Ehmed Silêman: Şanda Hevbeş nûneretiya Kurdan dike û dê daxwaza nenavendiyê bike -Video

Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdî Ehmed Silêman ragihand, avakirina şandeyeke hevbeş ji aliyê partiyên Rojavayê Kurdistanê ve ji bo danûstandinên ligel Şamê, gaveke dîrokî û mizgîniyek e ji bo gelê Kurd. Silêman tekez kir jî, ev şande nûneretiya gelê Kurd dike û dê bergîriyê li mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bike.

Cîgirê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û endamê Şandeya Hevbeş a Kurdî Ehmed Silêman di beşdariya xwe ya di bulteneke K24 de da zanîn, ew avakirina şandeya hevbeş pîroz dikin û got: “Ev şande dê nûneretiya gelê Kurd bike. Em bi hêvî ne ku em karibin di xizmeta gelê xwe de bin û mafên xwe yên rewa di destûra Sûriyê de misoger bikin.”

“Pirsa Kurd bûye pirsek cîhanî”

Silêman bal kişand ser girîngiya navneteweyî ya pirsa Kurd û got: “Çareserkirina pirsa Sûriyê û pirsa Kurd di nav de, êdî ne tenê di destê dewleta Sûriyê de ye. Îro Amerîka, Ewropa û dewletên Erebî jî dixwazin ev pirs were çareserkirin û Tirkiye jî metirsiyên xwe tîne ziman. Lewma, ev mijar di rojeva alîkariya çareseriyê de ye.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir, ew wek Kurd dê bergîriyê li mafên hemû pêkhateyên din ên wekî Ereb, Tirkmen, Keldan, Suryan û Aşûriyan jî bikin û Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin.

“Em dixwazin Sûriyê Ne-Navendî be”

Derbarê daxwazên xwe yên ji bo paşeroja Sûriyê de, Ehmed Silêman diyar kir, ew li dijî sîstema navendî ya heyî ne û got: “Rêjîma heyî bi hişmendiyeke navendî ya tund hatiye avakirin. Em wek aliyên hevbeş ên Kurdî, daxwaza Sûriyeyeke ne-navendî, ango federalî dikin. Ger Şam vê daxwazê bi temamî red bike, divê em bizanibin ku planên wan ên alternatîf çi ne.”

Silêman tekez kir, ew ê di danûstandinan de nerm bin û wiha axivî: “Mirov nikare here danûstandinê û bêje ‘ez her tiştî dixwazim’ û aliyê din jî heman tiştî bêje. Divê em li hev bikin. Ev lihevkirin divê ji bo başiya giştî ya Sûriyê be û di nav de jî parvekirineke adilane ya desthilat û serwetê hebe.”

“Şande amade ye û divê alîkarî jê re were kirin”

Ehmed Silêman amaje bi wê yekê kir, şandeya hevbeş amade ye û ji kesên pispor di warên destûrî û yasayî de pêk tê. Wî got, “Pêwîst e piştgiriyeke xurt ji vê şandeyê re hebe. Divê pisporên zimanê Erebî, yasayî û destûrî alîkariya şandeyê bikin da ku bikaribe bi awayekî herî baş dosyaya xwe pêşkêş bike.”

Cîgirê Sekreterê Partiya Pêşverû herwiha rexne li hin aliyan girt û got, şande ne tenê ji bo karên teknîkî ye, lê belê ji bo danûstandinan e û divê bi berfirehî were amadekirin. Herwiha bang kir ku hemû alî alîkariya şandeyê bikin da ku di danûstandinan de serkeftî be û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê di destûra nû de biparêze. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *