BAWERÎ Û ZANÎN

Pirsgirêka herema me ya herî mezin ew e ku berî ku em bibin însan, dibin misilman, kürd, tirk, neteweperwer an dewletperwer! Ev jî van kesên ne însan dike lawirên herî hov. Ji ber vê divê mero pêşî bibe mirov, bibe însan, paşê dibe çi bibe.

Kes an saziyên ji bo berjewendiyên xwe li qurbanan diğerin, naxwazin kes zana bibin. Naxwazin kes bixwînin, pirs bikin, lêkolîn bikin û hîn bibin. Tenê dixwazin bawer bikin. Kesê ku nezan e, lê bawer dike, pir xeter e ji bo civakê. Ev kesên nezan û bawer dikin, mîna teqemenî an bombeyek ku pîmê wê hatiye kişandin û hatibe avêtin; çi dem li ku bi kêde an li kîderê wê biteqin ne diyare.

Bi sedan sal e melle, bawermend û şêxên îslamê, gelê xwedî bawerî nezan hîştin û nehiştin ku musulman hînî peyva Xwedê (Qur’anê) bibin. Qur’an kirin ku mîna ew tenê dikarin hîn bibin û kesên din nikarin hîn bibin. Gelo haşa ma Xwedê nikare, tiştê ku bixwaze beje, raste rast û vekirî beje?

Na na, Xwedê di Qur’ana pîroz de çi gotîye raste rast û zelal û vekirî gotiye. Ne mîna ku dibêjin alimekî mezin ji alimekî din pirsiye:

-“Tu vê ayetê çawa mane dike?” -Kîjan alim ji kîjan alimî, kîjan ayet pirsiye ne diyar e- Ewî alimî gotiye:

-“Ez sî maneyê ji vê ayetê re dizanim!”

-”Heyran ez şêst maneyê dizanim, lê ez dibêjim belkî kêm be!”

Maneyên ku ev alimên ne diyar ji vê ayeta ne diyar re dizanin çi ne jî kes nizane. Ji ber ku ev şêx û melle, ol û Qur’an ji xwe re kirine mîna malê xwe û pê berjewendiyên xwe bi cih anîne, (tu fabrîqe û  tîcaret ne mîna vêya  zêde fêdê tîne) lê bawermend bi şûnde mane, loma welatê musulmana bûye gola xwînê!

Ew kesê bawer dike, bi nezanî di mizgeftê de, di nava kesên nimêj dike dibêje: “Allahûekber” û bombeya bi xweve girêdaye diteqîne! Kesê dikuje dibêje: “Allahûekber”, kesê dimire dibêje: “Allahûekber”!!!

Lê Xwedê di Qur’ana pîroz de vekirî raste rast û zelal, li gor ku herkes têbigihê, di sûretê “kafîrûn” de (109) dibêje:

1-(Resûlê min) Ji kafiran re beje:

2-Tiştê ku hûn jê re secde dibin ez nabim,

3-Hûn jî ji tiştê (Allah) ku ez jêre îbadet dikim îbadet nakin.

4-Tiştê ku hûn jê re îbadet dikin ez jê re nakim,

5-Hûn jî ji tiştê (Allah) ku ez jêre îbadet dikim îbadet nakin.

6-Ola (Dînê) we, ji were ye, ola min, ji min re ye.

Li gorî vî sûretê kin û vekirî ku kes ne musulman be jî tu kes nikare zorê bidê û wî bikuje an bi zor bike musulman!

Lê mixabin musulman, ne ji bilî musulmanan, ji musulmana re jî mezhebê xwe, ola xwe mecbûr dikin. Carek din mixabin, hin kesên ku ola îslamê ji berjewendiyê xwe re bi kar tînin, di roja me de bûne zumrak ruhban û ol xistine bin destê xwe.

Tevlî ku ayeta Qur’anê ya yekemîn ku Xwedê ferman dike dibêje: “bixwîne” û hedisên ku pêxember dibêje: “zanîn, milkê bawemenda ye, li ku be bila bigre; zanîn, li Çîn ê be, here hîn bibe…”

Hinek qaşo partî û sazî jî mîna vî sinifê ruhban, xwe li ser gelê kurd ferz kirine û îradeya gelê kurd xistine destê xwe. Ew jî mîna vî sinifê ruhban dibêjin: “zanebûn ne pêwist e, bawer bike bes e!” Ew jî qaşo kurd in, bi navê kurda kurda dikujin! Hevalên wan, îradeya xwe kirine destê wan, ew li ser navê hevalên xwe çi dibêjin ew e. Hemî fikr û ramanên xwe kirine destê qaşo serokê xwe…

Dewlet jî hemwelatîyên mîna pez dixwaze. Bila bawerbike, îtaet bike ji bo paşeroj û hebûna dewletê xwe bike qurban bes e. Dewlet, wê ji berdêla wan bifikire, biryar bide û pêk bîne. zanebûn ne pêwist e bawerî bes e…

Ji ber vê ye, kesên dixwînin hîn dibin, zana dibin, ji hêla van şêx û mellê ruhban, mîna bêbaweran tên danasîn. Ji kesên zane re dibêjin: “bêbawer” yan “kafir”.

Ew qaşo partî û rêxistin jî, kesên zane û welatperwer, mîna xayinên gelê kurd didin nasandin. Dewlet ji xwe kesên zana û kurdperwer, mîna terorîst, xayin û cudaxwaz dizane û wan dikuje yan zîndan dike.

Divê  mirov xwe nas bike, hîn bibe, rê û rêça xwe bizanibe, armanc, dost û neyarê xwe baş zanibe. Xwe hîn bike, der dora xwe hîn bike…

Berî her tiştî divê mero bibe însan; hîn bibe, zana bibe, rastî û şaşiyê, baş û nebaşîyê, dost û neyaran û armanc û hêviyên xwe baş zanibe. Pirs bike, lêkolîn bike, meraq bike, bifikire, bipîve û biwezinîne, paşê bawer bike….

Bawerî bi tenê nabe, ku bi nezanî hew tenê bawerî hebe, mero her dem tê xapandin û bikaranîn. Ji ber vê yekê ye gelê kurd bi dehan caran hatiye xapandin û neyaran ew li gorî berjewendiyên xwe bikaranînye.

Merivên cahil, gelek caran bi ol, bi cumhûrîyet, bi biratî, bi sosyalîzmê û wd. hatîye xapandin, neyaran karê xwe bi wan kirine û paşê pêhnek li wan dane û wan li ser piştê xistine!…

Zanîn! Zanîn! Zanîn, her û her zanîn!…  03 ADAR 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir