DI NEYNIKA NARSÎZMÊ DE WÊNEYÊN HİŞMENDÎYA “DEMOKRATÎK” (I)

Cano AMEDÎ

George Orwell dibêje: “Ew kesên ku tama desthilatdariyê digirin, piraniya wan ji bo ku cihê xwe winda nekin, mîna marên ku çermê xwe diguherin, her roj xwe bi nasnameyên cuda nişan didin.” Ev tespit û gotina hanê wêneya siyaseta îroj radixe ber çavan. Weke formulasyona 45 salên dawîyê mirov mecbûrî lêkolîn û lêgerînekî dike. Lewra bersîvên pirsên weke çima, çima, çima her tim di nav komên berjewendîperestîyê de veşartî maye. Gava mirov bi baldêrî bifikire û li ser bisekine, pirsan li hev zêde bike mirov dikare di nav gerînoka doyin de rastî çendî bersivan bibe.

Min di jiyana xwe de weke gelek kesî têra xwe zîndan dît, têra xwe bi tade-zext û êşan re jî rûbirû mam. Her zîndanek xwedî taybetmendîyek cuda, cîhê azmûnên berxwedanê bûn. Ez di zîndanan de rastî gelek kesên xwedî karekterên cuda hatim. Di nav çerxa îzolekirinê de, di demên tenêtîyê de, di demên tarî de, bi zextên fizîkî û yên dêrûnî re rûbirûbûyin mirov dike xwedî tecrube û zanînê. Gelek caran jî me di zindanan de zindan dît ku her yek bi serê xwe rûpelek rûreşîyê ye. Di zîndanan de zindan avakirin ne aqlekî ji rêzê bû. Lê mixabin em bûn şahidê wan pêvajoyan jî.

Di pêvajoyên tengasîyê de, gelek mirovên dost, qedirşînas û hevalbendên rojên dijwar ku ji dilbûn, weke bira bûn  min dît. Li hemberî êrîş û zextên hovane, me bi hevra singê xwe dikir sîper û helwestên hevbeş nişan dida. Me birîn û wermandina laşê hev, bi hestên biratîyê derman dikir. Lê mixabin car caran jî em rastî mirovên bêbext, nexweş û xwedî hestê ku digotin “ez û ez” dibûn/dihatin. Lê bandora wan ne giran bû. Di nav çar dîwaran de, me alîyên erênî û neyênî di pratîkê de didît û li gor wê tevdigerîyan. Kesên her tim xwedî dek û dolaban bûn, pirî caran xwedî xençera jahrî bûn. Ji ber wê yekê ez dikarim bi zelalî bejim an di nav çar dîwaran an jî li dervî çar dîwaran, bi qasî têgihiştin, tecrube û xwendina xwe ya sîyasî, min têra xwe Beko Ewan û dîktatorên Matrûşka dît ku hemû jî narsîst û fêlbaz bûn. Bi taybetî jî li dervî çar dîwaran.

Îro jî ew aktor li ser dîkê rolên xwe dilîzin. Pirî caran ji xwe dipirsim, meraq dikim û carcaran dikevim pey şopa pirsan. Gelo ewqas zirar û zîyanên hatine dayîn, kêmasî û şaşîyên hatine kirin, ew têkilî û pêwendîyên li ser bingeha komî an derdorê ku li ser berjewendîyên şexsî dimeşîyan ku îro jî dimeşin, çima civak bertek nişan nade? Ew kesên narsîst û berjewendîperest taybetmendiya wan ên diyarkirî çîye? Çima bandora wan li ser hemû beşê civakê bi hêz û bi bandor e? Gelo çi balkêşî û taybetmendiya kesayetên narsîst heye ku civakê weke kerîyê pez dibinin û bi rê ve dibin? Çima ewqas bi hêsanî xwe li ser civakê ferz dikin?

Min xwest ku cîhana hundurîn a kesên narsîst û têkiliyên  wan ên bi derdorê re fêm bikim. Ji ber vê yekê min pêwîstîya lêkolînek an analizek kurt dît. Kêm zêde em dikarin çend taybetmendiyên sereke yên kesên narsîst bi vî rengî ronî bikin. Bi qasî xwendin û tecrubeyên  ku em di jiyana xwe de rûbirû bûne gelek alîyên vê mijarê hene. Lê ez dixwazim li ser hevoka narsîst mijarê bidomînim.

Narsîst xwe di navenda her tiştî de bi cih dike û bawer dike ku ew bêhempa biqîmet e. Ev rewş dibe sedem ku ew kesên ku wî bilind nakin wekî nankor, dijmin an bêqîmet bibîne. Li şûna ku kesayetên populer ên civakê rexne bike, ew tercîh dike ku bi wan re lihevhatî be û heta wan wekî mertalekî bikar bîne da ku pêş bikeve. Ev ji dêrûnîya xwe bilindkirin û hesta serdestîyê tê.

Narsîst di eslê xwe de qels û tirsonek e. Li şûna ku bi hêza rastîyê re rû bi rû bimîne, ew bi biçûkxistina kesên nêzîk ên ku nikarin zirarê bidin wî, xwe bilind dike. Di heman demên dijwar de ew li hemberî tengasî û zehmetiyan helwestek teslîmkar nîşan dide û ji rûbirûbûna bi xwe re dûr disekine. Ev qodên qelsî û tirsonekîyê jî, di ruhê wî de weke qeydek esasî bi cîh bûye, nikare xwe jê azad bike.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *