DENGÊ XWE BİDİN XWE!

Bê guman divê mero dengê xwe bide xwe!

Lê gelo hûn em in? Yan jî hûn çiqasî em in?

Ku hûn em bin, ji xwe divê em dengê xwe bidin xwe…

Rêveberekî we derdikeve ser tv`yên xwe û dibêje: “me Kurdistan avêt tenekeya gemarê!”

Yeki din derdikevi dibêji: “Mafê filistîn hey e dewleta xwe avabike!” Heman kes li

qanalên tv`yên xwe dibêje: ” Dewlet saziyek paşverû û zalim e. Divê kurd dewletê ava neke!”

Rêveberê Rojava dibêji: “Me dewlet navê. Bila Kurdên Bakur, di nav Tirkîyê de bi demoqrasi bijîn! Kurdên başûr bila di nav İraq`ek demoqratik bijîn! Kurdên Rojhilat, bila di nava Îran`ek demoqratik bijîn! Kurdên Rojava, di  nava Sûrî`yek demoqrati de bijîn!”

Di nivîsa meha borî de, min demoqrasîya bê hempa ya van welatan anîbû ziman. Di vê nivîsê de ne pêwist e ez carek din di vê nivîsê de demoqrasîya hemdem ya van dewletan vebêjim. Ku Saddam çû, Esed û xwedîyê şaşikên mezin biçin, helbet wê ji asta demoqrasîya wan bi gelekî bilindtir, çêtir û hemdemtir demoqrasî were van dewletan.

Mina demoqrasiya DAİŞ(!), ku ew biçe jî ji wê gelek gelek baştirîn demoqrasî wê were bê guman…

Parlementera wan û endama parlamanê ya nû Ayla dibêje: Ji bo ku pêşmerge tecawizî wê neke(!) Bêrîtan xwe ji zinaran avêt û xwe kuşt. Ferînaz jî mina Bêrîtan ji bo sîxurê Îranê tecawizî wê neke, xwe ji qatê çaran yê otêlê avêt.

Gelo di dîroka pêşmergan de, tu carî pêşmergeyekî tecawizî tu kesî kirîye? Ev peyv raste rast tecawizî nirx û taybetmendîya kurd û Kurdistanê ye. Ev peyv jî mîna peyvên ku dibêjin: “Me Kurdistan avêt teneka gemarê, ji kurdan re dewlet ne lazim e, me bixwesta me karîbû deh dewlet avabikira, kurd bila di nava dewletên lê dijîn, di nava demoqrasîyê de bijîn! Ji bo pêşmerge tecawizî wê neke, Bêrîtan xwe ji zinar avêt, ez hêvî dikim zûtirîn dem Berzanî ji helwesta xwe ya şaş, ya dewletbûnê vegere û wd.”

Ku gotarên we ev bin, ku xwestina Kurdistanek azad, serbixwe û demoqratîk tune be, hûnê çawa bibin em.

Hin der dor jî dibêjin bila vana bibin parlemanter, ji bo em ji wan xelas bibin. Ku bi rastî mero ku ji wan xelas bibe, mero kare deng bide wan. Lê ku mero deng bide wan û bêjin: ” binerin, ewqas Kurd Kurdistanek azad û serbixwe naxwazin. Dengên mero, bibe hejmara kesên Kurdistan-nexwaz ev jî xiyanet e.

Xweserîya demoqratîk û dewleta demoqratîk jî gotarek çîrok e. Ji xwe hûn ne demoqrat in. Li welatê dagîrker tu dixwaze demoqrasiyê avabike. Lê ji Kurdan re û li Kurdistanê demoqrasî tune ye û tu di nava welêt de û di nava xwe de tu demoqrasîyê pêk nayne.

Li her çar perçê Kurdistanê, kesê ku mîna te nafikire ne hevalê te ye û tu wan direvîne, hefs dike û dikuje. Gotara we, ji bilî Kurdan ji bo her kesî ye.

Hûn îroj li Rojava ji bilî hêzên Kurd, bi her hêz û rêxistinên nîjadperest û faşîstên Ereban re hevkarî dikin û wan diparêzin, wan dixin nava dilê Kurdistana Rojava.

Ji roja ku we partîya xwe ava kir, we li her aliyê Kurdistanê, êrîşî hemî kes û saziyên kurd û Kurdistanê kirin.

Hûn li Rojava, li gelê Kurd gulleyan dibarînin; li Başûr, qaşo qantonan avadikin, bombe diteqînin; li Bakur, kesên partî û rêxistinên cuda dikujin; li Rojhelat peşmergeyan dikujin!

Ev çawa demoqrasî û demoqratî ye?

Li Qoserê, alên Kurdistanê bi tehdît û gefan dadixin xwarê. Hûn Ala Kurdistanê qedexe dikin!..

Rewş û mijar ev e. Ew ji ser xwe çûne; bitir bûne. Ji zû de dersek heq kirine: Her kesê ku kurd e, ji kurd û Kurdistanê hez dike, ji netewa kurd, ji xaka kurd hez dike, serxwebûn û azadîyê ji mafê kurda dibîne, divê dengê xwe nede vana.

Di hilbijartinê de, kî bi ser dikeve, kî têk diçe, bi cehenem kirî!..

Ewqas ked, hêvî û xwîna gelê kurd belaş dan neyaran! Li ser vê ked, hêvî û xwîna kurdan, Kurdan bi erzanî difiroşin; heta bi vê berdêlê, neyarîya Kurdan dikin!..

Yên xwe di wan de dibînin, wan xwe dibînin, dixwazin ji wan xelasbibin û yê ku bawer dikin deng dayîna wan, ne firotina kurd û Kurdistanê ye, dengê xwe bidin wan!..

Dengê xwe bidin xwe gelî Kurdan!

Dengê xwe nedin neyarên xwe… 03.06.2015

Mihemed Mêhdî NECÎRVAN

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir