Nûrî ALDÛR
Ev gotina pêşîyên me yî ku li mentîqa Torê (Midyad û gundên wê) têt gotin ji bo rewşa dewleta Îranê, ya îroj, di cîhê xwe de ye û rast a.
Helbet dewletên din yên dîktator û Îran; di zilm, haqsizî û barbarîya xwe yî bi hemî awayan ve (politikî, ekonomî, bîr û bawerî…) dibine pispor û eve pisportîya wan, ewan dikê mîna ejdehan, hûtên heftserî û wahşên bê hiş/bê aqil/bê xîret û ne merovatîyê.
Îran di van salên dawî de, bi sedan û belkî jî bi hezaran (hemî sûc û pîsîtîyên rejîma paşketî û gammar bi dizî ne/heşkere nabin) xort û kesên navser idam kirin, di zîndanên wan de hertim kes dirizin û dimirin. Ji bo gelek kesan/hemwelatîyan,welat kirine dojeh/cehenem.
Rejîm gelên li Îran (mîna kurd, belûc ûhw.) her qetl dike, bi şexsîyet/şerefa van gelan dileyîzê. Bê şerm û fedî pesnê xwe didin ku ewan dewlet in û xwedî kevnedîrok in. Erê rast a Îran dewlet e û xwedî mêjûyekî kevn e, lê vê rejîmê welat û welatî bi xwîn, hêstir, keder û darê zorê fetisand û kes û kûs kerr û lal, saqet û birîndar hiştin.
Van melayên dijminên gelê kurd, serokên kurdan yên mîna Kasemlû, Şerefkendî û gelekê din li Awrûpa kûştin/terorkirin. Lê ew zeka an jî zihnîyeta mantiqî bi wan mêjî genîyan re tûne ye ku ewan dikevina wê bawerîyê ku ewê mîna hz. Elîyan û Welîyan li gelan zilma xwe her berdewam bikin.
Top û bombên ku niha li wan kûjeran bixwe dikevin, wan pirr ditirsên e. Bera bêt zanîn ku “her dînsizekî îmansizekî wî heye”.
Eve şer û proje, hemwelatîyan hêvîdar dikê ku xweşîyê, hûzûrê, demokrasîyê bo wan pêşkêş bike. Helbet wê gel hesabê zilm û zordarîya wan ji wan bipirsê.
Xweş e ku rejîmên pîs li Rojhelata navîn herin û formekî demokrasîyê were.
Bijî demokrasî!
Jin, jîyan, azadî!
Nuri Aldur
*Ezê mehên temûz û tabaxê ne nivîsim, ku hingî betlana/tatîla min e. Havîneke xweş bo we xwendevanên Rûpela nû. 2025.06.21