Fikrên Xanî Çima Dereng Belav Bûn?

Siddik BOZARSLAN

”Ehmedê Xanî dahîyekî wisa pêşbîn û dûrbîn bûye ku hêj di sedsala XVII. da pênasîya neteweyî dîtîye, fikra welatevînî û neteweevînîyê parastîye, bîr bi azadîya neteweyî birîye û rizgarîya neteweyî xwestîye. Lê belê fikrên wî di nava Kurdan da pirr dereng belav bûne. Welew ku hin rewşenbîrên Kurd ji wan fikran haydar bûbin jî, ew fikir di nava kîtleyên gelê Kurd da zêde belav nebûne. Gerçi çîroka evîna Memê û Zînê li Kurdistanê gelek belav bûye, ”Mem û Zîn” jî gelek hatîye naskirin û di nava Kurdan da kesên ku navê vê pirtûkê û çîroka her du evîndarên bextreş nebihîstine tunin; lê digel wê yekê jî, fikrên azadîxwazî û rizgarîxwazîyê yên ku di ”Mem û Zîn”ê da hene, jibo kîtleyên gelê Kurd nebûne kan û serçavîya îlhamê, bakûteka îdeolojik û sîyasî nedane kîtleyên gel û ew ranekirine ser lingan, ew nexistine tevgereka azadîxwaz.

Mirov dikare bêje ku, kit û mat rewşenbîr ne tê da, Kurd bi piranî ancax di sedsala XX. da li dora fikrên Ehmedê Xanî bere bere civîyane û ew fikir ji xwe ra kirine kana îlhamê û serçavîya bakûta ideolojik û sîyasî.

Gelo semedê vê derengmanê çi bû?

Bi rastî ji despêka sedsala XX. vir ve hin rewşenbîrên Kurd li bersîva vê pirsê gerîyane. Bi qasê ku tê zanîn, rewşenbîrê Kurd ê pêşîn ê ku bersîvek ji vê pirsê ra dîtîye, Hemzeyê Muksî bûye. Wek ku tê zanîn, Hemzeyê Muksî ji çapa ”Mem û Zîn”ê ya pêşîn a Stanbolê ra pêşepeyvek bi sernivîsara ”Dîbace” nivîsîye. Hemze di wê pêşepeyva xwe da Xanî şibandîye Fîrdewsîyê Îranî û daye zanîn ku Xanî jî wek Fîrdewsî jibo netewetîya xwe xebitîye û temamê hebûna xwe di wê rê da serf kirîye. Hemze li ser wî babetî weha nivîsîye:

”Lê belê di dereca te´sîrê da negîhaye Fîrdewsî. Lewra Fîrdewsî bi qelema xwe Îran vejand. Ehmedê Xanî nehîşt ku Kurdistan bi temamî bimire; ew ji mirina ebedî rizgar kir, lê belê temamî venejand. Lewra dema Fîrdewsî jibo fikra wî bikeys bû û dest dida; dema Ehmedê Xanî pirr û pirr berbat bû û dijwar bû. Dewleta Osmanî digel hukumeta Îranê bi peyman û hevalbendî, Kurdistan di navbera xwe da parve kiribûn; dest û pîyên Kurdan wisa girêdabûn ku, nedikarîn xwe bihejînin! Lewra maddeten çawa esker dişandin ser wan, bi hemî tewirên dek û dolaban jî dubendî û parçebûn xistibûn nava wan.”

Celadet Alî Bedirxan jî di kovara ”Hawar” da tilîya xwe danîye ser vê nuqteyê û daye zanîn ku Xanî xebitîye ku miletê xwe hişyar bike û bigîhîne azadî û serxwebûnê, lê miletê wî bîr bi peyvên wî nebirîye û digel wî neçûye. Celadet Alî Bedirxan weha nivîsîye:

”Xanî jî berîya wextê xwe hatibû; wextê wî ew seh nekiribû. Gava Xanî berevanîya milet, nijad û welatê xwe dikir; welatîyên wî li ber tiştne din sekinîbûn.”

  1. A. Bedirxan paşê salix daye ku mirovên gewre di demên xwe da tovên xwe li erdê wer dikin, ew tov heta ku şîn bibe demeka dirêj di binê erdê da dimîne. Bedirxan paşê weha gotîye:

”Tovê Xanî, ev sêsed sal in li bin erdê ye. Ma hêj dema şînbûna wî nehatîye? Ev çend sal in zevîya Xanî di hin cîyan de dest bi şînbûnê kirîye.” (Hawar, hej. 45, r.7)

Yek ji semedên ku fikrên Xanî di sedsalên berîn da di nava kîtleyên gelê Kurd da belav nebûn jî, bê guman rewşa Kurdistanê ya paşvemayî bû. Divê mirov bîne bîra xwe ku li Kurdistanê heta sedsala XX. çapxaneyek jî tunebû; ji ber vî semedî ”Mem û Zîn” nehatibû çapkirin; tenê hin nusxeyên wê yên desnivîsar li vî alî û wî alî di destên hin mela û hin rewşenbîrên Kurdan da hebûn. Pirtûkeka weha giring, ku neyê çapkirin û bi hezaran di nava kîtleyên gel da neyê belavkirin, çawa dê te´sîr li wan kîtleyan bike û ew kîtle çawa dê ji naveroka wê, ji fikrên tê da haydar bibin.” (eynê eser, r. 45- 46)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *