Yılmaz Elagöz
Di rûpelên daxuyaniyên biçûk ên rojnameyan de û îro jî di medyaya civakî de, em rastî gotinên wiha tên: “Me hemû têkiliyên xwe bi kurê xwe re qut kirine.” “ji îro pê ve,tu têkilî û pêwendiyeke bazirganî an jî pirsgirêkeka deyn di navbera min û bav û birayên min de nîne.” Daxuyaniya qutkirinê rêbazek e ji bo ragihandina şikestina têkiliyên nav malbatekê, li ber çavê hemûyan. Herwiha, ev rêbaz herî zêde di civakên ku avahiya eşîretî lê xurt e, derdikeve pêş.
Koka vê yekê di civaknasiyê de ye. Li deverên ku eşîret roleke diyarker dilîze, kes tenê ji kirinên xwe berpirsiyar nayê hesibandin. Şaşiya kesekî, deynê wî an têkçûna wî ya bazirganî li ser hemû malbatê tê nivîsandin. Navûdeng û pêbaweriya bazirganî jî bi têkiliyên herêmî ve girêdayî ye. Di sazûmaneke wisa de, daxuyaniya qutbûnê dibe amûrek ji bo paqijkirina nav û dengê xwe li ber civakê. Berê ev tişt bi gotegotan dihat belavkirin an jî bi îlaneke biçûk di rojnameya herêmî de dihat ragihandin. Niha medyaya civakî heye. Amûr hat guhertin, lê derxistina kesekî ji nav civatê wekî berê ma; tenê ew zêdetir li ber çavan e.
Li pişt vê daxuyaniyê aliyekî psîkolojîk jî heye. Kesê ku tevgerên kesekî nêzîkî xwe, yên xelet, xeternak an jî bêkontrol, aramiya derûnî û paşeroja wî dixin metirsiyê, hewl dide sînorê parastinê ava bike. Ev dikare hewldanek derûnî ya sînorkirinê be, lê pir caran jî ji neçarî derdikeve. Hevokên tund ên wekî “Min ew red kir ew ne zarokê min e.”, “Min ew red kir ew ne birayê min e.”, “Min ew red kir ew ne bavê min e .” pir caran ji hêrsê bêtir ji bêçaretiyê derdikevin. Bêhêziya li hember windabûna kontrolê bi zimanekî tund tê îfade kirin. Armanc ew e ku, herî kêm bi awayekî sembolîk, xwe ji barê sûcdariyê û berpirsiyariyê rizgar bike.
Di van daxuyaniyan de, “Em ê serî li rêbazên qanûnî bidin” jî gelek caran tê dîtin. Li pişt vê gotinê tirs heye: tirs ji ku mirov bibe hedef, were sûcdarkirin an jî barê deyn û berpirsiyariyê li ser were danîn. Di vê rewşê de, îlan dibe çepera yekem a parastina xwe.
Lê ji aliyê qanûnê ve mesele hinekî cuda ye. Beşa daxuyaniyê ya ku tê de tê gotin ku di navbera malbatê û kesê ku ji malbatê hatiye qutkirin de têkiliya bazirganî an deyn tune ye, dikare li hemberî kesên sêyemîn wekî belgeyekê were nîşandan. Lê tenê daxuyaniyek nikare cihê prosedurên fermî bigire. Di mijara deynê de, rêbazên qanûnî divê bên şopandin. “Ji malbatê derxistin” jî di qanûnê de cih nagire. Derxistina kesekî ji mafê mîrasê tenê di bin şert û mercên ku qanûnê destnîşan kiriye de gengaz e. Ji ber vê yekê, daxuyaniyeke qutkirinê pir caran encameke rasterast a qanûnî nade; lê dikare encameke civakî ya girîng çêbike.
Îcar ev daxuyaniyan ji me re çi dibêjin? Ji aliyekî ve, ew hawara kesekî ye ku dixwaze ji bandorên civakî yên ku bi navê malbata wî ve girêdayî ne dûr bikeve û xweseriya xwe ragihîne. Ev hawar bi taybetî li civakên ku avahiya eşîretî lê xurt e jî pir tê bihîstin. Lê ji aliyê din ve, ew îtîrafeke nerehetker e: Dewleta hiqûqê ya nûjen ne hertim dikare kesan bi temamî ji zextên komî yên kevneşopî biparêze an jî ji bo wan di demeke kurt de rêyên çareseriyê peyda bike. Mirov neçar dimîne ku sînor û mafên xwe bi rêya ilanên rojnameyan û parvekirinên medyaya civakî ragihîne.
Daxuyaniya qutkirinê, beriya ku tenê ragihandina belavbûna malbatekê be, belgeya têkoşîna kesekî ye ku ji aliyê saziyan ve bêpar hatiye hiştin û di vê qadê de bi tena serê xwe têdikoşe.


