Îbrahîm GUÇLU
Li Bakurê Kurdistanê piştî sala 1974-an Bihara 3-emîn a Tevgera Neteweyî dest pê kir. Di demek kurt de gelek rêxistinên neteweyî ava bûn. Gel li derûdora wan rêxistinan kom bûn û li hemû bajaran tevgera neteweyî xurt bû û şiûra neteweyî di nav gel de belav bû û bilind bû. Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê hat sînorekî wûsa ku dewleta Tirk ji Tevgera Neteweyî Bakurê Kurdistanê tirsiya.
Lê xurtbûna Tevgera Neteweyî, Mafên Kurdan yên neteweyî, mafê çarenivîsiyê û dewleta Kurdistanê bi xurtî hat rojevê.Â
Hezar mixabin wek tê zanîn dema PKKê wek grûbeke biçûk li Kurdistanê wek projeyekê derket meydanê, hemû rêxistinên Kurdistanê û kurdperwer dijmin îlan kir. Girêdayî ev peyman/manîfestoya xwe ya damezrênêr li hemberî rêxistinên Kurdistanê ÅŸer kir. Ew ÅŸerê xwe li Kurdistanê li gelek bajarên Kurdistanê li ser navê li dij feodalîzmê jî belav kir. Li Gelek bajar û bajerokên Kurdistanê bi sedan Kurd kuÅŸt û an jî da kûştin. Ew di hemandem de ev êrîşên PKKê, Kemalîstan, ji bona Darbeya LeÅŸkerî ya 12ê ÃŽlona 1980yî kir sedem û bingeh. Â
Ew jî bû sedem ku mafên neteweyî yên Kurdan, dewletbûna Kurdistanê encama wan êrîşan û pevçûnên û şerê PKKê li hemberî rêxistinên Kurdistanê ji rojevê rabe.. Her kurdek mecbûr bû ku ji kuştinan qal bikin, zarok û jiyana xwe biparêzin.
PKKê dema di sala 1984-an de bi piştgiriya Sûriyeyê dest bi şer kir: Ew şer bû şerê man û nemanê ê PKKê. Patronên PKKê ji bona ku bigihîjin armancên xwe yên stratejîk bi her awayî ev şera bi kar anîn.
Dewletê jî li hemberî PKKê, di destpêkê de bi awayekî qels, lê pişt re bi xurtî ji bona PKKê ji holê rake şer domand. Di vê merheleyê de jî bi her awayî ji bona tunekirina PKKê hewildan heye. PKKê tên girtin û dadgeh dibin û cizayên giran digrin.
PKKêyî Li Bajaran, li çiyan tên kuştin.
Şaredariyên di destên wan de teslîmî qeyyûma dibin..
Tê zanîn ku ji sala 2016-an vir ve, bi taybetî jî piÅŸtî PKKê li nav bajarên Kurdistanê yên di bin desthilatdariya wan de bû û gel ji bona ÅŸaredarî deng dabûn wan, ji bo daxwaza dewletên patron û hêzên tarî yên hûndir dest bi ÅŸerê xendekan kirin, qeyyûm bûn rojev û dewletê dest danî ser ÅŸaredariyan û qeyyûm anîn ÅŸaredariyan.Â
Di van rojên dawî de jî li Şaredariya Çolemergê (Heqqariyê) mijara qeyyûm di rojevê de ye. Wek salên bihurî dîsa li ser qeyyûman demokratîkbûn û hiqûqbûn tên minaqeşe kirin. Ew ne rast e. Lewra dewletê jî û PKkê jî eleqeyan wan bi demokrasi û hiqûqê re tune ye. Her du teref jî di kiryarên xwe de keyfî tevdigerin.
Gelek vekirî ye ku ev minaqeşeyên rojane bê wate ne. Ji bona çareseriya pirsgirêkê jî ne derman e. Lewra dewleta qeyyûm tayîn dike jî û PKK-DEM jî  ne demokrat in.. Ne jî, ji bona wan hiqûq pirr girîng e.
Gelek diyar û vekirî ye ku Dewlet jî û PKKê jî, ji qeyyûman hez dikin. Stratejiyên xwe di heman dem de bi riya qeyyûman pêk tînin û cîbicî dikin.
Dewlet ji qeyyûma hez dike, lewra bi riya qeyyûman ji bona ku di mafên Kurdan û çareseriya pirsa kurdistanê de gav navêje, ji bona xwe qeyyûman dike enstruman. Şerê PKKê û mijara qeyyûm û mijarên din yên wek van dibe sedem ku dewlet dagirkeriya xwe, kolonyalîstbûna xwe, tune qebûlkirina neteweya kurd bidomîne.
Dewlet mijara stratejîk ya neteweya Kurd gelek bi hêsanî ji çavên Kurdan û Tirkan birevîne.
PKKê jî heman stratejî dimeşîne. PKKê jî, ji qeyyûman hez dike. Dema mijara qeyyûman tê holê, vê mijarê ji bona xwe dike enstrumana propagandayê û ji bona armancên xwe yên stratejîk bir kar tîne.
PKKê di gengeşiyên qeyyûman de hîç ji mafên neteweyî yên kurdan qal nake. Tu wext jî mafên kurdan nîne rojevê.
Loma jî ev çîroka dê hîn dirêj bidomîne. Her du teref jî, ji rewşa heyî kêfxweş in.
Yên ku ji helwesta Dewletê û PKKê zirar dibîne neteweya Kurd e, ciwanên Kurdistanê ne. PKKê ji bona propagandya xwe dê dîsa ciwanên Kurdistanê bi kar bîne û encama karanîna wê, dê bên girtin û di hepsê de bi salan jiyana xwe bidomînin.
Divê kurd, kudperwer, ciwanên Kurdistanê êdî ji vê lîstikê re bes bibêjin. Helwesteke kurdewar nîşan bidin. Ji Dewlet û PKKê re nebin qûrban.
Di encamê de dikarim bibêjim ku rewşe şer di rojevê de ye. Dewlet jî û PKkê jî gor nîzam û qanûnên şer helwesta xwe diyar dikin.
Loma jî pirsa qeyyûma wek min li rêzên şor jî got, veşartina pirsa Kurd û Kurdistanê ye.
Diyarbekîr, 06. 06. 2024     Â