DEREW Û RAYA GİŞTÎ

Di dema hz. Elî û Miawîye de hemwelatîyekî Basrayê li deveya xwe suwar dibe tê Şamê. Yek ji hemwelatîyê Şamê bi serê deveya wî digire û dibêje: `ev deve ya min e!` Mirovê Besrayî, çiqas dibêje: `ev deveya mê ya min e, ev nag a min e!` Lê mirovê Şamî dibêje: `ev deveya nêr ya min e, ev lokê min e!` Li ser nîqaş û dengê wan xelkê der dorê li wan kom dibin. Miawîye jî tê ba wan.  Ku Miawî meselê fam dike; derdikeve ser cihekî bilind û dibêje:

-Gelî Şamiya ev lok, ev deve ya nêr yê Şamî ye an yê mirovê Basrayî ye!? Bi deh hezaran kesên li wir bi yek dengî dibêjin:

-Ev deveyê nêr, ev lok yê Şamî ye! Deveya mêrik jê distînin û didin yê Şamî. Piştî ku gel belav dibe, Miawî bangî mirovê Basrayî dike û dibêje:

-Ez zanim deve mê ye û ya te ye! Lê tu yê here Basrayê û ji hz. Elî re bêje “Ku Miawî ji deveya mê re dibêje nêr e û ya vî kesê Şamî ye; bi deh hezaran kes dibêjin ev deve nêre û

ya mirovê Şamî ye!” Bila Elî li gorî vî awayî lingê xwe bavêje û tevbigere!”…

Di welatê me de, li Rojhelata Navîn bi mîlyonan kes ji deveya mê re dibêjin nêr, Ji gewr re dibêjin reş, ji heqîyê re dibêjin neheqî û ji zilmê re dibêjin rahm, ji zalimên têne kuştin dibêjin; `Şehîd!` Ji ber vê ye li Rojhelata Navîn xwîn û hêsir kêm nabe. Bi mîyonan kes, ji Saddam re jî digotin: “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok!”  Ku Sedam ji deveya mê re digot nêr e û bi mîlyonan kes digotin: `ev deve nêr e!` Lê dawîya wî çawa bû hat dîtin: Mîna rovîyekî tije kêç, ji qulekê hat derxistin û bi darvekirin! Kes li ba wî li pişt wî nebûn…

Em wekî gelê kurd jî di vê rijandina xwînê de, di vê zilmê de gunehbar in.  Ji berk u em kurd heta nuha bûne her tişt, lê tenê  nebûne neteweperwer. Em bûne sosyalîst, demoqrat, ummet, terîqet, cemaet û wd. Lê em qet nebûn neteweperwer, alperwer, xakperwer! Ji ber vê, em jî sûcdar in. Ji ber vê, edalet pêk nayê.

Heta ku li Rojhelata navîn edalet pêk neyê, wê ev xwîn, ev hêsir zêdetir berdewam be.  Divê tirk, ereb, faris, kurd mîna netew xwedîyê mafên xwe bin. Divê sunî ,elewî, ezdî, îsewî, mûsewî, bi ol û bawerîya xwe xwedî mafê xwe bin. Wê tuxûbê dewletan were guhertin, bila bê guhertin, wê dewletên nû çêbibe, bila çêbibe.

Ne ku mîna nûnerekî dewleta Îranê gotiye: “Ku dewleta Kurdistanê ava bibe wê qiyamet rabe” Bila sibehê qiyamet rabe. Lê belevacî vêya ku dewleta Kurdistanê ava nebe wê ev xwîn, ev hêsir  berdewam be û wê qiyamet wê demê rabe!..

Edaleta rast û dirust divê pêk were. Ne mîna edaleta şêr, gur û rovî. Şêr, gur û rovî derketin nêçîrê. Kovî xezal û kevroşkek kuştin. Li ber pala zinarekî her sê seydê xwe rêz kirin. Şêr got:

-Ka van seydên me em parvebikin. Rovî got:

-Bila kekê gur parvebike. Gur got:

-Kekê şêr tu mezin e, mezinê me ye ji necirên me kovî mezin e, bila para te be, ez navîn im, bila necira navîn xezal para min be, rovî biçûkê me ye, bila kevroşk para wî be.

Şêr hêrs bû pençak li serê gur xist ew jî kuşt li ba neçîran danî. Ji rovî re got:

-Kekê rovî ka tu parvebike.

Rovî got: -Tu mîrê me ye. Bila kovî şîva te be, xezal firavîna te be, kevroşk taştiya te be; ku tu birçî bû bila gur jî paşîva te be. Şêr got:

Her bijî kekê rovî, tu çawa hînî vê parvekirina bi edalet bû. Rovî got:

-Ji serê gur….

Yê me em kurd her dem mîna gur ji serî bûne û bê par mane.

Heta ku kurd nebin xwediyê para xwe wê rojhelata navîn aram

Nebe… 03 MİJDAR 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir