Goran Nexwest Tirkî Fêr Bibe!

Di pirtûka xwe ya bi navê “Vejîn” de Lev Tolstoy dibêje ku; “Kiryarên dewletekê yên li zîndanan dike, neynika wan ya şêweyê hukumkirina civatê ye!”

Di zîndana Amed de, (sal 1983) rojek ku em di rêzê de û li pêya bûn, ku me bi hev re û bi dengê bilin, bi ezberkirina pirtûka “Prensîp û Şoreşên Ataturk” ve mijûlbûn, gardîyana bi peîn û delkan hêsîrek xist qawîşê. Gardîyan got:

“Ev yê min wawayî dîya wî kirî, him li Turkîye(!) dijî û him jî bi tirkî nizane! Ew kîjan ji we kîrê min yê mamoste ye, were vir!”

Mamoste bi bez çû, li pêş “serdarê” gardîyan, lingên xwe bi şid li erdê da û kabokên xwe li hev xist, kunya xwe xwend û got:

“Ferman bide, serdarê min!” Gardiyan got:

“Ez ferman dikim, 24 saet ji te re mohlet, ger tu vî kurê tola fêrî tirkîya me ya delal neke, ez`ê wawayî te û wî tevî bikim; te fam kir!?” Mamoste jî bi dengê bilind got:

“Ferman bide serdarê min!” Gardîyan bi hêrs û bi şid derî li dûv xwe girt û çû. Mamoste ji hêsîr pirsî:

  • Bira tu ji ku ye?
  • Ji Cizîra Bota me!
  • Navê te çi ye?
  • Goran!
  • Navê bavê te?
  • Şahkullî!
  • Navê dêya te?
  • Xoxê!
  • Te çi kar dikir?
  • Şivantî!
  • Ma qey tu qet neçûye dibistanê?
  • Na, hemû temenê min di şivantîyê de buhirîye!
  • Qey te leşkerî jî nekirîye?
  • Na!
  • Naxwe, tu qet bi tirkî nizane?
  • Na, dê û bavê min jî qet bi tirkî nizanîbûn!
  • Baş e, ku ez tirkî fêrî te bikim, tu dixwaze fêr bibe?
  • Nizanim!
  • Hema çend gotina fêr bibe, ji bo ku herroj li te nedin!
  • Baş e!

 

Goran mêrekî hûrik, mîna kewekî sûsik bû. Mirovekî şidiyayî, lihev, bi kêsim û xweşik bû. Ewqas nerm û xwînşêrîn bû ku gava meriv li rûyê wî dinerî, dilnermî, bêgunehî û şevqetekê dilê meriv dadigirt. Rûyê wî hertim li ken bû. Werê ku lêdan û îşkenceyên ku hestiyên wî diderizandin jî nikarîbû bişirandina rûyê wî xera bikira û wî mirûztirş bikira. Gardîyanê tirk yê leşker, ji dervî îşkence û lêdana giştî, wê heroj bihata û bigota:

“Bila ew nûtikê Goran û qûnekê mamoste werin, bê fermana min anîne cîh yan na!”

Gava mamoste diket temenê û kunya xwe dixwend. Goran jî diçû, li ber gardîyan disekinî û tenê digot: “Goran!” Gardîyan jî, wê bi kulmizka, peîn û daran bikişîya ser Goran, heta wî nehawî dikir, lê dida! Lê Goran, tevlî wê lêdanê hemî, bişirandina rûyê wî xera nedibû. Gardîyan wê bi hêrs bigota:

“Hela bala xwe bidinê, vî kurê tola tew dikene û yarîyê xwe bi min dike!” Hîn bêtir li Goran dida. Gardîyan, piştre vedigerîya ser mamoste û jê re digot:

“Xwanêye, nêta te tuneye ku tu tirkî fêrî vî nûtikî bike, destê xwe vegire!” Û heta destên mamoste biperçivanda, wê bi daran li destê mamoste jî bidaya.

Her roj wê gardîyan bihata li mamoste û Goran bida. Lê mamoste bi rojan di ber Goran da; kir û nekir, nikarîbû tîpek, hejmarek û gotinek tirkî fêrî Goran bike; yanî Goran nexwest gotinek ji zimanê tirkî fêr bibe!..

Tevlî ewqas tade û îşkence, gotinek bi tirkî ji devê Goran derneket!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir