Encamnameya Duyemîn Kongreya PWKyê:
Îro Li Bakurê Kurdistanê Avakirina Tifaqeke Neteweyî Wazîfe û Pêwîstîyeke Dîrokî Ye
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kongerya xwe ya duyemîn ya asayî li dar xist.
PWK, kongreya xwe ya esasî-fiîlî, di roja 30.08.2026ê, li Amedê li dar xist. Di vê kongreyê de serokê Giştî, Meclîsa Partîyê û Lijneya Disîplînê hatin hilbijartin û ji bo bernameya xebatê biryarên pêwîst hatin girtin
Roja 03.09.2026ê jî li Enqereyê di bin çavdêrîya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Çankayayê de, kongreya xwe ya yasayî li dar xist û hemû biryarên kongreya Amedê, bi awayê yasayî pesind kir.
Kongreya duyemîn ya PWKyê bi beşdarîya hêjmareke baş ya delegeyên ku îradeya hemû PWKyîyên ji Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê temsil dikir û di atmosfereke demokratik de pêk hat.
Cîhê şanazîyê ye ku ji her çar perçeyên Kurdistanê, gelek partî û rêxistinên sîyasî, dezgehên sivîl, siyasetmedar û rewşenbîr Kurdistanê bi beşdarîya fiîlî û bi peyamên xwe piştgirîya kongreya PWKyê kirin. Em spasîya hemû alîyên sîyasî, dezgehên sivîl û sîyasetmedar, rewşenbîrên kurd dikin ku beşdarî kongreya me bûne û peyam ji me re şandine.
Roja kongreya PWKyê li Amedê li dar ket hemû delege û mêvanên kongreyê bi awayekî girseyî û bi Alayên Kurdistanê, beşdarî merasîma cenazeyê welatperwerê kurd kek Mehdî Zana ya li ber Şaredarîya Amedê de bûn. Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di vê merasîmê de weke hevalekî kek Mehdî Zana yê hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê, axaftinek girîng û hestyar kir.
Kongreya duyemîn ya PWKyê bi yekdengî Rêzdar Mustafa Ozçelîk careke din weke Serokê Giştî yê PWKyê û Meclîsa Partîyê û Lijneya Disîplînê ya nû hilbijart. Meclîsa Partîya PWKyê ya nû, bi beşdarîya ciwanên kurdistanî reng û dînamîzmeke nû wergirt.
Piştî xwendin û nirxandinan raporan û herweha gotûbêj û nirxandina rewşa giştî ya PWKyê û ya Kurdistanê, gelek biryêran pêwîst hatin girtin:
* PWK dê li ser rêbaza xwe ya neteweyî, demokratîk û kurdistanî berdewam be: Ew dê ji bo mafê çarenûsîya miletê Kurd, ji bo mafên neteweyî, demokratî û kulturî yên miletê Kurd, ji bo mafên pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û ji bo mafên kurdên li metrepolê bixebite. Ew dê ne li ser bingehê îdeolojî, nîjadî û sinifan; wê li ser bingehê hevwelatîya Kurdistanê û weke partîyeke legal, eşkere, neteweyî û demokratîk rêxistina xwe bihûne. Ew dê bixwaze bi awayekî berfireh civata kurd û kurdistanîyên welatparêz û demokrat yên oldar, sekuler, sosyalîst, lîberal û muhafezekar di nav refên xwe de bicivîne û wan bi rêxistin bike.
* PWK, rêbaza neteweyi û kurdistanî, weke destpêka serkeftina Miletê Kurd û kurdistanîyan dibîne. Bi vê perspektîfê, PWK dê siyaseta xwe ya ji bo yektiyên siyasî û rêxistinî, hevkarî û tifaqên hevbeş bi vî awayî bidomîne: partî, grûp û kesayetên ku wek hev, nêzî hev difikirin, bila di nav yek partîyê de bibin yek. Yên ku fikir, siyaset û rêbazên wan ji hev cuda ne û nikarin di nav yek partîyê de bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin. Yên nikarin di navbera xwe de hevkarî û tifaqan pêk bînin bila di nav dîyalogê de bin. Yên nikarin dîyalogê jî di navbera xwe de pêk bînin bila dijminatîya hev nekin.
* PWK, bangî hemû kadroyên kurdistanî yên wek PWKyê, nêzî PWKyê difikirn dike; PWK partîya we ye, li partîya xwe xwedî derkevin, em bi hev re PWKyê xurtir û berfirehtir bikin. Xurtkirina PWKyê, wê bingeha hevkarî û tifaqa neteweyî ya kurdistanî jî xurtir bike.
* Li Bakurê Kurdistanê, avakirina hevkarî û tifaqeke neteweyî û kurdistanî, ji her demê zêdetir weke wazîfe û pêwîstiyeke neteweyî û dîrokî li ser milên hemû partî û kesayetên welatparêz û dezgehên kurdî ne. Kongreya PWKyê, xebata ku bi vê armancê di navbêna PÊLKURD, VEJÎN, PSK, PWK, KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ, ÎNSÎYATÎVA NETEWEYÎ KURDISTANÎ de tê meşandin pîroz û girîng dinirxîne. Herweha Kongreya PWKyê careke din bangî HAK-PAR, PDK-BAKUR, PLATFORMA NETEWEYÎ YA KURD û hemû alî û kesayetên kurdistanî dike ku em bi hev re, konferansa hevbeş ya neteweyî li dar bixin û mizgînîya tifaqa neteweyî bidin miletê Kurd û kurdistanîyan.
* Kongreya PWKyê carek din dîyar dike ku Dewleta Tirk ev zêdeyî sedsalî ye ku sîyaseta xwe ya li ser esasê red, înkar û îmhaya miletê Kurd dimeşîne.. Bi ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistnê derzeke mezin li Peymana Lozanê ketîye.Nuha ev derz ber bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ve dimeşe. Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’, bi hişmendî û sîyaseta ‘’Bila Kurd li tu derê nikaribin statuyeke sîyasî, mafên xwe yên neteweyî, demokratik bidest bixin’’, dixwaze rê li ber berfirehtirbûn û kûrbîna vê derze bigre.
Ji destpêka vê projeyê heta îro ya du salan, diyar dibe ku siyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’ ji aliyê Dewleta Tirk ve tê birêvebirin, ne tenê ji bo rêlibergirtina maf û azadîyên neteweyî, demokratîk û statuya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye; herweha ev ji bo rêlibergirtina bidestxistina statuyeke siyasî li Rojhilatê Kurdistanê ye; bi hevkariya Hikûmeta Iraq, Sûriye û Îranê dorpêçkirin û lawazkirina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê ye û pêşîlêgirtina destkeftîyên nû yên li Başûrê Kurdistanê ye.
Ev proje, projeya Dewleta Tirk e û li gorî plansazîya dewletê bi alîkarîya Abdullah Ocalan tê meşandin. Bûyer û geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn dikare li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo kurdan zemîna bidestxistina mafên neteweyî û demokratik xurt bike. Loma jî lingekî din yê vê ‘’projeyê’’ jî pêşîlêgirtin, astengkirin û xerabkirina zemîna bidestxistina van mafan e. Me weke PWK, berê jî gotîye û em îro jî dibêjin çekdanîna PKKyê di berjwendîyê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê de ye. Lê dibê bi awakî pir eşkere bê zanîn ku çekdanîna PKKyê naye wê wateyê ku pirsa kurd û Kurdistanê tê çareser kirin.
Rapora ‘’Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê’’ ya Parlamentoya Tirkîyeyê di roja 18.02.2026ê de pejirand û ‘’Çerçewe Yasa’’ ya ku di 10ê Tebaxa 2026ê ede di Parlamentoya Tirkîyeyê de hate pejirandin, bi tu awayî behsa, nasnameya miletê Kurd, perwerdeya zimanê kurdî û mafên esasî yên milî, kollektîf ên kurdan nake; behsa azadîya bê qeyd û şerd a girtîyên sîyasî, mafê azadîya ramanî û rêxistinî dahî nake. Çerçewe Yasa di eslê xwe de ‘’Şûrê Demoklesê’’ ye ku dê li ser sarê mirovan bê hejandin.
*Ocalan, di banga xwe ya di roja 27ê Sibata 2025an de hate belav kirin de, di nirxandinên xwe yên bi navê ‘’Perspektîf’’ ku ji Kongreya 12an ya PKKyê re şandibû û di daxuyanîyên xwe yên vê dawîyê de; her cûre mafê statuya siyasî, neteweyî, erdnîgarî, maf û azadiyên neteweyî û demokratîk yên kolektîf û heta daxwazên kulturalîst yên miletê Kurd tune dihesibîne. Ocalan, ‘’cumhuriyeta demokratîk, neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk, sîstema komunal, hemwelatîya wekhev û bi dewlet û civaka tirk re entegrebûna kurdan ya bi dilê xwe’’ wekî rêya çareserîya pirsê pêşkêş dike.
Kongreya PWKyê dîyar dike ku, daxuyanî û gotarên Ocalan, PKK, DEM Partîyê, dubarekirina siyaseta Dewleta Tirk e ku ev zêdetirî 100 sal e li ser bingeha ‘’Yek dewlet, yek netewe, yek welat, yek ala, yek ziman’’ hatîye birêvebirin.
Aşkere ye ku ev ‘’pêvajo’’ ne pêvajoya aşti, çreerî û demokrasîyê ye; pêvajoya mijûlkirin û paşguhxistinê ye.
*Kongreya PWKyê bangî Dewleta Tirkîyeyê dike da ku dev ji vê sîyaseta înkar, asîmîlasyon û tune hesibandina mafên miletê Kurd berdin. Dev ji hevdîtinên li pişt derîya berdin. Werin wek nûnerên miletê Kurd, bi partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurdan re rûnin. Bi rêyên aştîyane û sîyasî em rêya çareserîya rasteqîn vekin.
*Kongreya PWKyê dîyar dike ku wek her miletekî cîhanê, mafê çarenûsîya miletê kurd, mafê li ser axa welatê xwe, bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî xwe îdare kirina gelê Kurdistanê, mafekî rewa ye. Mafê kulturî, neteweyi, demokratik ên kurdên li metropolên Tirkîyeyê dijîn mafên rewa ne. Kongreya PWKyê dîyar dike ku tekoşîna ji bo îro bidestxistina mafên acîl ên miletê Kurd ên kollektîf, beşeke ji têkoşîna azadîya Kurdistanê ye.
* Kongreya PWKyê, destkeftina herêma federe ya li Başûrê Kurdistanê wek destkeftina hemû kurdên cîhanê dibîne û xwedîlêderketina vê destkeftinê weke wezîfeyeke neteweyî û kurdistanî pênase dike. Lê herweha, PWK balê dikşîne ser xeter û metirsîyên herêmî û navneteweyî, helwest û pêwîstîyên di vî warî de. Loma jî divê partîyên Başûrê Kurdistanê bê ku zêdetir zeman wenda bikin hikûmeteke hevbeş ava bikin û hêzên peşmerge, diplomasî, îdare, ewlekarî û aborîya xwe bikin yek. Divê partîyên Başûrê Kurdistanê li Bexdayê bi yekdengî tevbigerin û destkeftiyên Herêma Kurdistanê bi hev re biparêzin.
*Kongreya PWKyê dîyar dike ku li Rojavayê Kurdistanê kilîda serkeftinê, di yekrêzîya nav mala kurd de ye. Divê li ser prensîbên neteweyî tifaqa hêzên kurd li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin.
* Kongreya PWKyê dîyar dike ku li Rojhilatê Kurdistanê jî rêya azadiyê û bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd, di hevkarî û tifaqa navxweyî ya partîyên li Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe.
* Kongreya PWKyê dîyar dike di xebat û têkoşîna doza azadîya neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd û Kurdistanê de, xebatên li dîasporayê gelekî hêja û girîng in. Divê em di qada navnetewî de dijminên xwe kêm, dostên xwe zede bikin. Ji bo wê jî berîya her tiştî divê hêzên sîyasî, sivîl, civakî, demokratik, dînî, mezhebî û kesayetên qebûlbar dest bidin hev, li ser prensîbên neteweyî û demokratîk dîasporayeke yekgirtî, hevbeş û xurt ava bikin. Di vî warî de, weke PWK çi bikeve ser milên me em dê pêk bînin.
*Di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku qedera her çar perçeyên Kurdistanê di vê astê de bi xweşî û nexweşîyên xwe ve tesîrê li hevdu dikin. Ji ber wê jî Kongreya PWKyê dîyar dike ku îro girîngîya koordînasyoneke neteweyî, niştimanî ya di navbera çar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê de hîna bêtir derdikeve pêş.
Duyemîn Kongreya PWKyê li gelê me pîroz be.
06.09.2026
Meclîsa Partîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
_________________________________
PWK 2. Kongresi Sonuç Bildirgesi:
Bugün Kuzey Kürdistan’da Ulusal Bir İttifakın Kurulması Tarihî Bir Görev ve İhtiyaçtır
Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK) ikinci olağan kongresini gerçekleştirdi.
PWK, esas/fiili kongresini 30.08.2026 tarihinde Diyarbakır’da gerçekleştirdi. Bu kongrede Genel Başkan, Parti Meclisi ve Yüksek Disiplin Kurulu üyeleri seçildi; çalışma programına ilişkin gerekli kararlar alındı.
03.09.2026 tarihinde ise PWK, Ankara’da, Çankaya İlçe Seçim Kurulu gözetiminde yasal kongresini yaptı ve Diyarbakır’daki kongrede alınan tüm kararları yasal olarak onayladı.
PWK’nin ikinci kongresi; Kürdistan, Türkiye ve Avrupa’daki tüm PWK’lilerin iradesini temsil eden çok sayıda delegenin katılımıyla, demokratik bir atmosferde gerçekleşti.
Kürdistan’ın dört parçasından çok sayıda siyasi parti, örgüt ve sivil toplum kuruluşunun, siyasetçi ve aydının fiili katılımları ve mesajlarıyla PWK kongresine destek vermeleri bizleri onurlandırmıştır. Kongremize katılan ve mesaj gönderen tüm siyasi çevrelere, sivil toplum kuruluşlarına, Kürt siyasetçi ve aydınlarına teşekkür ediyoruz.
PWK kongresinin Diyarbakır’da yapıldığı gün, tüm delege ve konuklar Kürdistan bayraklarıyla, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi önünde düzenlenen Kürt yurtseveri Mehdi Zana’nın cenaze törenine katıldılar. PWK Genel Başkan Yardımcısı Mehmet Can Azbay, bu törende Diyarbakır 5 No’lu Cezaevi’nden Mehdi Zana’nın bir arkadaşı olarak önemli ve duygusal bir konuşma yaptı.
PWK 2. Kongresi, oy birliğiyle Sayın Mustafa Özçelik’i yeniden PWK Genel Başkanı olarak seçti; yeni Parti Meclisi ve Yüksek Disiplin Kurulunu belirledi. Yeni PWK Parti Meclisi, Kürdistani gençlerin katılımıyla yeni bir renk ve dinamizm kazandı.
Raporların okunup değerlendirilmesinin, PWK’nin ve Kürdistan’ın genel durumunun müzakere edilip analiz edilmesinin ardından bir çok önemli, gerekli karar alındı:
*PWK’nin, ulusal, demokratik ve Kürdistani çizgisi Onun temel kimliğini ifade eder. PWK, Kürt milletinin kendi geleceğini belirleme, Kürdistan’daki etnik, dini, sosyal kesimlerin hak ve özgürlükleri ve metropollerde yaşayan Kürtlerin ulusal, demokratik ve kültürel hakları için mücadele etmektedir. İdeolojik, ırksal veya sınıfsal temelde değil; Kürdistan vatandaşlığı temelinde, legal, açık, ulusal ve demokratik bir parti olarak örgütlenmesini örer. Dindar, seküler, sosyalist, liberal ve muhafazakar yurtsever ve demokrat Kürt ve Kürdistanlı toplum kesimlerini geniş bir yelpazede kendi saflarında toplamayı ve örgütlemeyi hedefler.
*PWK, ulusal ve Kürdistani çizgiyi Kürt milletinin ve Kürdistanlıların başarısının başlangıcı olarak görür. Bu perspektifle PWK, siyasi ve örgütsel birlikler, iş birlikleri ve ortak ittifaklar politikasını şu şekilde sürdürecektir: Aynı veya yakın düşünen parti, grup ve şahsiyetler tek bir parti çatısı altında birleşmelidirler. Fikirleri, siyasetleri ve yöntemleri farklı olan ve tek bir partide birleşemeyenler iş birliği ve ittifak yapmalıdırlar. Aralarında iş birliği ve ittifak kuramayanlar diyalog içinde olmalıdırlar. Diyalog kuramayanlar ise birbirine düşmanlık etmemelidirler.
*PWK, PWK gibi ve PWK’ye yakın düşünen tüm Kürdistani kadrolara çağrıda bulunur: PWK sizin partinizdir, partinize sahip çıkın; gelin PWK’yi birlikte daha güçlü, etkili kılalım. PWK’nin güçlenmesi, Kürdistani ulusal iş birliği ve ittifakın zeminini de güçlendirecektir.
*Bugün, Kuzey Kürdistan’da ulusal ve Kürdistani bir iş birliği ve ittifakın kurulması, her zamankinden daha fazla ulusal ve tarihi bir görev olarak tüm yurtsever parti, şahsiyet ve Kürt kurumlarının omuzlarındadır. PWK Kongresi; PÊLKURD, VEJÎN, PSK, PWK, BAĞIMSIZ KÜRDİSTANİ ŞAHSİYETLER ve KÜRDİSTAN ULUSAL İNİSİYATİFİ arasında bu amaçla yürütülen çalışmayı değerli ve önemli görmektedir, geliştirilmesini desteklemektedir. Ayrıca PWK Kongresi, bir kez daha HAK-PAR, PDK-BAKUR, KÜRT ULUSAL PLATFORMU ve tüm Kürdistani taraf ve şahsiyetleri de bu ortak çalışmanın sahibi olmaya davet eder, birlikte bir ulusal konferans düzenleyerek Kürt milletine ve Kürdistanlılara ulusal ittifak müjdesini birlikte verme çağrısında bulunur.
*PWK Kongresi, Türk Devleti’nin yüz yılı aşkın süredir Kürt milletine karşı ret, inkar ve imha esaslı bir siyaset yürüttüğünü bir kez daha belirtir. Güney Kürdistan’da kurulan federe bölge, Lozan Anlaşması’na büyük bir derz vurmuştur. Türkiye Devleti bu derzin Rojava Kürdistanı, Doğu Kürdistan ve Türkiye Kürdistanı’na da yayılıp derinleşmesini engellemek ve Lozan’ı güncellemek amacıyla, “Terörsüz Türkiye, Terörsüz Bölge” adı altında bir siyaset yürütmektedir. “Terörsüz Türkiye, Terörsüz Bölge” siyaseti; “Kürtler hiçbir yerde siyasi bir statü, ulusal ve demokratik haklar elde edemesin” anlayışıyla yürütülmektedir.
İki yıldır Türk Devleti tarafından sürdürülen bu proje, sadece Rojava Kürdistanı’nda Kürtlerin ulusal, demokratik hak ve özgürlükleri ile statü elde etmesini engellemeye yönelik değildir; aynı zamanda Doğu Kürdistan’da siyasi statü elde edilmesinin önüne geçmeyi, Irak, Suriye ve İran hükümetlerinin iş birliğiyle Kürdistan Bölgesi’nin federe kazanımlarını kuşatıp zayıflatmayı ve Güney Kürdistan’da yeni kazanımların önüne geçmeyi amaçlamaktadır.
Bu proje, Türk Devletinin bir projesidir ve devletin planlaması doğrultusunda Abdullah Öcalan’ın desteğiyle yürütülmektedir. Orta Doğu’daki yeni gelişmeler, Kuzey Kürdistan ve Türkiye’de Kürtlerin ulusal ve demokratik haklarını elde etmesi için zemini güçlendirebilir. Bu nedenle bu “projenin” bir diğer ayağı da bu hakların elde edilme zeminini engellemek, tıkamak ve tahrip etmektir. PWK olarak daha önce de söyledik, bugün de söylüyoruz: PKK’nin silah bırakması Kürdistan’ın dört parçasındaki Kürtlerin çıkarınadır. Ancak çok açık bir şekilde bilinmelidir ki PKK’nin silah bırakması, Kürt ve Kürdistan sorununun çözüldüğü anlamına gelmez.
Türkiye Büyük Millet Meclisi’nde kurulan ettiği Ulusal Dayanışma, Kardeşlik ve Demokrasi Komisyonu’nun 18.02.2026 tarihinde kabul ettiği rapor ve 10 Ağustos 2026’da TBMM’de kabul edilen “Çerçeve Yasa”; Kürt milletinin kimliğinden, Kürtçe ana dilde eğitimden, Kürtçenin resmi bir dil olarak kabulünden ve Kürtlerin temel ulusal, kolektif haklarından hiçbir şekilde söz etmemekte; siyasi tutukluların koşulsuz özgürlüğüne, düşünce ve örgütlenme özgürlüğü hakkına dahi hiçbir ifadeye yer vermemektedir. 10 Ağustos Çerçeve Yasası insanların başlarında sallandırılan bir ‘’Demoklasin Kılıcı’’ misyonunu görmektedir.
* Öcalan, 27 Şubat 2025’te yayımlanan çağrısında, PKK’nin 12. Kongresi’ne gönderdiği “Perspektif” başlıklı değerlendirmelerinde ve son açıklamalarında; Kürt milletinin her türlü siyasi, ulusal, coğrafi statü hakkını, kolektif ulusal, demokratik hak ve özgürlüklerini, hatta kültürel taleplerini yok saymaktadır. Öcalan, “demokratik cumhuriyet, demokratik ulus, demokratik entegrasyon, komünal sistem, eşit yurttaşlık ve Kürtlerin Türk Devleti ve toplumuyla gönüllü entegrasyonu” çözüm olarak sunmaktadır. PWK Kongresi; Öcalan, PKK ve DEM Parti’nin bütün bu açıklama ve söylemlerinin, Türk Devletinin 100 yılı aşkın süredir “Tek devlet, tek ulus, tek vatan, tek bayrak, tek dil” temelinde yürüttüğü siyasetin tekrarı olduğunu ifade eder.
Açıktır ki sözü edilen ‘’süreç’’, bir barış, çözüm ve demokrasi süreci değil; bir oyalama, öteleme, Kürtlerin millet olmaktan kaynaklı hak ve özgürlüklerinin engellenmesi sürecidir.
*PWK Kongresi, Türkiye Devleti’ne, Kürt milletinin haklarını yok sayan, asimilasyon ve onur kırıcı siyasetten vazgeçmesi çağrısında bulunmaktadır. Kapalı kapılar ardındaki görüşmelerden vazgeçin. Kürtlerin siyasi partileri, sivil toplum kuruluşları ve toplumda kabul gören şahsiyetleri Kürt milletinin temsilcileridirler. Gelin bu meşru kesimlerle masaya oturun. Barışçıl ve siyasi yollarla gerçek çözümün yolunu açalım.
*PWK Kongresi; dünyadaki her millet gibi Kürt milletinin de kendi kaderini tayin etme hakkının, kendi ülkesinde milli, coğrafi ve siyasi bir statüyle kendi kendini yönetme hakkının meşru bir hak olduğunu belirtir. Türkiye metropollerinde yaşayan Kürtlerin kültürel, ulusal ve demokratik hakları da meşru haklardır. PWK tüm bu hakların yaşam bulması için mücadele eder. PWK Kongresi, Kürt milletinin acil kolektif haklarını bugün elde etmek için verilecek mücadelenin, Kürdistan özgürlük mücadelesinin bir parçası olduğunu vurgular.
*PWK Kongresi, Güney Kürdistan’daki federe bölge kazanımını tüm dünya Kürtlerinin kazanımı olarak görür ve bu kazanıma sahip çıkmayı ulusal ve Kürdistani bir görev olarak tanımlar. Ancak PWK, bölgesel ve uluslararası tehlike ve risklere, bu husustaki tutum ve gerekliliklere dikkat çeker. Bu nedenle Güney Kürdistan’lı partileri daha fazla zaman kaybetmeden ortak bir hükümet kurmaya; peşmerge güçleri, diplomasi, idari yapı, güvenlik sistemi ve ekonomilerini birleştirmeye davet eder. Güney Kürdistan’lı partiler Bağdat’ta tek ses olarak hareket etmeli ve Kürdistan Bölgesi’nin kazanımlarını birlikte korumalıdırlar.
*PWK Kongresi, Rojava Kürdistanı’nda başarının kapısını açacak anahtarın, ulusal, demokratik ilkeler etrafında Rojava Küdistanı’ndaki Kürt güçlerinin ittifakı, Kürtlerin iç birliği olduğunu bir kez daha önemle belirtir.
*PWK Kongresi, Doğu Kürdistan’da da Kürt milletinin özgürlüğünün, ulusal, demokratik haklarını elde etmesinin yolunun Doğu Kürdistan’lı yurtsever partilerin iç iş birliği ve ittifakından geçtiğini belirtir.
*PWK Kongresi, Kürt milletinin ve Kürdistan’ın ulusal, demokratik özgürlük davası mücadelesinde diasporadaki çalışmaların çok değerli ve önemli olduğunu ifade eder. Uluslararası alanda düşmanlarımızı azaltıp dostlarımızı çoğaltmalıyız. Bunun için her şeyden önce diasporadaki siyasi, sivil, toplumsal, demokratik, dini ve mezhebi Kürdistanlı güçler ile toplumda kabul gören şahsiyetler el ele vermeli; ulusal ve demokratik ilkeler temelinde birleşik, ortak ve güçlü bir diaspora oluşturmalıdır. PWK olarak bu konuda üzerimize düşen türlü sorumluluğu yerine getirmeye hazır olduğumuzu önemle belirtmek istiyoruz.
*Kürdistan tarihinde ilk kez Kürdistan’ın dört parçasının kaderi, iyisiyle kötüsüyle birbirini bu düzeyde etkilemektedir. Bu nedenle PWK Kongresi; bugün Kürdistan’ın dört parçası ile diaspora Kürtleri arasında ulusal bir koordinasyonun kurulmasının öneminin daha da öne çıktığını vurgular.
PWK 2. Kongresi halkımıza kutlu olsun.
06.09.2026
Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK) Parti Meclisi


