Di jîyana kurdan da cîyê meselokên sîyasî û naveroka wan

Siddik BOZARSLAN

”Dema gelek bê bindestkirin û ji hemî heqên xwe yên neteweyî, tewr ji heqên besîttirîn û biçûktirîn ên mirovîyê jî bêpar bê hîştin, welatê wî jî jê bê standin û bê dagirkirin, bi ser da jî bê parçekirin û perçiqandin û di nava wî da qetlîamên nebûyî bên kirin, gelo ew gel dê çi bike?

Bê guman ew gel, ji alîyek ve dê jibo azadî û rizgarîya xwe bixebite û têkoşîn bike; ji alîyek ve jî di heqê wan dewlet û rejimên zordest da ku ew bindest kirine, dê hin meselokên sîyasî biafirîne û di wan meselokan da hem dê bi wan dewlet û rejimên zordest henek û tinaz bike, hem jî dê salixê zordestîyên wan ên nemirovkî bide, wan zordestîyan bi wan meselokan teşhîr bike; her weha, dê bi wan meselokên sîyasî ronayî bide ser derewên wan dewlet û rejiman, rûreşîya wan bîne ber çavan. Bi wî awayî, dê nîşan bide ku ew hêzên zordest, digel hemî pesn û fortên xwe yên birqok û digel hemî huqqebazîyên xwe yên xapînok, di eslê xwe da qeşmer û pêtinazikên bêrûmet in.

Ji alîyekî dî ve jî, ew gel dê hêz bide xwe ku hebûn û pênasîya (huwîyet) xwe ya neteweyî, ziman û çandeya xwe biparêze; jibo vê amancê jî dê hin meselokên sîyasî biafirîne û jibo parastina pênasîya xwe ya neteweyî wan meselokan bike alîkar.

Dema mirov li rewşa Kurdistanê û li rewşa gelê kurd dinêre, mirov vê bûyerê bi awayekî berçav dibîne. Ew dewlet û rejimên ku Kurdistan dagir kirine, ji alîyek ve di Kurdistanê da zordestî û cînayet û qetlîamên nebûyî kirine; ji alîyek ve jî, bê ku şerm û fedî bikin, xwe wek ”misyonerên medenîyetê” û wek ”aladarên pêşverûtîyê” nîşan dane, hêz dane xwe ku wan cînayetên xwe yên barbarkî di binê perdeya ”medenîyet” û ”pêşverûtî”yê da bipoşin (veşêrin, binuxêfin, bincil bikin).

Lê belê gelê kurd jî betal nesekinîye. Gelê kurd ji alîyek ve li dijê wan dewlet û rejimên zordest têkoşîna azadî û rizgarîyê kirîye; ji alîyek ve jî hem li ser wan dewlet û rejiman, hem jî li ser serok û kargêrên wan hin meselokên sîyasî afirandine û belav kirine, Gerçi gelê kurd, ji ber zordestîya wan rejiman îmkan û fersend nedîtîye ku wan meselokên sîyasî binivîse û nivîskî belav bike, lê belê ew meselok devkî belav kirine û ji neslên hatî ra hîştine.

Gelê kurd bi afirandina van meselokên sîyasî, rahîştîye wê perdeya sexte ya ”medenîyet”ê û ”pêşverûtî”yê û ew ji ser wan dewlet û rejim û kargêrên cînayetkar rakişandîye, rûyê wan ê reş û xwînî derxistîye meydanê û anîye ber çavan.

Bi vî awayî, mirov dikare bêje ku meselokên sîyasî di destê gelê kurd da bûne çekek û li rexê bizavên gelî di doza azadîxwazî û rizgarîxwazîyê da ketine tekoşînê

Hin ji wan meselokên sîyasî, di eynê demê da alîyekî dîroka me jî ronî dikin; hin bûyerên balkêş ên ku di dîroka me ya nêzîk da qewimîne, tînin ber çavan. Meselokên weha, hem dek û dolabên zordestan, hem jî safîtî û xavîtîya hin kurdan nîşan didin; bi vî awayî dibin ders û îbret jî.

Ji alîyekî dî ve, ev meselokên sîyasî bûne beşek ji jîyana gelê kurd, xasma ji jîyana xebatkar û têkoşerên kurd; li her derê Kurdistanê ketine  dev û zarên xebatkar û têkoşeran, ji neslan derbasê neslan bûne, di hiş û bîra têkoşeran da hatine parastin.

Lê belê di dewra me da, parastina hilberîyên weha giring û rûmetbilind di hiş û bîra mirovan da ne bes e; dewra me dewra nivîsînê ye, dewra parastina hilberîyên gelî di pirtûkan da ye. Hilberîyên ku ji alîyê gel ve hatine afirandin, divê ku bên ser kaxid, bên xwendin û belavkirin, di nava rûpelên pirtûkan da bên parastin. Yan na, dibe ku ew hilberîyên  rûmetbilind bi derbasbûna zeman hêdî hêdî ji bîra mirovan herin, ji bîr bên kirin û hin bi hin winda bibin biçin.

Aha me ev meselokên sîyasî bi vê amancê berhev kirin û me ev pirtûk bi vê amancê amade kir. Bi çapkirin û belavkirina van meselokan di vê pirtûkê da, bi kêmayî beşek ji meselokên me yên sîyasî dê bên parastin û ji taluka windabûnê rizgar bibin.

Wek ku ji peyva ”meselokên sîyasî” jî tê famkirin, naveroka van meselokan ”sîyasî” ye; bi peyveka dî, ev meselok li ser şol û rewşên sîyasî hatine afirandin. Hinek ji wan li ser rewşa gelê kurd a sîyasî ne; hinek jî li ser rewşa wan dewlet û rejiman in ku Kurdistan dagir kirine û gelê kurd bindest kirine, dîl girtine; hinek jî li ser serok û kargêrên wan dewletan in.

Gerçi em ji van hilberîyan ra dibêjin ”meselok”, lê belê beşek ji wan li ser hin bûyerên rastîn in ku bi rastî qewimîne, yan jî peyvên rastîn in ku bi rastî hatine gotin. Mesela, meseloka ”Ha Dêrsim û ha mûyek”; bûyereka rastîn tîne ber çavan. Di wê meselokê da tê qalkirin ku walîyekî tirkan ê bi navê Fexrîyê Dîn, di dema bizava Dêrsimê da ji Dr. Nûrî Dêrsimî ra gotîye:

-Dêrsim li gora Komara Tirkîyê wek mûyek e! Em´ê Dêrsimê tune bikin! Bi tunekirina Dêrsimê tiştek ji Komara Tirkîyê kêm nake.

Meseloka ”Poşmanîya derengmayî” jî ji vê celebê ye û bûyereka rastîn nîşan dide. Di wê meselokê da jî qala Mîr Baranê Heszroyî tê kirin ku ew li dijê bizava Şêx Seîd derketîye û piştgirîya rejima Kemal Paşa kirîye. Piştê ku wê rejimê bizava Şêx Seîd şikandîye, cezayê dûrxistinê (surgûn) daye Mîr Baran û ew ji Kurdistanê dûr xistîye. Mîr Baran wê demê poşman bûye û poşmanîya xwe weha eşkera kirîye:

-Şêx Seîd Efendî jibo rizgarkirina Kurdistanê rabû, Xwedê em kor kirin ku em jî pê ra ranebûn.

Dewam dike….

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *