Dibîstana Nivîskaran KOVAR Û MALPERÊN KURDÎ

Lokman Polat

Rojname û kovar dibistanên nivîskaran in. Niha li rojname û kovarên matbu-çapkirî- malperên elektronîk zêde bû. Kovar û rojnameyên elektronîk yên ku di înternetê de têne weşandin bûne cih û warê nivîsîne, anku bûne dibistana nivîskaran.

Di dema berê de bi dehan kovarên ku li ser kaxiz dihatin çapkirin, dihat weşandin. Beriya sala duhezarî li Swêdê 16/şanzdeh kovarên xweru bi kurdî li ser kaxiz dihat weşandin. Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî bi dehan kovarên matbû li Stenbol û Amedê dihatine weşandinê. Niha li Swêdê tenê yek kovarek, kovara ”Bîrnebûn” tê weşandin. Li Stenbolê jî sê kovar, kovara Nûbihar, kovara Vate/bi zazakî ye û carna sale hejmarek yan du hejmar kovara Zend tê weşandin. Li Amedê jî kovara Deng û rojnama Xwebûn diweşe. Li hersê parçeyên Kurdistanê, li rojhilat, başur û rojava çend kovarên matbû têne weşandin ez nizanim. Tiştê ku ez zanim, li rojhilat kovara Sîrwe hebû, li rojava niha kovara Şermola heye û li başurê Kurdistanê kovara Peyv heye.

Înternet tişteke wisa giranbiha û hêja ye ku, li ser girîngîya wê mirov çi bibêje jî kêm dimîne. Înternet şoreşa teknîkiye û ji bo mirovahiyê xizmeteke bêpayan e. Dinya –cîhan- bi saya wê hate guhartin û pêşveçûnên sosyal civakî pêk hat. Înternet ji bo tevahiya gel û neteweyên cîhanê haceteke giranbihaye, lêbelê ji bo me kurdan hîn bêtir bi qîmet e, giranbiha ye. Yanî feydeya wê ji temamê gelên cîhanê re çê bû, lê ji me kurdan re hîn bêtir bi feyde bû. (Helbet ji bo kurdan tiştê wê ê xirab jî hinek kurd di înternetê de serûgohê hev dixwin, ji hev re çêran dikin, gotinên nebaş ji hevre dibêjin, dilê hevûdu dişkînin û neyartiya hevûdu dikin, ev rewş ji bo doza netewa kurd nebaş e.)

Niha di malperên înternetê de, di kovar û rojnameyên elektronîk yên kurdan de bi sedan kes bi kurdî û bi hezaran kes bi tirkî dinivîsin. Ji xêra malperên –weşanên – kurdan yên elektronîk hejmara nivîskarên kurd gelek zêde bûye. Kesên ku berê qet bi kurdî nedinivîsand, niha di malperên kurdan de bi kurdî dinivîsin.

Kovar û rojnameyên çapê li gor rûpelên standart têne weşandin. Ji bo ku hejmara rûpelên wan sînorkiriye, ew nikarin her nivîsê biweşînin. Lewre jî ew nivîsan heldiçinin û yên diecibînin, diweşînin. Weşanên elektronîk ji hêla rûpelan ve bêsînorin û di hejmarek kovareke elektronîk de bi qasî deh hejmarên kovarên çapkirî nivîs têne weşandin. Weşandina nivîsan xwedî nivîsan teşwîqê nivîsînê dike, moral dide wan û ew jî nivîsên nû dinivîsin û xebata xwe ya nivîsînê didomînin.

Naveroka kovar û rojnameyên elektronîk wisa dewlemend in ku, mirov dikare bibêje her weşan bi serê xwe weke deryayê ye û pirrengîn e. Mirov di înternetê de li çi bigere heye. Di malperên kurdan de li çi mijarê bigere, miheqeq li ser wê mijarê nivîs heye. Pircureyî, weşandina babetên curbecur dewlemendîya wan weşanan e.

Piranîya rêxistin û partîyên kurdan û herweha komeleyên sivîl yên demokratîk û girseyî di înternetê de malper vekirine û dest bi weşanê kirine. Di van malperan de mirov bi hêsanî dikare derbarê komele û partiyan de agahdarî werbigre û bernameyên –programên- wan bixwîne, ji çalakîyên wan hayidar bibe.

Her diçe kovar û rojnameyên kurdan yên matbû (yên ku li ser kaxiz li matbaayê têne çapkirin) kêm dibin û weşanên elektronîk yên înternetê zêde dibin. Herî dawî kovara Zarêma ku li ser kaxiz çap dibû, jiyana weşana xwe a li ser kaxiz dawî anî, êdî li ser kaxiz nayê weşandinê. Helbet hinek weşanên kurdan hene hem weke matbû li ser kaxiz û hem jî di înternetê de têne weşandin. Herweke kovara Deng, Kovara Vate, rojnameya Xwebûn, kovara Nûbihar. Weşanên kurdan yên înternetê, li gor perîyoda rojane, hefteyî û mehane têne weşandin. Hinek malper herroj têne nûhkirin, hinek heftê careke û hinek jî weke kovarên mehane têne weşandin.

Di hinek malperan de nûçeyên flaş û nirxandinên balkêş têne weşandin. Gelek nûçeyên girîng ku di malperên kurdan de têne weşandin, di weşanên matbu -çapkirî- de nayên weşandin. Di hinek malperan de forumên gengeşiyê hene û li wir minaqeşe têne kirin. Di Paltalkê, Zoomê, Mesengerê û hwd, de bi zindî û di forumên gengeşiyê de bi nivîskî li ser gelek mijarên curbecur minaqeşe hene. Di van demên dawî de vêca Televizyonên elektorîk yên dîjîtal dest bi weşanê kirine. Di facebookê, întegramê û twîterê de jî weşanên zindî têne weşandinê. Televîzyonên Dîjîtal ên kurdan gelek in, wek mînak ez navê çendan binivîsim. Dengê Azadî Tv. , Deng Tv. , Xanî Tv. , Yekbûn Tv. , Çarpel Tv. Û hwd. Vana Tv ên dijîtal in. Gelek Tv ên kurdî jî satelît in. Herweke Kurdistan Tv. , Rûdaw Tv. , Stêrk Tv. , Tishk Tv. , Ronahî Tv. , Kurdistan 24. , Çira Tv. , Aryen Tv. , Zagros Tv. , Komala Tv. , Zarok Tv. , û hwd.

Ez herroj dikevim înternetê û li malperên kurdan dinêrim. Weke rojane malperên ku ez herroj li wan dinêrim û nivîs û nûçeyên wan yên nû dixwînim ev malper in : Çandname, Diyarname, Netewe, Xwebûn, Avestakurd, Dengê Kurdistan – Rojeva Kurd – Rûpela Nû -, Nûbihar – Nêrîna Azad – Roja Welat – Kurdistan Post û Ozgur Polîtîka. Gelek malperên kurdên rojhilat û başur hene. Lê, ji bo ku ew alfabeya erebî bikar tînin, ez li wan malperan nanêrim. Lê li çend malperên kurdên rojava/binxetê dinêrim. Ez ê li ser malperên kurdên binxetê nivîseke din binivîsim û di derbarê wan malperan de nêrînên xwe diyar bikim.

Di vê nivîsê de ez li ser naveroka malperan, şaşî û kêmanîyên wan yan jî hêla wan a serketî nasekinim. Di nivîsa gotareke kurteşîroveyek de ji xwe nemimkûne ku mirov hemû malperan binirxîne. Lê, di demên pêş de mirov dikare car caran li ser yeko yek malperan dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanan bike.

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir