ÇİMA DEWLETBÛYÎN

Li ser rûyê dunyayê li dor heft hezar ziman hene.

Her roj, her seet, ji van zimanan hinek wenda dibin.

Hinek ji van zimanan, zimanên malbati ne. Ew kesên wê malbatê ku bimrin,

ziman jî bi wanre bi dawî dibe, dimire…

Kurdî jî di bin tahlûka wendabûnê de ye!

Kurdî, li her çar perçeyên welêt, di bin asîmîlasyonek mezin de ye.

Ji ber ku dewlet û sazîyek tune ye bi kar bîne û biparêze û bi ser de, bi dehê salan di bin qedexeyên dijwar de maye, nebûye zimanê zanist û bazarê. Ji ber vê yekê, Kurdî di bin tehdîda wendabûnê de ye!..

Di van salên dawî de, li cihanê, bi dehan dewletên nû ava bûn û ketin bin sîwana Dewletên Yekbûyî (DY).

Di sazîya DY de nêzîkî dused dewlet hene: Ji van dewletan, 56 dewlet yên xwedî civatên bi giranî musluman in. Ji van dewletan jî 22+1 dewlet yên Ereban, 7+1 yên Tirkan, dewleta Farisan, Afganan, Endonezîyan û wd. hene.

Ku dibe bahsa Kurdan, tê gotin ku `moda dewletê derbas bûye; em hemî birayên hev in, biratîya gelan pêwîst e!`

Yan jî dibêjin: `em hemi musluman bira ne, çima hûnê ummeta pêxember ji hevûdu cuda bikin?`

Ev herdu tez, tenê li himber Kurdan tê bi karanîn. Ji bo Ewqas gel, netew, ol û ramanan

moda dewletê derbas nebûye; lê ji bo Kurda mode derbas bûye. Ev mantiqekî şaş, çewt û dijberî morovatî, ol û hemî ramanan e.

Ya xetertir jî ew e ku ev gotar ji hêla hinek partî û kesên Kurd ve tê bi lêvkirin. Ev gotar, ji bilî dijmiantîya Kurdan pêve ne tiştekî din e!..

Mîna ku İsmail BEŞİKÇİ dibeje: “Ev gotar, tenê ji bo daxwazên Kurdan red û înkar bikin, tên bilevkirin!”

Moda dewletbûnê qet derbas nebûye! Ji bo tevaya gelên dunyê modeya tuxûb û dewletê derbas nebûye; lê ji bo Kurdan moda wê derbas bûye û sazîyek paşverûye(!) Ev derew û dijminatîyek mezin e!

Her weha, mîna ku carek din birêz Beşikçi dibêje: “Heta ku dewleta Kurd çênebe, wê Kurd hîn gelek g. bixwin!..”

Gel û dewletên cîranên Kurda, bi her rê û awayî dijminatîya gelê Kurd dikin. Bi hêzê fermî û nefermî, asîmîlasyon, zulm, zor, îşkence, kuştin, wendakirin, enfal, koçberkirin û bi her cûreyan daxwaz dikin ku Kurdan tune bikin!..

Îroj bi DAÎŞ ê, sibehê wê bi rêxistinek yan bi awayekî din êrîşî Kurda bikin!

Divê Kurd, dev ji biratîya gelan, sosyalîzm, biratîya olî û wd berde.

Biratîya gelan, biratîya olan, di dewleta Kurd ku bê avakirin de, divê bi her awayî bê meşandin.

Hemî kêm netew û kêm olên li KURDİSTAN`ê dijîn, divê xwedîyê tevaya heqqê xwebin; divê mafê wan, hebûna wan, bi tundî were parastin…

Ya wê di van salan de Kurd bibin xwedî dewletek azad û serbixwe, yan jî wê Kurd ji ser rûyê dunyê wenda bibin!

Ji xwe lehçeya zazakî nêzîktirî wendabûnê ye û pir kêm bû ye!

Tenê rêyek li ber Kurda heyi: yekbûyîn û avakirina dewletek netewî û demoqrat e!.

Ya dewletbûyîn yan jî tunebûyîn, wendabûyîn! Rêyek din li ber Kurdatuneyi!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir