BEND Û ÇAL

Ji mêj ve ye ez li ser vê siyaseta bend û çal û “Xweserîya Demokratik” difikirim. Min vê siyaseta hane, ji kes, derdor, heval, nas û nenasan pirsî; lê ne min û ne jî ji yên ku min ji wan pirsî, tu bersîv nestend.

Carcaran jî ka em bi deng bifikirin:

Fêde û berhemên vê siyaseta çewt li kê ye, zerara wê li kê ye, divê em binirxînin:

1-Teqez ji bo gelê kurd bi tevayî û ji bo gelê wan navçeyê ku wêran bûne, zerarek pir mezin e. Navçe hemî wêran bûne, keç û xortên ciwan jîyana xwe ji dest dane, esnaf perişan bûne, têkiliyên civakê xerab bûne. Ji zerarê pê ve tu fêde û berhemên van bend, kortal û “Xweseriya Demoqratîk” negîhaştîye kurd û kurdistanê.

2-Ji bo HDP, DTP, Pkk, Qandîl û hemî partî, komel û saziyên kurd û Kurdistanî zerarek pir mezin anîye. Ne tene saziyên kurd û Kurdistanî û saziyên ku qaşo kurd û Kurdistanî jî zerar wergirtîye ji vê siyasetê.

3-Erdnîgarîya kurdên Bakur bi tevahî (Bakur, Başûr, Rojhelat, Rojava) wêran û talan bûye! Daristan, av, gund, bajar, navçe talan û wêran bûye…

4-Dewleta tirk ji van çal û bendan tu fêde wernegirtiye û zerar dîtiye. Li navnetewî prestîj û îtîbar wendakiriye.

Hêzên ewlekariyê li navendên xwe asê mane. Dora xwe bi barîyerên hesin û bi barîyerên betonê qewîn kirine. Bi erebeyên zirxî derdikevin derve. Gelek hêzên ewlekarî ya mirine, yan birîndar û kêm endam bûne. Têkiliyên gel û dewletê lawaz bûne. Biratîya gelan têk çûye. Têkilîya kurd û tirkan ya hisî xeranbûye.

Di setrancê de, car caran ji bo şah an wezîr mero berik, fîl, rex an hesp feda dike. Ger dewlet, ji bo zerarek mezintir, bi vê zerara biçûktirîn derbasbike, li ber çavan di zerarê de ye. Ji vê pevçûna bend û çalan, li ber çavan xuya ye ku ne dewlet ne jî kurd fêde nakin!..

5-Meriv ji xwe dipirse: gelo “Dewleta Kûr” yan mejîyekî di ser rêxistin û dewletê re, vê qeyranê bi rêve dibe? Ev mejî him dewlet û him jî rêxistinê li gorî raman, daxwaz û berjewendiyê xwe bi kar tîne!?

Hêz û saziyên ku ji bo berjewendiyê hin der doran tevdigerin, dikarin ji bo berjewendiyên hinekî din jî bibin taşaron. Ji ber veya, beşekî dewletê dewletê dixwaze wan lawaz bike û kir jî…..

Kû kurd dibin mijara gotinê, tirk, ereb û faris nakokiyên nav xwe didin alîkî û dibin dost û lawê bavê hev.

Lê mixabin kurd li ser esasekî netewî, kurd û Kurdistanî nabin yek. Ev sazî û partiyên qaşo kurd, li hember Kurdistana azad û serbixwe derdikevin û qebûl nakin.

Li pey ewqas bûyerên kirêt, ev derdora hîn jî bê fedî li himber dewleta kurd derdikevin û qaşo “demoqrasî û biratîya gelen” bi lêv dikin…

***

Li her çar perçeyê Kurdistanê, tu bûyerên kirêt, sosret, dijî mirovahîyê nema ku nehat serê kurda. Li dij vana, qaşo rêxistinên kurd, hin partiyên kurd, ji bo yekîtîyê, bi hêz bûnê, di nava tevgerê de ne. Lê ku ne bi rastî, ne bi bawerî, ne bi kurd û Kurdistanî be, bê guman wê beravêtî be.

Ew partîya duh partî perçe û lawaz kir, îroj çawa yekîtîyê pêk bîne mijara meraqê ye!?..

Mero kare hemî partî û rêxistinên netewî, kurd û Kurdistani di bin banê netewî de bike mîna konsey an kongre. Her partî endamê qonseyê û bi serê xwe jî partî be. Qonseya rêvebir, dikare ji jimarek endam pêk bê û ew endamana jî her jimarek wan ji partî an saziyekê be. Heta serokatîya qonseyê dikari bi nobet be jî!..

Yekîti, hêzbûnî û alternatîfbûn teqez pêwist e!.. 03 HEZÎRAN 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir