Bi wesîleya nivîsek Cabir (Weqqas Çelîk) ew bîranîn û ji bona nivîsa wî çend tê binî…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Kek Weqqas Çelîk, gor me ciwan bû.

Ew endam û berpirsiyarekî Tevgera Têkoşînê bû.

Piranîya endam û berpirsiyarên Tevgera Têkoşînê, endam û berpirsiyarên Tevgera ‘‘KURTULUŞ‘‘ê bûn.

Tevgera ‘‘Kurtuluş‘‘ dostên kurdan û rêxistinên Kurdistanê bû.

Tevgera ‘‘Kurtuluş‘‘ê ji rêxistinbûna neteweya kurd re rêz digirt û ew jî diparast.

Piştî demekê, dema ku kurdan dîtin ku Tevgera Kurtuluş nabe rêxistina wan û bi rêxistina ‘‘Kurtuluş‘‘ê bersîva tevgera milî ya Kurdistanê û sosyalîzma Kurdistanê nade, ji ‘‘Kurtuluş‘‘ê qetîyan.

Qetandina Kurdan ji Tevgera ‘‘Kurtuluş‘‘ê di bin pêşengîya Seyfiyê Dersîmî de pêk hat. Lewra Seyfîyê Dersîmî endamê navenda Tevgera ‘‘Kurtuluş‘‘ê bû.

Ew kesên ji Tevgera ‘‘Kurtuluş‘‘ê veqetîyan, Tevgera Têkoşînê ava kirin.

Kek Weqqas Çelîk jî endam û berpirsîyerekî Tevgera Têkoşînê bû.

Tevgera me, Ala Rizgarî bi Tevgera Têkoşînê ve dostên hevûdu yê nêzik bûn. Lewra ew jî sosyalîst û mixalîfê Yekîtiya Sovyetên bû. Radikalîzma wan û me jî nêzikî hevûdu bû. Demekê jî, ji bona yekîtîya sîyasî û rêxistinî di nav me de danûstandin pêk hatin.

Lê ew danûstandinêm me yên yekîtiya rêxistinî û siyasî negihîştin encamê.

Lê dîsa jî min beşek endam û berpirsiyarên Tevgera Têkoşînê û kesê wek serokê Tevgera Têkoşînê  dihat nas kirin Seyfîyê Dersîmî ji nêzik de nas kir.

Min û Seyfîyê Dersîmî di şertên gelek zehmet û dijwar de danûstandin kir. Ew danûstandin li Stenbolê çêbû. Ew di bin xeterîya êrîşa PKKê de bû. Ez jî îllegal û veşartî bûm. Di derbarê min de biryara dadgeha ya girtinê hebû.

Di wan danûstandinan de ez baş dizanim ku me nivîsandiye jî, endam û berpirsên Tevgera Têkoşînê yên bajarê Kurdistanê bi taybetî jî li Dîloké (Entebê) di bin êrişeke xurt ya PKKê de bûn. Grûbek hevalên wan jî Dewleta Kolonyalîst ya Tirk bi destê PKKê dan kûştin.

Kek Weqqas Çelîk jî Dîlokî bû. Ew jî di bin êrîşa PKKé û di bin xeterîya kûştinê de bû. Gelek baş bû ku wî û beşek hevalên xwe, xwe parastin û neketin ber bela PKKê û nehatin kûştin.

Kek Weqqas Çelîk bê tirs û bi fedekarî di bin xeteriyeke rojane ya kûştina PKKê de li Dîlokê xebata xwe ya şoreşgerî û neteweyî ya kurdewar meşand.

Dîlok li Kurdistanê ciyekî gelek taybet bû.

Loma jî li Dîlokê tevgera neteweyî ya kurd û şiûra neteweyî li Dîlokê xurt û civakî û kîtlewî nebû. Loma jî li Dîlokê xebat, bi serê xwe xwediyê taybetiyek û fedekariyek bû.

Kek Weqqas Çelîk di wan şertan de xebata xwe ya neteweyî û şoreşgerî meşand.

Wî piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî jî ew xebat û têkoşîna xwe domand.

Di merheleyekê de ew û Seyfiyê Dersîmî û grûbek hevalên wan bi alîkariya Ala Rizgariyê derketin Rojavayê Kurdistanê.

Dema ku ew hatin Rojavayê Kurdistanê, ez jî li wir bûm.  Ez hîn neçûbûm Başûr û Rojhelatê Kurdistanê.

Min û Kek Weqqas, me li Qamişliyê û li Şamê ji nêzik de hevûdu nas kir.

Tevgera Têkoşînê jî di nav xebata 5 Kolî (Ala Rizgarî, TKSP, KÎP-PÊŞENG, KUK, Têkoşîn) de bû.

Kek Weqqas Çelîk jî, li ser navê  Tevgera Têkoşîne berpirsiyar bû. Loma me bi hev re gelek civîn li darxistin.

Pişt re ew beriya min çû Swêdê. Piştî wî ez çûm Swêdê. Li Swêdê jî em dostên hev yên baş bûn. Em bi hev re di nav Federasyona Komelayên Kurdistanê de bûn.

Ez baş nizanim ku kengê wî Swêd terk kir û çima terkkir çû Parîsê Fransayê.

Lê dema ku ez diçûm Parîsê jî, me hevûdu didît.

Di dawî de ji bona Newrozê wek axevtevan ji Kurdistanê gaziyê min hatibû kirin. Dema ku ez çûm Parîsê dîsa derfeta me bû ku em hevûdu bibînin. Qasî tê bîra min yek ji organîzasyonê Newrozê  jî Kek Weqqas bû.

Hezar mixabin, berîya vê bi demekê me di encama vîrûsa koronayê ew wenda kir! Me ew bê wext wenda kir! Wî em gelek xemgîn kirin!

Lê em wî hîç bira nakin.

Bi taybetî jî piştî nameya keça wî biraziya me Roza ku min xwend, wê demê jî min nivîsandibû ku ew nemir e. Ew kurdekî dilsoz û rasteqîne ye. Wî zarokên xwe bi zimanê kurdî û çanda kurdî perwerde kiriye. Keça wî kurdiyeke xweş qise dike û dixwîne û dinivîsîne.

Loma jî ciyê wî ronî û bihûşt e.

PIRTÛKA WÎ YA ÇÎROKÊ, WÎ HÎN ZÊDETIR DIDE JIYANDIN…

Dema ku di derbarê bavê xwe de Rozaya delal nameya xwe weşand, ji bona Kek Weqqas Çelîk axevtin germtir bû. Wê demê min jî ji bona nameya Roza Xanê şirovek nivîsand û Kek Weqqas jinûve bi bîranî.

Lê dikarim bibêjim ku di dema nameya Roza de tiştekî xweştir û agahdariyek xweştir derket holê.

Min ew agahdarî ji birayê xwe yê hêja Xidir Uso wergirt.  Kek Xidir Uso got ku, “Demekê zûtir Kek Weqqas pirtûkek nivîsand. Ji min re jî ew pirtûka şand, Min jî li ser pirtûkê xebat kir. Min berî bi çend salan ev nivîs redakte kir û kopîyek vê nivîsê jê re şand. Ew nivîsa nûha li cem min e. Ezê nuha lê bigerim û ji arşîvê derxim.”

Min jî, ji wî re got ku “Keko nivîsê ji min re jî bişîne, ez jî dixwazim bixwînim. Ezê li ser nivîsê şiroveyekê jî binivîsînim.

Di ser ser demekî kurt derbas bû, Kek Xidir Uso ew nivîsa dît û ji min re jî şand.

Min jî ew nivîsa xwend. Ez nûha dixwazim ku çen têbiniya pêşkêş bikim.

1-Dema min nivîsa Kek Weqqas xwend ez him xemgîn û him jî gelek kêfxweş bûm. Dema min nivîs dixwend, Kek Weqqas wek fîlmekî li ber çavên min bû. Refleks û hereketên wî yên di hafiza min de hatibûn veşartin, hat ber çavê min.

2-Ji bona ku min Kek Weqqas baş nas dikir, nivîsa wî bi naverokek hêja û dagirtî û şêrin derdixist pêş min. Loma jî heger ew nivîsa kesekî din binivîsanda û sax bûya, ewqas ji bona min watedar nedihat.

3-Dema ku bi nefesekê min nivîsa wî ya dirêj xwend, Kek Weqqs zindî li ber çavên min bû.

4-Min bi nivîsa Kek Weqqas carek din fahm kir ku dema însan jîyana xwe didomîne, tiştên dinivîsîne xwediyê qiymeteke mezin nîne. Lê dema însan ne sax be û jîyana xwe ji dest da be, yek rêzeke wî ya nivîsandî jî gelek bi qiymet û şêrin û watedar dibe.

5-Dema ku min dît ku nivîsa wî ya dirêj bi kurdî ye, wê demê ez zêdetir kêfxweş bûm, Kek Weqqas di serê min de li ciyekî hêjatir rûnişt. Bi nivîsa wî ya kurdî nasnameya wî ya neteweyî û însanî û mafparêzî zêdetir derket hafiza min.

6-Ez bi xwe pisporê edebiyatê nînim; Loma jî ez nikarim nivîsa wî wek kategorîyeke edebiyatê bi awayekî qetî bi mav bikin. Lê ez dibêjim ku nivîsa Kek Weqqas çîrokeke realîst e û dilşewat e.

7-Ew Bajarê xweş yê Dîloka Kurdistanê bi awayekî xweş û baş bi xendevanan dide nasandin. Gor bawerîya min dema ku kesekî  biyanî bixwaze Dîlokê nas bilke, çîroka Kek Weqqas bixwîne di derbarê Dîlokê de, ji bajarvanîya Dîlokê dibe xwediyê fikrekî zelal û baş..

8-Kek Weqqas dema ku Dîlok dide nas kirin, ciyekî taybet dide nasandina Qeleya Dîlokê. Ew jî nasandineke hêjatir e.

9-Taswîrên wî pirr kûr nebin jî, taswîrên hêja, baş, hisî ne.

10- Dema ku bazar û sûka Dîlokê jî dide nasandin, baş dide nasandin. Dîlokê pirr zindî tîne pêş xwendevanan.

11-Diyar e ku ew ji bajarê xwe Dîlokê pirr hez dike. Di penaberî de hesreta Dîlokê dikşîne. Min axîna wî ya ji dil de di nivîsa wî de bihîst.

12-Hezkirina wî ya Dîlokê ji hezkirina wî ya Kurdistanê derdikeve, diherike ber bi xwendevanan tê.

13-Ew ji însanên xwe û însanên Kurd hez dike. Ew rewşa wan ya di nav de jiyan dikin, wî diêşîne. Loma jî di çîroka wî de grûbek pêxwas hene. Lê ew pêxasan ne pêxasên rojane ne.

14-Di nivîsa wî de şoreşgertîya berê ya enternasyolîst û kurdewerî di nav hev de ye.

15-Diyar e, dema ku wî nivîs nivîsandîye pijandina wî ya kurdewarî  ya dema wî ya dawî wek hevûdu nîn e!

16-Di nivîsan de diyar dibe ku kûştina Mahîr Çayan û hevalên wî, ew gelek êşandîye. Li vir hestên wî yên însanî pêştir dibe.

Diyarbekîr, 16 Mayıs 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir