Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

FÊDE Û BERHEMÊN DÎIŞ`Ê Mihemed Mêhdî NÊÇÎRVAN

DÎİŞ (Dewleta Îslam Iraq û Şam) bi hawakî tund da nîşandan ku rêvebirî, kar û barên rêvebirîyê bi saroceftê, bi sarsarîka nayê meşandin.

Rêxistin û karên xweserîyê, divê bi rêk û pêk be. Mîna li her devera dunyayê bi çi awayî dimeşe, divê li Kurdistan`ê jî wisa bimeşe.

Daîş, li ser BARZANÎ û li ser herêma Kurdistan`ê, li gor min hinek tişt ferz kiriye: Ji vana, yên sereke û tavilê pêk werin mero kari vana bi lêv bike:

1-Divê tavilê, rojek berî rojekê hêzên Pêşmerge bi rêveberîya herema Kurdistanê ve bên girêdan. Her partî û her Rêxistin ku pêşmergê wan hebe, ev ne asayî û xwezayî ye. Jibo pêşerojê xetere ye û hat xuyakirin ku bi vî avayî nameşe. Yanî hêzên bi çek, mîna her dewletên dunyayê, divê hêzên dewletê be, ne yên partî û rêxistinan be. Birêz Barzanî divê vê gavê tavilê baveje. Çi partî û rêxistin li himber vê helwestê derkeve, ew bê guman xayin in….

2-Divê ji helwesta referandûm û Kurdistan`a serbixwe bi şûnde gav neyê avêtin. Ji ber ku çi dema Kurdistan`a azad û serbixwe bê rojevê, wê hewildanên bi vî avayî pêk werin. Ev helwest û planên dijberê Kurdistan`a serbixwe ye… Ku ji vê helwesta referandûm û Kurdistan a serbixwe bi paşve gav bê avêtin, herdem wê van lîstik û planên dijmin bê li darxistin… Ev êrîşên Dîiş`ê li Kurdistan`ê, sebeba wê ya sereke, helwesta birêz Barzanî ya referandûm û îlankirina Kurdistan a serbixwe ye.

3-Divê ji bo Pêşmerge çekên modern bên bi dest xistin. Ji bazara reş be, ji dewletan be çek giring e û pêwist e… Divê çek bên temîn kirin û Pêşmerge bi çek bivin…

4-Ji bo birayên me yên Yezîdî, divê xebatek bi rêk û pêk bê meşandin da ku bawerîya wan bi rêveberîya Kurdistanê û bi hêzên Kurdistan`ê bê qewîn û xurt kirin. Yezîdî, hîm û bingeha Kurd û Kurdistan`ê ne…

Hinek tiştên din jî mero kare bi lêv bike, lê ez bawerim wana henin û hatine avakirin. Mina sazîyên civakî, sazîyên şêwirmendî, sazîyên alîkarî, saziyên Aborî… wd.

Min divê ji vê karesat û hovîtiya Dîiş ê Kurd û rêveberîya Kurd fêde bi dest bixe. Yekîtîya xwe xurt bike. Hêzên leşkerî bikin yek û bi çek bikin. Yekîtîya her kesên Kurdistan`î çêbikin. Sazî û dezgehên civakî, sîyasî, leşkerî û rêveberî ava bikin. Vê karesata û hovîtîya neyaran ji xwere bikin ders û jê sûd werbigrin….

Nerîna te