Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

 DANÎNA ÇEKAN Mûhammed Mêhdî NÊÇÎRVAN

Ji mêj ve ye ku danîna çekan di rojevê deyi. Li gorî min jî divê çek bên danîn. Li peşberî Kurdan, gelê kurd û saziyên kurd jî divê çek bên danîn. Çek divê bên danîn; ji ber ku daxwazên ku tên bi lêvkirin pêdivî bi çekan nake. Ji bo xweserîya demoqratîk û komara demoqratîk navê ku kesek bê kuştin an girtin. Ne lazim e ku berikek jî biteqe.

Li himber sazî kes û netewa kurd jî divê çek bên danîn. Destên xwe ji xwîna kurdan bikşînin!

Li gor hejmarên fermî: di vî şerî de şêst û pênc hezar kurd hatine kuştin. Nêzîkî pênc hezar gund hatini valakirin. Xweza û daristanên welêt hatîye şewitandin, rûxandin. Ev li gorî ku sazî bi lêv dikin: têra avakirina deh dewletan dike.

Lê daxwaza wan, xweserîya demoqratî e. Ev mîna ku kesek pereyê erbeyekê bide û ji berdêla wê benîştekî bikire! Yê bi nîrxê erebeyekê an bi pereyê firokekê benîştekî bikire, gelo çiqas baqil e!?

Ji qakilê wan ku guman nebe, tê famkirin ku vana di nava xiyanetek mezin de ne. Ev der dorana di axaftinên xwe de her dem tînin ziman ku “Ger me bixwesta, heta nuha me karibû deh dewletên netewî avabikira! Lê em li himber dewletên netewî ne!”

Ev bi serê xwe xiyanetek e! Çima ne li himber dewletên serdest in; lê li himber serxwebûna (dewletbûna) Kurdistanê ne? Gelo ev dewletana ne netewî ne?

Mîna ku Îsmail BEŞİKÇİ dibeje: “Ev xetimandina aqil e!”

Kesê ku kurd be û bêje ez dewletek kurd naxwazim ji aqilê xwe seqet e, astengê aqile; ku ne asteng be xayin e!..

Ji bilî veya, ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo Kurdistanek serbixwe şehîd ketine, wê bi sutukura vana bigrin û hesabê xwîna xwe ji wan bipirs in!

Divê rojek berî rojekê çek bi temamî bên danîn! Li himber kurda û li himber wan dewletana ku armanc wan ji Kurdistanê neqewirîne û dewleta Kurd avaneke, çek bên danîn. Ji bo van daxwazên beradayî, tewşo mewşo divê zarokên kurda bes bên kuştin!..

Gava ku min dest bi vê nivîsê kir, bernameya çek berdanê nehatibû eşkerekirin. Di deh xala

de bi qasî dendikek hejîrê dagre tişt tüneye! Ji bo serê gel tevlîhev bikin, Hin peyvên lastîkî û felsefî tê gotin. Tiştekî razber ku di van xala de hatibe bi lêvkirin tuneye. Lê tê gotin ku wê çek li himber dewletê bê danîn.

Xwezî li himber kurdna jî çek bihata danîn!.. Gava ku bi firokan serhildana Agirî û Çîyayê Agirî bombebaran kirin û Serhildan têk çû, rojnameyên tirka wêneyek weşandin: Li berpala çîyê tirbek û li binya tirbê nivîsandibû: “Xeyala Kurdistana mezin li vir binax bûye!”

Li pey vê bernama çekberdanê ku dîmenên gava pêşmerge çûn Kobanê nebana, divê wêneyekî giravêkê û ya tirbekê bihata weşandin û diviya li bin wêne bihata nivîsîn: “Xeyala Kurdistana mezin bi temamî hat gorkirin!”

Lê ew dîmenên gava peşmerge çûn Kobanê, bê bangewazî û bê sazî, gel li Silopî, Cizîrê, Nisêbînê, Qoser û Wêranşar daketin ser rêyan û pêşmerge bi hezkirin, evîn û xoşewîstî pêşwazî kirin! Ev xewn û xeyala Kurdistana mezin vedijand û geş dikir!

Her bijî û her hebî gelê Kurd, netewa kurd û Kurdistan!…

Tevlî her tiştî jî çekên ne ji bo dewletbûna Kurd be, divê bi tevayî bê danîn!

Pêşmerge divê bi tevahî bi wezareta pêşmerge ve bên girêdan û bibin hêzê dewleta Kurd, bibin yek hêz û bi hêvîya ku rojekê bibin parêzgerê hemû gelê Kurd!..

03.03.2015

Nerîna te