Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

DEST Û ZİMANÊ XWE Jİ KURDİSTANÊ BİKİŞÎNİN 

Her ku roj derbas dibe, bêhtir derdikeve holê ku hin kes û derdor çiqas dijminê Kurd û Kurdistanê ne.

Qaşo rêvebirê Kurdistana BaşûrêRojava, (ew dibêjin Rojava)dibêje em naxwazin tu tixûb bên guherîn. Bila Kurdê Turkî di nav Turkî de, Kurdê Îranê di nav Îranê de, Kurdê Sûrî di nav Sûrî de û Kurdê İraqê di nav îraqê de bi demoqratî bijîn.

Demoqratbûna Iraq, Sûrî ji xwe pir pêşve ye û hemdem e(!)Divê Ji bo hemî dunyê bibe

mînaka demoqrasîyê, demoqratiya Seddam û Esed(!) Ji xwe ne giring e em qala demoqrasîya DÎIŞê bikin; Demoqrasiyên bê hempa ne(!) Demorasiya Îranê û xwedî şaşikên tirtire, ji xwe peyv jê re tüne yî(!) Divê hemû dewlet û siyasetmedarên dunyayê werin ji van çar dewlet û rêveberên wan dersa demoqrasiyê werbigrin(!)…

Ku we sînor nediguherîn û we Kurdistanek azad û serbixwe nedixwest çima bi armanca Kurdistana azad û serbixwe we xortên Kurda derxistin çiya û heftê-heştê hezar xortên Kurda bi kuştin dan!? Li her çar perçê Kurdistanê we bi hezaran gund rûxandin, şewitandin û

xweza wêran kirin. Ji xwe ev her çar dewlet demoqrat in, mirovî ne, hemdem in û azad in(!)

Qaşo xweserîya demoqrat avakirine li Sûrî. Endamên Baasê bi balafirekê hatin Qamişlo li sûk û bazaran geriyan, çûn Hesekê û vegerîyan li firoka xwe suwar bûn û çûn! Ka Qanton ka Xweserîya Demoqratîk!? Ma ne hun li Qantona Cizîrê revebir in!? Ji çîya qaşo revebirekî mezin jî hat bi van Baasîyan re hevdîtin pêk anî û vegeriya çîya.

Ev çawa koranî ye; ma qey mirîd û qûlê van kesan vê xayintiyê nabînin? Vana mehaniyê xwe,  mîna DAİŞê ji Esed distînin.

Li dijberî Esed tiştekî nakin, ew û DÎIŞ Kurdan dikujin, ma qey kesek tiştekî jî nabîne û nabêje!? Gelo heta çi demê wê ev koranî û bêhişîya bidome.

Ew îxaneta bi gelê me yê ezîdî hat kirin, hate Ezîdî vêya dît û ji pey wan vegerîyan; qaşo qantona Şingalê hilweşîya.

Bi dused nezan û feqîr qaşo qantona Şingalê ava kiribûn. Rêvebirê qantonê îtîraf kir ku ji Bexdê

pere wergirtine û di nava xayintiyê de ne. Poşman bû û vegerîya.

Ezîdîtî û civaka Ezîdî, hîmekî bingehîn yê netewa Kurd e. Ezîdî ku tune bibe, netew û çanda Kurd jî

tune dibe. Ew vêya baş dizanin, loma vê êrîş û destwerdanê li Ezîdiyan dikin. Ku ev qantona îxanetê rûxîya, loma ji çîya gef li dewleta federal ya Kurdistanê hat kirin.

Lê Kurdistana Federal, ji parlemanê heyetek şand ba wan û ji wan re got: “destê xwe û zimanê xwe ji nav me bikişînin”. Divê ev peyv zûde hatiba gotin û gava nehata guhdarîkirin, ew hemî ji Kurdistanê bahatana derxistin. Ew şandibana qantonên wan yê `azad û weserîya demoqratîk`(!)…

Ev dewletên ku Kurdistan li hev par kirine ku bibe ya dawî, wê van kesana bikin polîs û hêzên asayişe!

Ji xwe helwesta vana li hember Kurdan xwanê ye. Ku Kurd doza mafê netewî bikin -mîna ku doh li Amûdê li gel gule barandin- wê gule bibarînin ser gel. Divê Kurd baldar û haydar bin ji bo vê yekê. Peyvek pêşîyên Kurda heye dibêjin: “Yê qereçî kirin walî, pêşî bavê xwe şeniqand.” Ew jî bibin polîs -wê bibin jî- pêşî tiştekî avayî di Kurdan de nahêlin. Serdestên bîyanî kurd digirtin, qaşo didarizandin û zîndan dikirin; evana wê sererast bikujin!..

`Destên xwe zimanê xwe ji Kurdistanê bikişînin!`

Gelê Kurd vê rêdanê dide we, dengên xwe jî dide we, lê hûn vêya baş zanibin ne hevalê îxaneta we ye!

Bawer bin li ser vê şaşiyê hûn berdewam bikin, hûnê xwe çend karmendên xelkê bi tenê bibînin. Li dora we tu kes namîne û hûn dengan jî hew distînin.

(İnşaAllah, li ser hilbijartinê, di nivîsa bê de ezê rawestim.)

Kurdino, li ser rêça netewî bi yek bin! Destên xwe bidin hev. Li ser asasê berjewendîyên neteweya xwe bi dostên xwe re hevkariyê bikin!..

Di qada navnetewî de, her têkilî, li gorî berjewendîyan tê li darxistin. Kes ji bo çavên meriv yê reşbelek alîkarî û piştgiriyê nadin meriv. Pêwîstîya Kurdan bi alîkarîya navdewletî hey e. Ev jî li pêşberî hev bi berjewendî çêdibe. Divê kurd têkilîyên xwe yê navdewletî xurt bikin…

Ev helwest û nayartîya van kes û rêxistinan qet nikare armanca Kurdistana serbixwe têk bibe. Belkî hinekî bi paş ve bixe. Zû dereng wê mutleqa Kurdistana serbixwe ava bibe… 03.05.2015

 

Mûhammed Mêhdî NÊÇÎRVAN

Nerîna te