Mixabin ne komkujîyên bi navê ENFALÊ û ne jî bombebarana kîmyayî û jehrî li ser HELEBÇE`yê li cîhanê tu helwestekî berbiçav dernexist holê. Ne Mafên Mirovan, ne Yekîtîya Neteweyan û dewletên demokrat û hwd.
Vê yekê bêpaxafîya Saddam ê hov xwurttir kir. Saddam roja 2 Tebaxa 1990 î de êrîşî Kuweytê kir, dagîr kir û wê parêgeha Iraqê ya 19 an diyar kir. Amerîka û dewletên bihêz vê bûyerê metirsîyek li ser bazara enerjîyê dîtin û dest bi amadekarîyên desttêwerdana Iraqê kirin. Di bin serkêşîya Amerîka de bi beşdarîya 35 welatan hêzeke Hevpeymanî hat avakirin.
Hêza Hevpeymanî, di roja 17 yê Çileya 1991 ê bi êrîşek asmanî ya berfireh bi navê Bahoza Çile birin ser Iraqê, ev bû Şerê Kendavê yê pêşî. Ev êrîş 5 hefte domkir, roja 24ê Sibatê êrîşa bejayî dest pê kir; di 100 saetan de Iraq ji Kuweytê hat derxistin, talana wan hat zîvirandin; di 28 ê Sibata 1991an de êrîş hat rawestandin.
Bi vê têkçûna Saddam, di serê Adara 1991an de, li Kurdistanê û li Başûrê Iraqê jî Şîeyan serhildan destpêkir.
Saddam wekî tolhildanê, bi hovîtîyek bêhempa ve êrîşê Kurdistanê kir. Ji milyonek zêdetir kurd berbi Kurdistana Bakur û Rojhilat ve koçber bûn, karesatek dijwar pêkhat.
Bi vê karesata mezin ve Yekîtîya Neteweyan (YN), di roja 5 ê Nîsana 1991 an de bi biryarnameya 688an pejirand. Bi vê biryarê Amerîka, Birîtanya û Firansa bi navê; Hêza Çakûç (Poised Hammer) dan destpêkirin û li bakurê Iraq xeta yeksana 36 an Herêma Ewle û dijfirîna Balafiran (No-Fly Zone) avakirin. Koçberên Kurdistanê zivirandin vê herêma ewle ku îro bingehê Kurdistan a Federal e.
Bi vê re Hilbijartinên azad çêbûn, Parlamento û Hukumeta Herêma Kurdistanê hatin avakirin.
Rêvebirê Kurdistanê bi taybet Kak Mesûd û Mam Cela derîyên Kurdistana Azad ji Erebên dij Saddam yên ku îro li ser nîr in re vekirin û wan ji Saddam parastin. Wek; Kongreya Neteweyî ya Iraqê INC, Rêketina Neteweyî ya Iraqê INA, Encumena Bilind a Şoreşa Îslamî li Iraqê SCIRI, Partîya Komonîsta Iraqê ICP. Herweha kesayetîyên wek Ehmed Çelebî, Iyad Elawî, Kenan Makiya, gelek serbazên leşkerî û hwd. Kurdistan bûbû Paytexta Opzisyonê.
Amerîka`yê; Piştgêrîya Saddam ya rêxistina El- Qaîde`yê, û ji alîyê wê rêxistina terrorist ve êrîşkirina 11 îlona 2001 an ya ser Navenda Bazirganîya Cîhanê New York ê (Worl Trade Center); Iraq û Saddamê xwînxwar kir tawanbarê vê êrîşê.
Serokê Amerîka George W Bush roja 20 Adara 2003 yan Şeva Newrozê bi bombebaraneke giran ve êrîşî Iraqê kir. Amerîka ji Kuweytê ve Pêşmergeyên Kurdistanê jî ji Bakur ve, şerê bejayî yê dijê rejîma Saddam destpêkir. Roja 1 ê Gulana 2003 yan Serokê Amerîka George W Bush serketina şer û dawîhanîna operasyonê li ser gemîya şer diyar kir.
Herçend Tirkîye Hevpeymanî xapand jî, Hevpeymanî di desttêwerdana Rojhilata Navîn de wek hertim di hesabê xwe de Tirkîye paşçav nekeir û cîyekî taybet nîşanê Tirkîyê dan û hêjî ev didome.
Herçend di rûxandina Rejîma BAAS de û di avakirina Iraqa Federal de rol û bandorek bingehîn ya Kurdistanê hebe û ew Erebên ku îro desthilatdarin, bi saya Kurdistanê ji kuştinê rizgar bûbin jî, her ku cîyê xwe çêkirin, wan mafên xwezayî yên destketîyên Kurdistanê rûçikandin, teng kirin. Ev bi bandora dewletên herêmê û erêkirna Amerîka û hevpeymanan hat domandin.
Tevî şerê dijî DAIŞ ê ewçend gorîkirin û fedekarîyên bêhempa ji bona aramîya herêmê û cîhanê jî. Herçend hesabê Amerîkayê yên ji ber Nato, têkilîyên Navneteweyî yên Rojhilata Navîn, Rûsya û hwd. Hebe jî, lê bêguman duserîtîya me, neyekrêzîya nav mala kurd, nebûna polîtîkayekî hevbeş, li ser vê rewşê xwedîyê bandorek bingehîn e. Heta ku em çareserîyekî ji vê rewşa navxweyî re nebînin wê astengîyên pêşîya me girantir bibin.
Îro 30 yê îlona 2026 an hêzên Hevpeymanan ji Iraq û Kurdistanê vekişîyan. Ereb şayîyan li dar dixin. Hukumeta Iraqê, li şûna bidawîhanîna çekdaran, duhî yasayek nû ji bona sipasîya Heşdî Şeabî pêkêşî Parlamentoyê kir. Wan li dijî Kurdistanê bi serjimêrîya Iraqê lîstin û hejmara kurdan kêmtir nîşandan. Heta niha li hember êrîşên ser Kurdistanê, ya bêdeng man yan jî reaksîyonên bêencam diyar kirin. Butçeya Kurdistanê birrîn meaşên karmendan rasterast bi xwe ve girêdan.
Bêguman yekkirina hêzên Pêşmerge di vê demê de pêngavek gelek girîng e, destpêka yekalîkirina kêşeyên navmala kurd e. Ji alîyê din ve Amerîka û hêzên Hevpeymanan vekişîyan, lê parastina Herêma Kurdistanê her di berjewendîya wan de ye û şûnda xistina wê neguncav e. Ji ber polîtîkaya bi Kurdistanê ve têkildar heta radeyek bingehê siyaseta Rojhilata Navîn e ku sererast bi çar dewletan ve têkildar e. Herçend ev ji bona serketina wê heta radeyek asteng be jî, ev bingehê parastina wê ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku kilîta bingehîn, yekrêzîya navmala me bixwe ye.
Rewşa Rojhilata Navîn li ser tevayî ya cîhanê xwedî bandor e. Hemberî, alozî û şer germ e. Guhertinên bingehîn her demî bêtir di rojevê de ye. Em kurd li herêmê ji bona hez û nehezan, ji her demî pirtir di hesaban de ne.
30-09-2026
Merd Baran Boskan


