“EZ AKTĪVĪST IM”

Ev gotina birêz Îbrahîm GUÇLU ye.”Aktîvîstîm”!

Bê şık mafê herkesî heye bibe her tişt. Birêz GUÇLU jî ev mafê xwe heye ku xwe wekî “aktîvîst” bide nasandin.

Mebest çibe jî, mezinkirina vê qeyrana çapemenîyê, derfeta rûbirûbûna PIRSGIRÊKÊN ME derxist holê.

Em bêjin: “spas” kek Îbrehim!

“Aktîvîst”, bi tabîrek taybet PROTESTOKARÎ ye:

Li hember bûyeran, refleksên tund nîşan dide û bi serê xwe (grup yan jî, kes) tevdigere.

Ew ne di bin tesîra partî an jî rêxistinek da ye.

Ew bi awakî RASTE-RAST û DIJÎT nav li pirsgirêk û babetan dike.

Kî çi dibêje ne xema wan e. Tişta ku ew wenda bikin tune ye.

Ew, li dûv rastîyên xwe ne.

Ji xwe destpê dikin û bi xwe dawî li helwest û aktîvîteyên xwe tînin/e û wd..

Ji ber ev taybetmendîyên xwe “Aktîvîst”, ji SÎYASETÊ diqete û di nav SÎNOR’ên xwe de ROL’a xwe dilîze…

Lê,gava “aktîvîst” xwe tevlî SÎYASETÊ jî bike; rewş diguhere û TEVLÎHEVÎ jî, ji vir destpê dike!

“Sîyaset bi rêxistin”, xwedî program û nexşerê ye, armancên xwe ên taybet û stratejîk he ye ku bi ÇIV u FITLONEKan dagirkirî ye.

Hacetekî wekî diplomasî, di destê sîyasetvanê bi rêxistinî de he ye.. Qert u JOKER’ên xwe yê pirr alî û pirr hesab heye…

Bikaranîna “balans û mêzînê”, ji bo bi serketina sîyasetê rolekî tayînker dilîze bêşik!…

Ev bûyera ku li ser “KURDÎSTAN24 http://24.NET/ û Birêz Ibrahîm GUÇLU” rû da, REALÎTEYEK ME HANĪ BERÇAVAN!

Bê şik Kek Îbrahîm kedkarekî Doza Kurd e û xwedî kapasîteyek taybet e.

Min kek Îbrehim, di civînên “Komîsyona Pragram û Tûzūka DKP”de ji nêz ve naskır. Em bi hevra xebitîne û huqûqek me a taybet heye ku ez rêzû lê digrim!

Bi ya min, ev “Qeyran/bûyer”, ji du alîyan ve berpirsîyarî û kêmanîyên xwe he ye.

kurdstan24-bgb.net/, grûbek Medyaya BAŞÛR e u xwedî STATUyek ya dewletek Federe ye.

Sîyaset û polîtîkayên BAŞÛR yên destnîşankirî hene.

Medyayek netewî jî, bê şık, li gor van polîtîkayan weşanê dik e!! (yan jî ,diwê waha be)

Ew berpirsên –kurdstan24-y8a.net/, çiqas bi profesyoneli tevdigerin nizanim, lê maf û erkê wan heye ku ji NIVÎSKARên xwe re SÎNOR û HESASÎYETÊN “weşana xwe” û SÎYASETA BAŞUR DESTNÎŞAN BIKIN!!

Ger van SÎNOR’an li hesabê nivîskar nehat, divê nivîskar jî xwe paş de vekişîne û ji wan re “serkeftin” bixwaze!

Belkî nivîsên kek Îbrahîm (wek aktiwist/xwedî fikir), li ser têkilîyên TR û KRG “dilgiranî/negativ” bandorek çêdike(!)

Lê mixabin, disa dīyar e ku berpirsên Kurdistan http://24.net/ ne xwedî vizyonin û bi xwe ne bawerin ku wan pirsgirêkan raste-rast ji kek Îbrahim re bêjin: “EV TERZ û NAVEROKA NIVÎSÊN WE, DI VÊ REWŞÊ DE ZERARÊ DIDE HIN TÊKILÎYÊN ME!”

Bê şık, mafê kek Ibrahîm heye ku vê “qeyranê” li gor xwe şîrove bike û li gor fikrên xwe derfeta jê berhev bike.

Lê divê em ji bîr nekin ku kurdstan24-y8a.net/,weşanek BAŞUR e.

Bi ya min, avakirina “BEŞA BAKUR” bi serê xwe pisrgirêk e. Ne karê Medyaya Başûr e ku xwe tevlî “tevlihevîya” Bakur bike!..

Dibe ku hinek sîyasetvanên Bakurî ên ku di wextekî de, artêşên xwe belaw kiribûn, li ber derîyê BAŞÛR li kar digerin, lê karekî li gor dilê wan bi dest wan nakeve; loma ew jî dixwazin ji xwe re ji vê pirsgirêkê wezîfe derxin!! Lê KRG ne mecbûr e, wan li ser xwe BIKE BAR!!!

Li BAKUR, kes-grup-partī-ronakbîr uw. bi yekcarî di nav KAOS’ek kujer de dijîn mixabin.

Divê Kurdên Bakur, li realîteya xwe vegerin! Me li Bakur çi bi dest xist? Me çi têk bir? Em dikarin bi hevre çi bikin?…

Ger em her kes, karê xwe baş bi rêve bibin, wê gavê wê serkeftin jî pêkbê!

“Aktivist”karê xwe bike;

“Ronakbîr” jî waha;

“Lêkolîner jî, karê xwe bike.

“Sîyasetmedar” jî bi rêxistin û partîyên xwe, bi programek “Dewletxwaz” derkeve pêşberî miletê xwe û ev dinamik û kar û xabatên cuda di binê SÎWANEK NETEWÎ de topî serhev bibe, wê dijminê me jî bi şûn de gav bavêjin; em û çapemenîya xwe jî azad dibin!..

MA KURDISTANEK SERBIXWE Û AZAD KÎ JI ME NAXWAZE!?

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir