DÎROK, RASTÎ Û DIREW -Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî-

Lokman Polat

Kek Şakir Epozdemîr pisporekî kurd ê welatparêz e. Lêkolînvan e. Damezrevanê PDKTyê ye. Di komîteya navendî a PDKTyê de bi Saîd Elçî re xebitiye, xebata siyasî û rêxistinî  kiriye. Pirtûkên wî hêjayê xwendinê ne. Di dadgehên dewleta dagirker  a komara Tirkiyê de xweparastina siyasî kiriye, doza netewa kurd parastiye, ji bo Kurdistanê gotiye Kurdistan somurge ye/kolonî ye, hatiye dagirkirin. Ew hêj jî bi nivîsên xwe doza kurd û Kurdistanê diparêze.

Ez di vê gotara xwe de dixwazim bi kurtahî behsa pirtûka wî ya bi navê ”Kurd – Osmanlî Îtîfakî ve Mewlana Îdrîsê Bitlîsî / Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî” bikim.

Min çend meh berê pirtûka bi navê ”Direwên Mezin yên Dîrokî” xwendibû. Tê de qala gelek bûyerên dîrokî yên ku bi şêweyeke direwîn hatine pêşkêşkirin, dikir. Dema mirov li dîroka fermî ya dewlet û partiyên desthilatdar dinêre, rastê gelek direwan tê. Dîroka komara Tirkiyê û kemalîstan li ser bingeha direwan hatiye nivîsîn. Di dibîstanên fermî yên komara Tirkiyê de dersên dîrokê hene. Pirtûkên dersên dîrokê ji sedînod li ser direwan hatine nivîsîn.

Divê dîrokzan objektîf bin û bûyeran li gor rastiyên dîrokî şîrove bikin, binirxînin. Mirov dinêre ku her dîrokzan dîrokê li gor xwe şîrove dike. Dîrokzanên fermî li ser bingeha direwan bûyerên dîrokî dinivîsin. Hinek dîrokzan li gor berjewendiyên dewleta xwe dîrokê serobin dikin, reş spî û spî jî reş didin nîşandan.

Di dîroka Kurd û Kurdistanê de jî hinek bûyerên ku nerast hatine nivîsîn hene. Mesela rewşa Îdrîsê Bitlîsî dualî tê şîrovekirin. Hiek dibêjin Î. Bitlîsî xaîn bûye û hinek jî dibêjin na xaîn nebûye.

Pirtûka Kek Şakir Epozdemir ya bi navê ” Kurd – Osmanlî Îtîfakî ve Mewlana Îdrîsê Bitlîsî /Tifaqa Kurd-Osmanî û Mewlana Îdrîsê Bitlisî” pirtûkeke hêja ye, çavkaniyeke giranbiha ye. Pirtûk di nav weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê derketiye û 176 rûpel e.

Nivîskarê pirtûkê Kek Şakir di pirtûka xwe de li ser kesayetî –şexsiyet- û xebatên Mewlana Îdrîsê Bitlîsî disekine, şexsiyeta wî bi xwendevanan dide nasîn û rewşa kurdan ya wê demê şîrove dike, pêvajoya şerê Savafî û Kurdan û herweha qala êrişên Şah Îsmaîl dike. Nivîskar sedemên ku çima Kurdan bi Osmanîyan re îtîfak kirine datîne holê û behsa peymana Amasya’yê dike.

Kek Şakir Epozdemir bi şêweyeke lêkolînerî dide nîşandan ku Mewlana Î. Bitlîsî mirovekî xaîn nebûye, wî xaîntî nekiriye. Di pirtûkê de dîtinên gelek nivîskar, dîrokzan û rewşenbîrên kurd jî hatine pêşkêşkirin. Di pirtûkê de digel mesela Mewlana Î. Bitlîsî, rewşa desthilatdariya Mîrên Kurdan yên wê demê jî hatiye pêşkêşkirin.

Ev pirtûk hêjayê xwendinê ye û ji bo ronahîkirina demeke ji dîroka kurdan çavkaniyeke baş e. Di pirtûkê de dîtin û ramanên M. Emîn Zekî, Ekrem Cemîl Paşa, Kemal Burkay, û Şerefxan weke çavkanî hatiye nîşandan û dîtinên wan hatiye ravekirin. Di beşa ”Dîtinên derbarê Î. Bitlîsî” de jî dîtinên şehîdê nemir, rêberê gelê kurd A. Kasimlo, Nacî Kutlay, Garo Sasonî, Martîn Broissen, Î. Şerîf Vanlî, A. Mesûd. A. Varlî, E. Xemgîn, N. Kalelî û gelek nivîskarên din yên kurd û bawermendên Îslamî hatine pêşkêşkirin.

Wek tê zanîn di nav kurdan de yê ku ji Îdrîsê Bitlîsî re xaîn dibêjin di serî de Apoyî ne. Di vê pirtûkê de Etem Xemgîn jî Î. Bitlîsî weke xaîn û xulamê Osmaniyan sucdar dike. Kemal Burkay, Nacî Kutlay û gelek nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên kurd û yên tirkên Îslamî Î. Bitlîsî weke xaîn nabînin, wî bi xaîntiyê sucdar nakin.

Xwendevanên ku dixwazin rewşa Mewlana Îdrîsê Bitlîsî fêr bibin, ji demeke dîroka Kurdan hayidar bibin û bi taybetî yên ku ji dîrokê hez dikin, divê miheqeq vê pirtûka Kek Şakir Epozdemir bixwînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.