Festîvala Serxwebûnê li Bajarê Kolnê bi coşek mezin pêkhat

Li Kolnê Festîvala Serxwebûna Kurdistanê ku bi armanca piştgêrîkirina referandûmê û daxwazîya serxwebûna Kurdistanê bi beşdarîya 25000 (bîst û pênc) hezarî ve bi rêve çû.

Kurdên diasporayê ji Almanya, Hollanda, Belçîka, Luxenburg, Fransa, Swîsre, Nemsa wd bi kêfxweşî û dilêşadî berê xwe dan Kolnê da ku hest û helwesta xwe nîşanê cîhanê bidin. Bi yek dengî bêjin em Serxwebûnê dixwazin, em dewleta Kurdî dixwazin, emê Kurdistana xwe ya Serbixwe avabikin, em piştgirê hest û helwesta Serok Barzanî ne!

Komîteya Navendî ya Amadekarîya Festîvalê ev çend mehin ku amadekarîya vê festîvalê dikir. Her weha Komîteya amadekarîya Festîvalê li Hollanda jî amadekarîyek serketî pêkhanîbû. Tevî ku havîn bû dema bêhndana fermî ya havînê bû gelek kes li cîyê xwe nebû jî beşdarî him baş bû, him kêf û coş bû. Komîteya amadekar jî ji beşdarîyê kêfxweş bû.

Serok Barzanî jî peyamek kêfxweşîyê ji beşdarên Festîvala Serxwebûnê re şîyandibû:

Peyama Serok Barzanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz

Xûşk û birayên min ên xoştevî

Gelek cihê keyfxweşî û hêviyê ye, ku hejmareke mezin a xortên gelê me li derve ji bo piştevanîkirina serxwebûna gelê me li vir civiyane û ez destxweşiyê li we dikim û spasiya we dikim. Dengê we, hûnên serbilind piştgermî û hêzê dide xûşk û birayên we yên li Kurdistanê.

Îro milletê me li berdem qonaxeke gelek hestyar de ye, di 25ê Îlona dahatî de referandum tê kirin, daku gelê Kurdistanê biryarê li çarenivîsa xwe bide û ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêje.

Biryara referandumê biryara gelê Kurdistanê ye, biryara hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ye û serweriyeke din a mezin e di dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de.

Referandum armanc nîne, belku amrazek e bo gihîştina bi armanceke mezintir ku serxwebûn e, ev jî tenê bo xelkê Kurd nîne, ji bo hemû wan netew û olan e ku li Kurdistanê dijîn.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi mercê şirîkatiyê jiyaneke bi dilxwaz li gel dewleta Iraqê hilbijart. Piştî sed salî para gelê Kurdistanê ji wê şirîkatiyê, êş û enfal û kîmyabaran û jenosîd û qirkirin bû. Hemû hewlên me li gel dewleta Iraqê bê encam bûn û ew mafên ku xweda bexşiye mirov, ku jiyan û azadî ye, li me hat zewtkirin, gelê Kurdistanê jî bindestî û paşkoyetiyê qebûl nake, ji ber wê di niha de bi heman şêwaza şaristanî û demokratîk gelê Kurdistanê li berdem du bijardeyan dibe, yan mana li gel dewletekê ku hertim hewla ji nav birina me dide, yan avêtina pêngavan ber bi serxwebûn û serfiraziyê ve.

Zêdebarî hemû wan karesatên ku hikûmetên Iraqê anîne serê Kurdistanê, piştî rûxana rejîma Beisê, Kurdistanê hemû hewlên xwe da ji bo avakirina iraqeke nû ya federalî û demokratîk li ser bingeha şirîkatî û lihevkirinê, lê belê hemû hewl bê encam bûn, rêkevtin hat kirin û hat binpêkirin, yasa hat danîn û nehat cîbicîkirin, pabendbûn bi destûrê nehat kirin û hat binpêkirin, heta ku gihîşte wê yekê ku nanê xelkê Kurdistanê bibirrin. Hêşta ferhenga înkarkirinê û bi kêm dîtina gelê Kurdistanê serdest e. Ferhengek ku şirîkatiyê qebûl nake. Gelê Kurdistanê ji mana li gel Iraqê bê hêvî bûye û êdî naxwaze ezmûnên şikestxwariyên berê dubare bike û neçar jî nîne ku heta hetayê paşko be û çav li ser mafên xwe bigire.

Em daxwaza tişteke asayî û yasayî dikin. Gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtîjiyê bigihîje mafên xwe û baştirîn pêwendî li gel Iraqê û cîranan û welatên herêmê hebe. Armanca referandumê gihandina peyam û xwasteka hevwelatiyên Kurdistanê bi cîhaniyan e ku serxwebûnê û aştiyê dixwaze.

Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe biparêze û di aştiyê de bijî û ber bi pêş ve biçe, pêwîstî bi serxwebûnê heye. Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe ji şer û arîşeyên li Iraqê biparêze, divê xwediyê serweriya xwe be. Ji ber wê baştir ev e ku Kurdistan û Iraq bibin du cîranên baş, da ku arîşeyek mezintir di navbera wan de çê nebe û êdî em her du alî di alozî û tirsê de nejîn.

Ezîzên min…

Millet xwediyê nêrîn û helwesta xwe ye û divê ew derfet bi xelkê Kurdistanê bihê dan ku biryara xwe bide û nêrîna xwe bîne ziman. Tekane dermanê hemû derdên me û tekane garantiya dubarenebûna karesatan ev e, ku em ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêjin.

Şoreşên gelê me bo azadî û serbestî û serxwebûnê bûye, gelê Kurdistanê di sedsala bihorî de ji bo parastin û mana xwe gelek qurbaniyên mezin dane, we di hemû boneyên netewî de roleke camêrane dîtiye, ji bo referanduma 25ê Îlonê jî ez daxwazê ji we dikim, erkê xwe yê niştimanî û netewî û demokratîk pêk bînin û bi hemû şiyanekê piştevanê serxwebûnê bin, dengê we bila bo serxwebûnê be, ev jî ji bo dawî anîna bi bindestiyê û hilatina roja azadiyê, ji bo vefadariya bo xwîna şehîdên me, ji bo aştî û vejînê, ji bo bexteweriya bo nivşên paşerojê.

Bijî Kurdistan!

Nemirî bo şehîdên rêya azadiyê!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *