Kemal TOLAN
Berî ku ez bikevim nav babeta xwe, dibêjim xwezilka fersend ûdelîl di destên hinek dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna û me jî karîbûna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên şaristaniya mirovatiya Mezopotamiya„yê. Hingê me yê bidîta û bizanîbuya bê ka netew û Êzdiyatiya me çiqasî kevnar e.
Ji bona em keribin ciyê hinek valeyên di kironolojiya dîroka koç û qirkirina me Kurdan de hene dagrin û piçekî jî dîroka resenî, koç û qerkirina me Kurd û Êzdiyên Xaltiyan agehdar bivin û xwe nasbikin, lazime û hêvî ji we hêjayan dikim ku hûn binêrin li nêrîn û çavkaniyên di lêkolîna min ya bi navê Êzdiyatî Haveynê Mirovatiya Mezopotamiya (http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdi-yati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html) yê ye. Ev nayê wê manê ku min karîbû di vê gotara xwe de hemû pirsgirêkên dîroka koç û qirkirina me Kurdan zelal bidime xwanê. Lê, min nêrîna xwe ya ku dibêjim Êzdiyatî haveynê mirovatiya Mezopotamiya„yê ye û bi taybetî jî xizna nasnama gelê Kurd e û her weha nêrîna geleg ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên navdar, ku di lêkolîn û pirtûkên xwe de bi taybetî bahsa nav û dîroka Êzdiyên Xaltiyan kirine zelal dane xwanê.
Weke ku ez ji van ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên navdar fahm dikim, ewan jî di nêrîna xwe de zelal dayê xwanê ku gotina miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xaldî“, „Xalidî“,
„Haldî“, „Halidî“, „Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“, „Xalid“ û whd., ji wexta dewleta Hurriyan tê.
Û dewleta Kurdên Hûrrî jî 4000 sal beriya zayîna Hazretî Îsahebuye. WextaÎmparatoriya Êzdiyên Xaltiyan diMezopotamiya yê de hilweşiya ye şûnde, êdî Êzdî (Kurd) ketine bin bandora gelekîmparatoriyên weke yaGutî, Kasiyan, Mîtaniyan,Nehriyan, Mûşkiyan,_ Urartuyan, Mannaiyan, Mediyan,Sassaniyan, Bîzansiyan,bi-nêrin li naven servan xerîtên jorê ku jiber çavkanî
(1) hatine girtin û whd.
Ji vê demê û pêde, êdî çiqas welat û zimanê me yek bin jî, gelek cûdatî û nezanî ne li goriya daxwaziya me ketiye nava irf, adet, çande, ol û gelên li Kurdîstanê hebûn e. Her weha gelek valehî, nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriyên li Kurdîstanê hene û têne belavkirin.
Min li ser van valehî û neheqiyên di dîroka me de jî, di gelek lêkolînên xwe de bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Cihûtî, Xirîstiyanî, Misilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê belavbûne, her wisa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdan û Êzdiyan kirine kiriye. Ev tev jî di gelek malper, rojname û kovarên me Kurd û Êzdiyan de ji bona ageh-dariya raya giştî hatine weşandin. Dema hûn hêjayan karibin li wan binêrin û ji wan fêde bikin kêfa minê pir bê.
Weke min li jorê jî got, raste bi dehan nivîskar, rewşenbîr, dîrokzanên xerîb û yên me Kurdan jî li ser dagerkirina welatê me, belavbûn û asîmlebûna miletê me nivîsandine. Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirkerker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên me çend caran qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuştine, mecbûrî koça kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjivendiyên xwe bicîhkirine.
Vêca, ezê vê carê jî biçime nava hinek zargotinên me ye dinê guhdarî bikim û binêrim, bê ka çend delîlên dîroknas û lêkolînvanên dinê hene ku li ser kronolojiya dîroka koç û qirkirina me Kurdan digihîjine hevûdinê û ezê wan jî pêşkêşî we dost û hevalên hêja bikim.
Ez gelekî dil xweşim ku hinek nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me ye Anadoliya navîn jî li ser ol û koçberiya bav û kalên xwe di malpera http://www.xelkedondurma.com, http://www.-bir-nebun.com, http://-www.golyazibirligi.com û hwd.ê de dinivîsin.
Weke ku ez ji zargotin û nêrîna hinek van nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me ye Anadoliya navîne jî fam dikim, ev rêzdaran jî weke nêrîna min didine xwanê û dibêjin, piraniya pêşiyên Kurdên Anadoliya navîn jî ji herêma mîrgeha miletê Xaltî anjî “Kaldî”, “Xalikan”, “Xaldî”, “Xalidî”, “Haldî”, “Halidî”, “Ala rodî”,“Khaldî Xaldi”,, “Xalid”,“Xalta”,“Xaldî”,“ (Ûrartû)” Ser-hedê,derdora Wanê û whd.ê hatine Anadoliyê (http://www.xelke-dondurma. com/dirok/ dir ok html/-xalikan_bolge.html) û heta hinek jî ola bav-kalên xwe ye kevn eşkere dikin.
Ez niha dixwazim çend malik(paragraf)an ji wan nêrînên wane balkêş û weke gotinên wan ên resen pêşkêşî we hêjayan bikim.
Ev birayên hêja jî dibêjin:
1 – “Hinek rûspîyên me wiha dibêjin,” Serokên Eşîra ji hev hez-nedikir û hevdu biçûk didîtin, ji hev lome û gazin dikirin.” Li ode-yekê an li civatekê li ser tuneyê şer dertêxistin ji hev bi dehan însan dikuştin. Elbet di vir da rola Îslamiyê jî pir bû. Eşîretên Anadoliyêbi piranî ji mezheba Henefî (Sûnî bûn) Nedixwastin ku digel mez-hebê din bijîn. Îro em dibînin Şêxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba Şahfî ne. Dimilî li aliyekî ne Şahfî û Henefî ne. Têkiliyên xwe pir bi hev re tune ne. Di nava civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û Elewî jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe dernetêxisti-ne. Giran û giran ew jî derbasî aliyê Sûniya bûne.
Hetanî salên 1950-60 an de hê şopa Êzîdiya li ser Kurdên Anadoliyê hebû. Sîng singo dilistin, agirên mezin pêdixistin û di dor wî agirî re govend dikşandin û kilam distirandin. Digotin, ”avê li êgir neke, ocaxî te kor bibe.” Berî xwe berve rojê dikirin, dua dixwandin. Berî xwe berve hîvê dikirin, duê dixwandin. Gava ku jina porê şê dikirin, porê wan î ku diweşî diveşartin, digotin ”guneh e vî porî veşerin.” Gava ku me xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina derdiket.
Kalê min digot, ”Ew çiyê lo hûn wek Êzîdiya serhîşik in.” Min carekî ji wî pirsî got, ”Kalo çima Êzîdî ewqas ser hişik bûne? ”Kurê min, me dîn/ola Mihemed qabûl kir. Lê wan qabûl nekirin, li ser dîn/ola xwe man.‟ Mînakên wiha gelek in.
Qadrî Cemil Paşa jî ji bona Gawestiya wiha dibêje, di kovara Hawarê da. “Berî sed salî pirê Kurmanca koçber bûn. Havînê xwe li çiyayên Kurdistanê ên heftreng dema xwe di nav gul û gulîlkan da derbas dikirin. Pêz û dewarên xwe diçerandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên dine germ. Ji fêrat heta Diclê li vê deştê hana fireh cî cî koçer dihatin. Di vê çûyin hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên malên wan hildigirtin. Yekcaran çend malan ji ber qels-bûna gayên xwe nedikaribûn tevî hêla xwe bimeşin. Ji wan vediqe-tin, di cîkî têr av û giya da çend rojên xwe dibihartin. Paşê diçûn digehştin heval û hogirên xwe. Qebîla Seyitxan jî yek ji wan bû. Mînak; hinek jî çiya dadikevin li deşta Dêrîkê dimînin /manê. Yên ku li dora Dêrîkê manê qebîla Rûta ye. Bi Xerecanan ve pismamê hev in.” – Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (2) an de ye .
2 – “(Gerokê bi nav û deng MOTKÎ wiha dibêje di bîraninê xwede,” Kurd her tim cîranê Ereb û Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe biajon salê sê çar cara êrîş dibirin ser Kurda. Konên wan dişewtandin û li ber deriyê wan çi hebû ew dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi tenê ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya.”
Em Kurdên ku li derdorên Enkerê, Qonyê bicîh bûne ji 12 a eşîreta hatine avakirin. Li gor hinek rûspîya bavê wan eşîretan yek bûye, diyê wan cûda bûne. Yanî dibêje serokê Reşû ya bi dozdeh jinan re zewiciyê. Ji her jinekê kurekî wî bûye. Ew her yek bûyê serokê eşiretekê. Îro çiqas kurd li derdora Qonyê, Enkerê û Kirşehrê hene hemû hevdû nasdikin û ji hev keçik birine û lawik zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hevin.
1- Sevkî, 2- Bilkî, 3- Mîfkî, 4- Xelkî. 5- Omerî, 6- Celkî, 7 Cudkî,
8- Terkî, 9- Nasirlî, 10- Mamitî, 11- Şêxikî, 12- Sawedî.” –
Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî diçavkanî (3) an de ye .
3 – “Weke hinek irf û adetên di nava Kurden Aksaray ê de hene û didine xwanê, dibe ku pêşîyên wan jî Êzdî bin. Û belkî Kurdên Êzdî yên herêma Enkarê û li derdora Sincan ê bicîhbûne jî merivên hevûdinê bin….. wergera ji tirkî:K.T.” – Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (4) an de ye .
4 – Dîroka Gölyazı yê : Ev gotara birêz Yusuf Topal jî bi zimanê Tirkî ye û li goriya dîtina min, divir de jî gelekî eşkere û zelalxwanê dibe ku, ciyê êl û Eşîrên Xelikan jê derketine jî navenda herêma mîrgeha Xaltiya ye û baweriya gelek pêşiyên wan jî Êzdiyatî bûne. Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vêgirîng jî di çavkanî (5) an de ye .
Vêca, gava ez li hinek lêkolîn û pirtûkên nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me yen ku koçî nava deweletên Sovyeta berê kirine dinêrim, dibînim ew jî di nêrîn û berhemên xwe de didine xwanê ku, ciyê êl û êşîrên wan jê derketine jî navenda herêma mîrgeha Xaltiya(Serhedê) ye û baweriya piraniya pêşiyên wan jî Êzdiyatî bûne.
Em dinêrin dîrokzanê Kurd Prof. Şakirê Xudoyê Mihoyan li ser pêşiyên xwe we dibêje:
“Pêşiyên min ji Qersê hatine. Sê pêlên koçberan ji Qersê û herêmên derdorê wî hatine, li Ermenîstanê herêma Elegez û derdorê wê bi cîh bûne. Li herêma Elegezê yanzdeh gundên Kurda hene. Li nahiya Talîdê dîsa yanzdeh gund hene. Lê Kurd li wira, li Êsyan kêmtir in. Kurdê mayî, Kurdên Êzîdî, ew jî li nahiyeka deşta Araratê dijîn.
Pêla pêşîn, di salên 1854-56‟a, di şerê Rusa û Tirka de hatine. Bingeha gundê me Elegez jî, di salên 1850‟ê de hatiye danînê. Çimku kalê minê rehmetî digot “wekî ku pey şerê Rus û Romê du sal, sê sal derbas bûye, ez bûme.” Me jî hesab dikir û derdiket, ku di sala1856-1857‟an de hatine.
Pêla diduya dîsa salên 1877-1878‟an de hatine. Pêla sisiya jî wextê şerê Cihanê yê Yekemîn da hatine. Sala 1918 an de Rum hatiye, ew dem şerê Ermeniya û Tirka bû, hûn dizanin wî demî kesekî nedizanî ka çi diqewime, ne radyo, ne jî televizyon hebû.”(6)
Ji xwe gelek ji me baş dizanên ku, hîna gelek xwişk û birayên me ye nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên vê herêmê jî bi dehan kitêb û berhemên qedir buha li ser kronolojiya dîroka koç û qerkirina bav-kalên me nivîsandine. Ez teva jî bi dil û can pîroz dikim û dibêjim, bila Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta wan hêjayan qebûl bike û be-jna xwe li ber tevan ditewînim.
Vêca ji ber tengaya cîh, ez naxwazim nêrîna xwe ya(birênen li çavkanî. 7 Rûpel:26- 70)ku min derheqê dîrok, cîh, war, êşîr, êl,qebîle û rewşa mîrgeha Xaltiya de nivîsandiye ya di virde dîsa birêz bikim. Ezê di dewsa xwe de cîh bidime nêrîna mamoste û birayê xwe Dr.Eskerê Boyîk û ew jî weha dibêje:
“Ew eşîrên kurdên êzdî li dor kîjana ev lêkolîn hatiye kirin xwe ra dibêjin Xaltî. Berê berê da, heta van salên dewî, wan eşîra heyata xwe li der-dorên bajarên Sêrtê, Batmanê,qeza Qurtelanê, Erûhê, Bişêryê xweyî dikirin. Li bin zor û zilm, helandinê da çiqas diçû hejmara wan û warên wan kêm dibûn, goveka wan teng dibû. Van 15-20 salên dewiyê bi masayî cî û warên xwe berdan hatine Ewropayê, xazma Elmanya‟yê.
Wextê da mîrgeha Xalta li nav Kurdistanê da mîrgeheke mezin û bi hêz bûye. Di nav da ev çend eşîrên mezin bûne: Qizilî, Niqîbî,Xendeqî, Berekî, Anqosî û hinekên biçûke wisa çawa Bisiyan, Biletinî, Emeran, Mamereşan û hvd. Ji van hinek niha li ser bawaryaÊzdîtiyê nînin…
Çawa tê zanîn, wextekê, heya 1300 sal li berî zayînê, li der dorê golên Wanê, Ûrmyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin çêbûye û heta sala 585–an dom kiriye. Dîrokê da ew bi navê Xaldî (Ûrartû) eyan e. Gelo navbera navê wê dewletê û navê van eşîrên Kurdên êzdî da girêdanek heye,yan na?Ji bo dest me da delîlên anegor tune ne, em vê pirsê bihêlin dîrokzanan û paşwextîyê ra.
Lê bêjim, wexta ez zarok bûm, kalê gundê me jî oda da diciviyan, diaxivîn, çîrok digotin, li ser gelek babetan xeber didan.. Ji haj hatin-çûyîna cihanê jî kêm hebûn.Xwendî jî nîbûn.Wana ne dîroka cihanê zanibû, ne jî haj tiştên kevnar û lêkolînên zanyarî, arxolojyê û medenyeta Mêzopotamya‟yê hebûn…Çi ji kal-bavên xwe bihîstibûn, derheqa wan tiştan da gilî dikirin. Digotin qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne…Navê çend qebîlên din jî didan, ku li nav êzdîyên Ermenistanê da hebûn (navê wan bîra min da nemane). Wan ji mîna kalên van eşîran digotin Xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê were, cîye… Eger navê war e, wisan e wana ji herêma xwe, welatêxwe ra gotine Xalta. Gelo navê Xelatê jî ( Sîpan Xelat ) ji wî navî nayê?. Çawa Êzdî bi xwe dibêjin hemû qebîlên êzdîyan Xalt-î nînin, wisane bi bawarya min, di bingeha Kurdan da (Kurdên êzdî jî navda) gelek civak, medenyet û şaristanyên cûrbicûr yên wê here-mê rol lîstine.
Lê gelo Kurdên wê heremê, yên Misilman çima xwe ra navêjin Xa-ltî…Bi texmîna min li nav wan da ev nav hatiye ji bîrkirin, sedem ewe û dîrok jî wê dide îspatkirin ji pey Qulibandinê ra kurdan bêtir koka xwe înkar kirine û hela gelek malmezinan koka xwe birine malbetên navdarên gel û olên desthilatdar va girêdane.
Tê texmînkirin, di dema xwe da mîrgeha Xalta mezin û bi hêz bûye. Salên 1820-1850-î eşîrên mezin, yê li wê heremê ev bûne: Qizilî, Niqîbî, Xendeqî, Anqosî, Berekî. Ji bo kilam û bîranîna da navê wan tê bîranîn. Mezinayî li wê heremê Mîrzikê Zaza mîrê qesra Ridiwanê, serokê Qizilyanyê kirye. Pêra jî lêkolînên dîrokî derdixine holê ku êle mezin bûye û li nav axa- begên fêodal da parevekirî bûye. Hevgirtin û tifaqa xurt jî tune bûye.
Ji bo belgên dîrokî derheqa mezinayî, hesabê evdên Êzdî, gund û warên wê mîrgehê da destê me da tune, em jî wan melûmeta tînin, kîjan hevkarê me Kemal Tolan ji devê mezinên wê heremê top kiriye û weşandîye. Bê şik hinek şaşî dibe vê nivîsarê da, çawa di nirxandina da wisa jî hesab û navên gundên êzdîyan da hebin, lê rastîk sedî sede, ku wê demê hesabê gundên Kurdên êzdî yê wê heremê ji evên nivîsar pirtir bûne… Gelek guhestinên mezin jîyana wê heremê, û jîyana Êzdîya da bûne, dest zilm û zorê, qir û birê goveka êzdîtayê teng bûye… Mînakêke biçûk em ji dîrokê bînin: Dema fermana Sultan Mehemedê I da “Reşîd paşa êrîşê dibe li ser Kurdistanê, wê êrîşê da wî 40 hezar Êzdî kuştine…” (Dr. P. Müllêr Sîmonîs, Dûrch Armênîên, Kûrdîstan und Mêzopotamien; Meinz 1897.)
Eger her gundekî Êzdîya da 400 nefer jî bê hesabkirin, wisane bi tenê di wê êrîşê da 100 gunden Êzdîya hatine wêrankirin, li ser rûyê dinyayê winda bûne…Lê çiqas vegeriyane?”(8)
Belê bi rastî dilê min hêjî dixwaze, ku ez di lêkolînên xwe de bersiva gelek pirsanan bidim. Her weha çiqas navên êl û êşîrên me Kurdên li cîhanê belavbûne û yên hêjî li ser axa bav-kalan hene bidime berhevûdinê û bibêjim birênên xwşik û birayên min, her çiqas dijminên ol û netewa me navên me li goriya berjivendiyên xwe guhastibin jî, em Kurd tev sêvên ji darekê ne. Hemû kultur, çande, ol, êl-êşîrên me jî gul û beybûnê li derdora dara wê sêvê ne. Belê ez çibikim, hîna ew quweta min e ku van tevan bînime ser hevûdinê kombikim tune ye. Lê, ez ji bo vê armancê ji Xwedê hêvî dikim, ku fersend û tifaqa nivîskar, rewşenbîr, zahne, dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an jî hîna mezintir bive û ew jî karîbin ji bona pêşeroja zarokên me temamiya kronolojiya dîroka dagerkirina welatê me, bawerî, belabûn(asîmlebûn), koç û qerkirina me Kurdan hîna çêtir zelaltir bidine nasandin û valehiyên di dîroka me de sererast bikin.
Çavkanî
Kemal Tolan 29.07.06

