Çima Barzanî?

Ez bawerim yên dixwazin ku nexşa rojhelata navîn ji nûve çêbikin, li bendê ne ku Kurd bibin Kurd.
Kurd wê çawa bibin Kurd: Rast-çep, oldar-bêol, demokrat-lîberal, sosyalîst-nijadperest wd. hemî Kurd divê di bin ala Kurdewarî de werin ba hev.
Ev fersend, fersenda dawî ye ji bo gelê Kurd. Ya wê bibin dewlet, serbixwe azad ya wê ji ser rûyê dinyê wenda bibin.

Kes û derdorên ku dibêjin ji Kurda re dewlet ne pêwist e, bê guman di xizmeta dijminê gele Kurd de ne…

Ji bo Kurdan ne pêwist e ku demokrasîyê werînin Rojhelata navîn. Ji xwe ne karê wan e û nikarin bînin jî.

Kurd nikarin cilika xwe ji avê derxin, barê xwe girantir dikin. Pêşîyê me dibêjin: “Rovî nediçû qulê hejek bi dûv xwe girêda!”

Barê giran li ser milê Kurdan, çar hawîrên ne dost e û bi ser de jî em barê xwe girantir bikin, ne karê biaqila ye!

Her weha oldarên Kurd jî ji we re ne pêwist e ku hûn ola îslamê li herema Muslumana bikin merî. Ji xwe hûn nikarin vê yekê pêk bînin. Bîst û du dewletên Ereban, heft dewlêtên Tirkan, Fars, wd. pêncî û şeş dewletên Musluman hene. Kes bi vê serxwebûna (!) xwe û bi dewletbûna xwe li vî barî xwedî dernakevin. Kurdên perçebûyî, bindest, belengaz çawa di bin vî barê giran de rabin. Ev helwest jî nabe ji bo Kurda!…

Di Netewayên Yekbûyî de, nêzîkî 200 dewlet hene. Ji vana jî 56 dewlet qaşo Musluman`in. Kurd jî divê helwesta xwe zelal bikin û serxwebûna xwe bixwazin.

Kurd divê di bin ala netewî de bibin YEK. Hemî kes, hêz, partî, rêxistin, sazî, rewşenbîr, hunermend û wd di rêxistinekê de û di rêbertîya serokekî de bicivin.

Ev serok, divê ji hêla her Kurdî ve bê qebûl kirin. Her weha ji hêla dinyê ve jî weri nasîn û qebûlkirin.

Ev Serok, jî li gor min divê birêz MESÛD BARZANÎ be. Birêz BARZANî Kurd e û kurdewarî ye. Kare vî barî rake.

Ev çend salin ku li herema Kurdistan`ê, kes û kêmnetew di bin serokatîya birêz Barzanî de bi aramî dijîn.

Mafên kêmnetew û kêmolan, divê weri parastin. Divê kurd hemî di bin şemsîyekê de bibin yek.

Mîna Cezair mîna, afrîqa başûr, mîna hîndîstan wd. Ku çawa di bin şemsîyekê de bûn yek û xwe rizgar kirin. Divê Kurd jî di bin şemsîyekê de bibin yek.

Her partî û rêxistin ku birêz BARZANÎ ji xwere serok û nûner qebûl bike, him rewşa birêz BARZANÎ û him rewşa gel seroktîya BARZANÎ tekez dike…

Bi hêvîya ku Birêz Serok BARZANî di her war û demî de bibe serok û rêberê gelê Kurd hemî…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir