ÇAWA PARTÎ?

Birayên hêja Partî mîna deriyê Mewlana ye. Her kes kare bibe endam, tê de kar bike, li gorî rêznama partiyê bibe rêveber jî. (Lê damezrênerên partiyê; divê ew paqij bin) Tu kes nikare

endamtiya partiyê li hin kesan qedexe bike, an jî rê li ber hinek kesan veke. Kî hat bû endam bila bibe; ku hebe gemara xwe li derve bihêle û were….

Pir an hindik, hin kesên berê endamên partîyê bûn, di partiyê de kar û xebatên sîyasî dikirin û bi çi sedemê be ji partiyê xeyidîne, divê mero hewl bide wan aş bike û vegerîne partiyê.

Di partiyê de, her cûre û ji her beşa civakê wê endam hebe û divê hebe jî. Ji ber ku tu kîjan beşa civakê li derveyî partîyê bihêle, raqîbê te wê dest bavêje wan kesan û li himber te bi kar bîne.

Partî mîna mirêka, neynika civatê ye. Civaka kurd, gelê Kurdistanê çawa be, partî jî wê wisa be…. Partiya ku hemî civatê himbêz neke û bersîvê nede pêdiviyên civakê, mezin nabe û nabe hêvîya civakê; wê bi nav tenê hebe….

Partî ne cihê ku em hesabê sih-çil salî bi hev û din re bikin. Li Kurdistanê di nava vê qirêj û gemara pir de, çi kesê ku sîyaset kiribe pir hindik wê gemarî bûbe. Mixabin ev rastîya me ye. Yê ku bûye cerdevan, yê ku bûye pkk yî, yê ku perê partîyan an sazîyan xwarîye, yê ku dawa xwe gemarî kiriye, yê bûye muxbur û wd.

Di vî sih-çil salê dirêj yê qirêj de, di bin her cure êrîşan de, di nava înkar, îmha, koçberkirin û asîmîlasyona dijwar de, pir kêm kes paqij mane: Yê ku li mala xwe rûniştibe û bi sîyasetê têkildar nebûbe, di be ku di bin vê bandora xerab de nemabe. Ji ber vê, divê partî nebe cihê

hesabên borî û defterên berê neyên vekirin. Kesên ku bûn endamên partîyê divê rexne li xwe bikin ji xeta û gunehên xwe vegerin; bibin leşker tekoşer û şoreşgerê partiyê…

Ez bi xwe di vê dema dirêj û dijwar de mîna neteweperwer, niştimanperwer û alperwerekî mame û bi siyasetê têkildar nebûme. Ez ji nuha û pêde jî mîna leşker û tekoşerekî di

xizmeta partî de me…

Civaka me civakek oldar, tund û li kevneşopiyên xwe xwedî derdikeve. Lê divê partî bi xwarin, vexwarin, kinc û jîyana tu kesî têkildar nebe. Daw û dêlên tu kesî, por, rû û çavên

tu kesî, xwarin û vexwarina tu kesî ji me re ne derd be…

Birano em rûpelek nû vekin. Paqij û gewr. Hemî kesên ku bûn endamên partiyê, bila eyb û arên xwe gemara xwe (ku hebe) li derve bihêle; bi dilekî germ, bi fedekarî, bi leşkerî, bi şoreşgerî, bi tekoşerî werin partiyê. Berjewendiyên xwe, têkilîyên xwe yên aborî, kesane û beradayî li derve bihêle.

Hin kes ranta partiyê bixwun û hin kes jî cewr û cefa partiyê bikişînin nameşe. Edalet û demoqrasîya nava partiyê, dive tekuz be. Kesê ku bi partiyê re îxanet kir, bi netewe û

niştimanê re îxanet kir divê ji partiyê bê avêtin û bête eşkere kirin. Partî di vî warî de divê zelal (şefaf) be…

Rêzkariya(dısiplina) partiyê, rêzname (tüzük)bi baldarî bête meşandin. Rêvebirîyên partiyê, rêvebirîya hereman li gorî hêjayîyê(liyakat) bê te avakirin… Ne ku mero, ji mirovan re

li rêveberiyê bigere, divê mero ji rêveberiyê re li mirovan biger e….

Karê me ne hesan e. Di nava evqas gemarê de, di nava evqas têkiliyên xerabe de, di nava evqas derew, înkar û talanê de, emê partî ava bikin bi rêve bibin û bibin hêvîya gel; li ser xaka xwe bibin desthilatdar (îqtîdar)….

Wê bi sedan kelem, astengî, bêbextî û derew li hevalên me, li partiya me bê kirin. Heta ku em karibin bi liv û tevgera xwe, bi peyv û têkiliyên xwe, divê em rê li ber vana bigrin. Bi baldarî, bi rast û durustî bi mejîyekî fedakarî, ji berjewendiyên maddî manevî dûr, em kar û xebata xwe bikin. Serok û reveberên partiyê divê hemî biraderên partiyê biparêzin…

SERKEFTİN Jİ BO SEROK!

SERKEFTİN Jİ BO PARTİYÊ!

SERKEFTİN Jİ BO HEMÎ BİRADERAN!

BİJÎ PARTÎ!

BİJÎ KURD Û KURDİSTAN!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir