dayika wî, Ludmilla Jervis, keça dîplomatekî Brîtanî ye û jineke
Rûs ya ji malbata arîstokrat ya Demidov bûye. Bavê wî jî, Reza Han Arfa Danesh, dîplomatekî Îranî
yê û Gazî/Xazî bûye, ku li Tiflîsê li Gurcîstanê wekî Konsulê Giştî kar kiriye; paşê wekî Balyozê
Tirkiyê û Rûsyayê kar kiriye. Dê û bavê Arfa di sala 1900an de, piştî ku Hassan Arfa û dayika wî
koçî Parîsê kiribûn, ji hev veqetiyane, lê bavê wî li Ewropayê ji wan re xanîyên rehet peyda kirine.
Arfa perwerdehiya xwe ya zû ji mamosteyên perwerdeyî wergirt û paşê li Swîsre, Parîs û Monakoyê
beşdarî dibistanên taybet bû. Di sala 1914an de destpêka Şerê Cîhanê Yekem de, ew tevlî Pasvanên
Împeratoriya Îranê bûye, û di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem de, wê rêxistinê perwerdehiya wî
wekî efserê siwariyê bi artêşa Swîsreyê re piştgirî kiriye. Ew di sala 1920an de tevlî cendermeyên
Îranê bû û paşê tevlî artêşê bûye. Wekî efserê siwariyê, wî li dijî eşîrên serhildêr li Azerbaycanê,
Kurdistanê, Luristanê û di salên 1920an de kampanya kiriye û bi lez di rêzan de bilind bûye.
Hassan Arfa cara yekem di destpêka kampanyaya li dijî Kurdan ya di sala 1921an de bi Reza Şah
Pehlewî (1926-1941) re hevdîtin kiriye, ku wê demê ew Wezîrê Şer bûye. Karakterê bi hêz yê Reza
Şah bandoreke kûr li ser wî hiştiye û Hassan Arfa di tevahiya jiyana xwe de piştgirekî dilsoz yê
Pehlewî ma. Di sala 1923an de, Hassan Arfa bi Hilda Bewicke re, balerînek Brîtanî di Baleya Rûsî
ya Sergei Pavlovich Diaghilev de, ku ew li Monako’yê nas kiriye, zewicî ye; keçeke wan bû, Leyla.
Piştre, di sala 1926an de wekî ataşeyê leşkerî li Londonê serdanek kurt kiriye û ji 1927 heta 1929an
beşdarî ‘Koleja Karmendan’ ya Parîsê bûye. Piştî perwerdehiya xwe li Fransayê, ew gihand pileya
teğmen-albay û fermandarê Alaya Siwarî a Pasdarên Pehlewî ya nû damezrandî hate danîn, ku wî
ew veguherand yekîneyeke pir dîsîplîn û profesyonel. Reza Şah ew kiriye fermandarê ”Akademiya
Leşkerî” û di sala 1932an de ew gihandiye pileya kolonelî. Di sala 1934an de Arfa bi Reza Şah re di
serdana wî ya fermî ya Tirkiyeyê de bû. Di sala 1936an de ew wekî mufetîşê giştî yê siwarî û hêzên
çekdar hate tayînkirin û di sala 1939an de bû general. Di dema Dagirkirina hevbeş a Îngîlîz-Sovyetê
a Îranê de di Tebaxa 1941an de, şah Hassan Arfa wek serokê erkanê tayîn kir berpirsiyarê parastina
Tehranê. Piştî ku Brîtanî û Sovyetê artêşa Îranê têk birin û Reza Şah neçar kirin ku dev ji text berde,
kur û cîgirê wî, Mihemed Reza Şah Pehlewî (1941-1979), Arfa wek serokê îstîxbarata leşkerî tayîn
kir.
Arfa di salên 1940 û 1950an de tevlî siyaseta neteweyî bû. Wekî ”Serokê Serfermandariya Giştî” ji
1944an heta 1946an, wî destûr da ku çekan bidin eşîrên Şahsavan yên ku li dijî hikûmeta xweser ya
Azerbaycanê bûn. Di destpêka 1946an de, Hassan Arfa di berhevkirina îmzeyên parlamenteran de ji
bo daxwaznameyeke ku piştgirîya giliya Îranê li ber ”Konseya Ewlekariyê” ya Neteweyên Yekbûyî
dikir ku hêzên Sovyetê li dijî peymana vekişînê bakurê Îranê dagir kirin de rolekî girîng lîstiye.
Kiryarên Hassan Arfa wî xistin nav koma rêberên siyasî ku meyla wan hebû ku di polîtîkayênSovyetê de, niyetên xerab lê di polîtîkayên Brîtanî de niyetên xêrnexwaz bibînin. Siyasetmedarên
alîgirê Sovyetê/dij-Brîtanî Hassan Arfa di parlamento û çapemeniyê de şermezar kirin û di encamê
de Serokwezîr Ahmed Qewam israr kiriye ku Hassan Arfa ji posta xwe ya serokê serfermandariya
giştî were dûr xistin. Di sala 1946an de, Hassan Arfa heft mehan di girtîgehê de ma ye. Di herî
dawiyê de wî beraet kiriye/ tavayî fîhêlbûyê, lê di 1947an de bi lez û bez ji erkê çalak teqawît bûye.
Hassan Arfa cîgirê xwe, general Ali Razmara, ji ber teqawîtbûna xwe ya bi zorê sûcdar kiriye û paşê
bi reqîbên xwe yên siyasî re hevkariyê kiriye, nemaze piştî ku Ali Razmara di sala 1950an de, wekî
serokwezîr hate tayînkirin. Lêbelê, Arfa bi rastî jî aciz bû dema ku Razmara di sala 1951an de hate
kuştin, ji ber ku wî bawer dikir ku asta tundûtûjiya siyasî ya zêde welat tehdît dike. Di meha piştî
kuştina Razmara de, berî ku parlamento Muhammed Mussadiq wekî serokwezîr hilbijêre, wî di
hikûmeta kurt a serokwezîr Hüseyn Ala de wekî wezîrê rê û ragihandinê xizmet kiriye. Hassan Arfa
baweriya xwe bi Mussadiq neanî û komeke siyasî, ”Tevgera Neteweyî”, ava kiriye da ku kombûnên
alîgirên Mussadiq têk bibe, ku wî ew wekî tundrewên li dijî berdewamiya monarşiyê û artêşeke
bihêz dihesiband. Rojnameya Tevgera Neteweyî gellek gotarên ku ji hêla Arfa ve hatine nivîsandin,
weşandin, ku piştgirî didin şah û rêz li Îslamê digirin. Arfa têkilî bi cûrbecûr çalakvanên siyasî re
domandin, di nav wan de Muzaffer Baqayî ji partiya Zehmetkêşan, mizgînê agirkuj Ayetullah Seyîd
Ebû el-Qasim Kaşanî û Şaban Caferî, organîzatorê girseyên kolanan. Arfa bû endamê damezrîner yê
komîteya veşartî ya efserên leşkerî, Komîteya Rizgarkirina Welat, ku di 1952an de, bi armanca ji bo
hilweşandina Mussadiq. Piştî darbeya leşkerî ya 1953an, ku şah vegerandê ser desthilatê, ew wekî
balyozê Îranê li Tirkiye (1958-1961) û Pakistanê (1961-1962) xebitîye. Piştre ew ji xizmeta çalak ya
dawî teqawît bû. Di dema Şoreşa Îranê a 1979an de Îran terk kir û di 1983an de, li Monte Carlo mir.
Her dawî xwendevan dê meraq bike ka çawa mimkun e ku efserekî Îranî, bi salan li navçeyên sînor
li dijî Kurdan şer kiriye, raporek objektîf û bêalî ya helwest û armancên wan ên dîrokî binivîse û ne
alîgir be ji bo welatê xwe ku tê de kêmneteweyek Kurd ya bi qasî milyonek kesî heye. Nivîskar
qebûl kiriye ku karê wî hesas e. Wî ji her nirxandinek li ser tiştê ku dikare wekî edaleta siyasî û
exlaqî were binavkirin an jî pêşniyarkirina çareseriyên ku ji perspektîfa wî an welatê wî ve têne
xwestin dûr ketiye û xwe bi hesabgirek rastiyên dîrokî yên zanîn û bê înkar sînordar kiriye. Ew hêvî
dike ku ev lêkolîn dê bi nîşandana paşxaneya bûyerên îroyîn û bi vî rengî ji bo raya giştî bêtir
têgihîştinê, agahdariya kêrhatî bide kesên ku bi pirsa Kurd re eleqedar in (an jî em jê pirsan bikin!).
Di xwîner çîroka jiyana wî de, çima Hassan Arfa vî karî kiriye, diyar dibe ku dema wî li dijî eşîrên
Kurd şer kir, bi serokên eşîrên li çiyayan re têkiliyên baş çêdike. Bi saya wan, ew biryar dide ku vê
lêkolînê bike. Arfa pirtûka xwe li Ewropayê dinivîse û ji hêla Oxford University Press a Londonê ve
hatî çapkirin. Tiştekî herî dawî jî ev e Hassan Arfa her çendî leşkerekî serketî bû û piştre dîplomat
bû, lê ji ber sedemên siyasî jiyanek pir kambax û bi ser û bin ket jiya; Jiyana wî li sirgûnê qedîyaye.
Têbinî: Ew ‘Lêkolîna dîrokî û siyasî’ a Hassan Arfa kirî bi Tirkî li Tirkiye ji hêla weşanên Avesta ve
çapbû. Hasan Arfa çi tenê li ser mîletê Kurd wî derbarê serhildêrên wek Azerî û Luristanê jî nivisîye
Arfa di hilweşîna Komara Mehabat û Komara Azerbaycanê de rolek lîstiye an na, hêjayî lêkolînê
ye.
Yusuf Kaynak
Lahey, 06.05.20


