Dêrsim di nav agirê osmanî û rusan da bêçare maye!

Siddik BOZARSLAN

Divê binê nuqtayek were çixêzkirin ku dewleta osmanî, li gora xususîyetên her hermên Kurdistanê, îmkanên xwe yên propagandayê bo îknakirina xelkê piralî xebitîne da ku xelk bi girseyî beşdarîya şer bikin. Wek mîsal, piranîya herêma Dêrsimê, kurdên elewî bûne û loma hukumeta Stanbolê, jibo îknakirina xelkê, ji Dergeha Hacibektaşê ya Kirşehirê Çelebî Cemalettin Efendî rêkirîye herêmê. Balkêş e, li hemberî wê politika osmanîyan, rusan jî qasidên xwe rêkirine Dêrsimê da ku xelkê li dijî osmanîyan îkna bikin ku piştgirîya rusan bikin. Her çi qas eşîrên Dêrsimê li dijî şer bûne û bêlayanîya (bêterefî) xwe eşkera kiribin jî; hin eşîr jî di encamên xebatên Cemalettin Efendî da piştgirîya şer kirine û çûne şer ku ew eşîr, bi taybetî eşîrên Rojhilatê Dêrsimê bûne.

Di 1915an da dema qetlîamên ermenan pêk tên, hin ermen xwe davêjin bextê Dêrsimê. Xelkê Dêrsimê jî ermenan wek mêvan qebûl dikin û wan paşda nadin eskerên osmanî. Ev bûyer dibe semedê tûjbûna dijberîya osmanîyan li hemberî xelkê Dêrsimê. Bi saya serê mêvanperwerîya Dêrsimîyan, bi dehhezaran ermen ji mirinê xilas dibin û ew serfîraz dibin ku xwe bavêjin erdê Ermenistanê. Di wê pêvajoyê da veteriner Dr. M. Nurî Dersimî jî di orduya osmanî da fermandarekî demkî /muaqet bûye, di derbarê wê rewşê da weha dibêje:

”Piştî ku Erzurum dikeve bin bandora rusan û êrîşên rusan berdewam dikin, orduyên osmanî xwe paşve vedikêşin, Cemalettîn Efendî paşve dizivire, van tiştan dibin sedem ku Dêrsim û bi taybetî eşîrên Rojhilatê Dêrsimê, dikevin nav tirs û welweleyê. Eşîrên Rojhilatê Dêrsimê wek Demenan, Haydaran, Kureyşan, Karsan, Alan, Şeyhan, Suran, Pîlvenk û Yusufan di 30yê adara 1916an da hêzeke çekdar ku ji 10 hezar kesan pêk tê, çêdikin û bi wê hêzê hin alîyên Mazgirt û Nazimîyê û hin alîyên Hozat û navendên Pertekê êrîşan pêk tînin û wan deran talan dikin û memûrên osmanî ji holê radikin. Ev hêz ber bi Wîlayeta Elazîzê ve jî dikeve nav hewildanê ku Doza Kurdistanê bi awayeke fermanrewayî (emrivaki) çareser bikin û tevayîya herêmê têxin bin kontrola xwe.” (Vet. Dr. M. Nuri Dersimî, Kürdistan Tarihinde Dersim, Dîlan Y. 1992, s. 103)

Di vî derbarî da nirxandinên Fevzî Çakmak jî balkêş in. Di 1935an da bi navê ”Di Şerê Cêhanî yê Yekemîn da Konferansa Enîya Rojhilatê (Doğu Cephesi), Fevzî Çakmak jibo rewşa Eşîrên Dêrsimê weha nivîsîye:

”Di 1916an da dema rusan ber bi Mamahatunê ve bi pêş ve diçûn, wan ermenan û Mustafayê fîrarî şandine Tuncelîyê (navê Dêrsimê yê nû ye) ku eşîrên Balabanîyê, Kureyşanê, Koçuşağıyê ra çek bidin û wan fît bikin da ku li hemberî tirkan têkoşînê bidin. Li Rojhilatê Tuncelîyê, Nazimîye ji alîyê kurdan ve hatîye bi destxistin. Hozat hatîye dorpêçandin, Mazgirt, Pertek û Çarsancak hatine talankirin.”

Rewşa Dêrsimê ya wê demê di kitêba ”Birinci Dünya Harbinde Üçüncü Ordu Harekatı” yê da weha hatîye nivîsîn:

“Rusan û pêşîyên ermenan, li Dêrsimê belav bûne, propaganda kirine û kurdên nezan xistine nav serhildanê ku ew bi xwe ji hukumetê direvîyan. Di 8ê adara 1916an da serhildana kurdan dest pêkir û êrîşan birin ser Mazgirt û Nazimîyeyê. Hê jî li herêmê hêzeke dî tune ku di nav hêzên cendirme yê herêmî da li dijî wan were xebitandin. Li Elazizê Kuvvey-î Seyyaresî hatîye avakirin ku ew ji seyyar cendirme û siwarîyan bi du taburan û du alayên seyyar cendirme hatîye meydanê. Maqulên Kuziçan Kiği bi rîya dostanîyên hev hatine ber Fermandarê Orduya 3.yemîn Vehîp Paşa û gotine ku ew girêdayê dewletê ne… Bi rîyên sîyasî û îdarî ku nuha li herêmê tê bikaranîn, eger sukunet pêk neyê, Vehip Paşa bi biryar e ku tumena pîyade ya 13.emîn bi karbîne ku ji du alayan çêbûye. Nuha hewildana serhildanvanan hatîye rawestandin ku êrîşên rîyên îkmalê kiribûn ku heta boxaza Kemahê berjêr hatibûn. Berpirsîyarîya Tevgera herêma Dêrsimê, jibo M. Kemal Paşa hat dayîn ku ew Fermandarê Kolorduya 16.emîn e. M. Kemal Paşa, di 1911- 1912an da wek di Harba Îtalyayê da xwestibû, li Dêrsimê jî ew pêşnîyaz dike ku teşkîlata (rêxistina) milisî were avakirin. Li gora vê pêşnîyazê, ev teşkîlat, çek û teqemenî (cepxane) ji milisan pêk tê, jibo reisan û neferan (er) her meh miktarek pereyê zêr divê were dayîn. Bi vî awayî hem ewleyî dê çêbe û hem jî çekên dizî (nedîyar) dê derkeve meydanê, îmkan dê çêbe ku yên neyên eskerîyê û yên fîrarî ne ku ew xeşîm (acemî) in, ji wan îstîfade bê kirin. Di 30yê adara 1916an da serhilvan, herêmên xwe fireh dikin û heta Paluyê fireh dibe û ji ber giringîya Paluyê, Wîlayetên Dîyarbekrê û Elazizê, tabûrên cendirme yên sabît û seyyar û Tumena (du alay) Pîyade ya 3.yemîn heta Xarpêtê, divê herêm di dest da were girtin, bo wê amacê ev hewildana hêzê hat çêkirin. Jibo têkbirina serhildana Dêrsimê Yarbay Şewket (Galatali) hat wezîfedarkirin. Milisên herêmê, yên xwebexşînê û bi alîkarîya xelkê serhilvanan di 9yê nîsana 1916an da avêtin bakurê Çemê Perî û Palu ji xeterê rizgar bû. Tumena Pîyade ya 13.emîn ku di bin fermandarîya Şevket Beg da ye, di 29yê nîsana 1916an da li Perîyê ket nav hewildanê. Di wê navberê da Tabûra Cendirme ya Erzurumê jî bo Nazimîyeyê hat rêkirin. Tumena Pîyade ya 13.emîn, serhildana Dêrsimê hilweşand, di 29yê gulana 1916an da li Femê civîya, ew dê beşdarîya êrîşa (taaruz) Mamahatunê bike ku li Mintîqa 2.yemîn e.”(Birinci Dünya Harbinde Kafkas Cephesi ve 3.üncü Ordu Harekatı, Cilt II, Genelkurmay Basımevi, 1993, s. 214- 215)

Di vê kitêba jorîn da em rastê hin haydarîyên dî jî tên ku ew gelek balkêş in. Dema ku berberî (çelişkî) di navbera Eşîrên Dêrsimê û Hukumeta Osmanî da didome, di 14yê sibata 1916an da Erzurum dikeve bin kontrola rusan û hêzên rusî dikevin nav hewildanên ber bi Erzincanê ve. Di meha temûza 1916an da Erzincan jî dikeve bin kontrola rusan. Di vê merhaleyê da Dêrsimîyên herêmê dikevin nav hewildanên xwe parastinê li dijî rusan. Ji ber ku hin Eşîrên Dêrsimê, hêzên rus û ermenan jibo herêma xwe wek xeternak dibînin û loma dikevin nav hewildanên nû ku ev bi xwe ra jibo orduya osmanî rehetîyek anîye meydanê. Jibo vê pêvajoyê pirtûka jorîn weha dibêje:

”Rusya, ji ber ku tevlîhevî di nav Orduya Rusî da çêbûye, wan sozên ku dabûn eşîrên Dêrsimê jibo dayîna runê gazê, şekir û pere, êdî nedidan û bi ser da jî ermenên ku tecavuzên (êrîşkarîyên) xwe li herêma Erzincanê li dijî musulmanan çêkirin û rusan nikaribûn wan rawestînin, ew bûn sedemên acizbûn û nerehetîya eşîrên Dêrsimê û ew bi orduya osmanî ra têkilî çêdikin. Piştî nakokî û gengeşeyan li Hozatê ”Garbi Dersim Komutanligi” tê avakirin. Ewil Seyîd Riza û paşê jî Reîsên Eşîrên dî tên Hozatê û jibo qewtandina hêzên rusî ji herêmê, ew amade ne ku ji hukumetê ra xizmetê bikin, dibêjin û ev daxwaz tê qebûlkirin. ”Fermandarê Garbî Dersim”ê, wek mukafat şekir, pere û wd. didin wan (eşîran). Hêza ku Seyîd Riza ji 1000 kesî civandibû, çek û teqemenî distînin. Jibo rêxistinkirina (teşkîlatkirina) eşîran, Binbaşı Ömer Kerami Beg, hat wezifedarkirin. Embara erzaq ya ”Garbi Dersim Komutanlığı ya Pülümürê”, piştgirîya eşîran dike ku wan fermandarîya hukumetê qebûl kirine. Eşîra Kalanê, di 12yê gulana 1917an da, li dijî rusan hewildanên êrîşkirinê çêkir û li çîyayê Akbabayê û li başurê Erzincanê gundê Surbahanê bi dest xist. Ji rusan dîl (esîr) û alavan girt. Yekîneyên Eşîran, bi topên çîyayî û tifingên makineyî hatine teqwîyekirin û amade ne bo êrîşkirinê.”(eynê eser, r. 421)

Hêzên di bin rêberîya Seyîd Riza da Erzincanê paşve sitand û ew bû sedemê taqdîrkirin û xelatkirina Seyîd Riza ji alîyê hukumetê ve. Eşîrên Dêrsimê, di vê pêvajoyê da xwestine ku hukumet sozê xweserîya Dêrsimê bide wan. Lê berpirsên hukumetê wek her carî vê carê jî taktikên xapandinê û qezenckirina wextê bi kar anîne. Li ser wê hewildana tirkan, Alîşêr û hevalên xwe jî li Erzincanê bi rusan ra jî heman babetê peyivîne, lê encamek bi dest nexistine. Hasan Hayri yê Dêrsimî jî ku paşê dibe gelwekîlê Dêrsimê, di pêvajoya Hewildana Koçgirîyê ya 1921an da di Meclisa Tirk (TBMM) da di axiftineka xwe da dîyar dike ku rusan digel Dêrsimîyan axifîne û rusan sozê xweserîyê dane kurdan û heta dayîna pere pêşnîyazê wî kirine lê wî ew red kirîye û girêdana xwe jibo osmanîyan eşkera kirîye. Lê wek em pê dizanin, hewildanên H. Hayrî bo tirkan pere nake û di dawîyê da ew jî tê îdamkirin.  (Celal Temel, eynê eser, r. 86 – 92)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *