ABD Merkez Kuvvetler Komutanlığı (CENTCOM), İran ile ABD arasındaki askeri gerilime ilişkin açıklama yaptı. CENTCOM’un açıklamasına…
Auteur: Netewe
Şam Uluslararası Fuarı’nda ilk kez Kürt kültür standı açıldı
Suriye’nin başkenti Şam’da düzenlenen Uluslararası Fuar kapsamında ilk kez Kürt kültürüne özel bir bölüm oluşturuldu. Kürt…
Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê ji hemû malbatê re dixwazin
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kuristanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd…
PWK Li Amedê Beşdarî Çalakîya Li Ber Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê Bû
Li videoyê temaşe û gohdar bike! Bi minasebeta salvegera destpêka berxwedana Zîndana Amedê, roja 05.09.2026ê, li…
Banga ji bo Zîndana Hejmar 5 a Amedê: Bila wekî Mîrata UNESCOyê bê qebûlkirin
Li videoyê temaşe û gohdar bike! Grûba Însîyatîfa Muzeya Hafîzayê ya Zîndana Hejmar 5 a Diyarbekirê…
Tîma futbolê ya Hewlêrê li ser êrişa li Bexdayê daxuyanî da
Tîma futbolê ya Hewlêrê li ser êrişa li alîgirên tîma xwe daxuyaniyek belav kir û xwest ku êrişkar werin cezakirin. Tîma futbolê ya Hewlêrê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya ji bo alîgirên xwe ducare dike. Her wiha dixwaze ku aliyên pêwendîdar û yasa erkê xwe bi temamî bi cih bînin û mafê alîgirên tîmê parastî be. Birêvebiriya tîma Hewlêrê bi mixabinî û bi tundî helwest û nerazîbûna xwe “li ser wê bûyera nexweş, metirsîdar û tirsonek nîşan dide.” Ev bûyer piştî bidawîhatina maça tîmê ya li hemberî tîma Şurteyê ya li bajarê Bexdayê rû da. Tîma futbolê ya Hewlêrê anî ziman: “Piştî temambûna maçê, di demekê de ku alîgirên tîma me bi aramî û bêyî ti pirsgirêkan stadyum bi cih dihişt, mixabin komek ji alîgirên tîma Şurteyê êrişeke tirsonek û nemirovane kir ser alîgirên tîma me û otobusên veguhastina alîgiran. Vê êrişê ne tenê sînorê pirsgirêkeke asayî ya di navbera alîgiran de derbas kiriye, bûye sedema êrişkirina ser otobusên alîgirên tîma Hewlêrê û birîndarbûna hejmarek ji alîgirên me. Ew alîgirên me yên xoşewîst bi mebesta handan û piştgiriya tîma xwe hatibûn Bexdayê.” “Em vê kiryarê qebûl nakin” Birêvebiriya Hewlêrê da zanîn ku ew vê kiryarê bi ti awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin û anî ziman: “Futbol werziş e û pêwîst e hemû pêşbazî û cudahî di çarçoveya yasa û rihê werzişî de bimînin. Cudahiya reng, tîm û alîgiran nabe sedem ku em jiyana hinek kesan bixin metirsiyê. Em li tîma Hewlêrê piştgiriya xwe ya temam ji bo alîgirên xoşewîst ên tîma xwe tînin zimên. Bi taybetî em hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar dikin ku di vê bûyerê de birîndar bûne û em hêvîdar in di demeke herî kurt de baş bibin. Di heman demê de, em ji aliyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê, Birêvebiriya Tîma Werzişê ya Şurteyê û Federasyona Futbolê ya Îraqê dixwazin ku bi awayekî cidî û berpirsane li ser vê bûyerê lêkolînê bikin.…
Baregeha Barzanî dema bixakspardin û şîna Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, sibe yekşemê, 6ê Îlona 2026an, şîn û spartina axê ya…
Festîvala Fîlman a Kobaniyê li Almanyayê dest pê kir: 913 fîlm beşdar in
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobaniyê li bajarê Gelsenkirchenê yê Almanyayê bi beşdariya 913 fîlmên ji 102 welatan dest pê kir. Festîvala 7emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Kobaniyê deriyên xwe vekirin. Ev festîval dê 3 rojan berdewam bike û di navbera 4 û 6ê Îlonê de hezkiriyên sînemayê tîne ba hev. Tora Medyayî ya Rûdawê jî yek ji sponsorên vê festîvalê ye. Di festîvalê de li gel hunermendên Kurd û biyanî, gelek sînemager û mêhvan amade ne. Di bernameya festîvalê de li gel nîşandana fîlman, çalakiyên curbicur ên folklor û muzîkê jî tên lidarxistin. Hozan Dîno: Rola sînemayê gelekî girîng e Hunermendê Kurd Hozan Dîno yê ku di festîvalê de amade ye ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser girîngiya sînemayê ya ji bo naskirina gel û civakan û got: “Sînema di naskirina gel û neteweyaN de xwedî cihekî mezin e. Her civak bi çanda xwe ya dewlemend, mîrat û şaristaniya xwe tê naskirin.” Hozan Dîno diyar kir ji bo ku Kurd karibin xwe bi cîhanê bidin naskirin û daxwazên xwe yên azadiyê bînin zimên, pêdiviya wan bi sînemayeke xurt û profesyonel heye û wiha li pey çû: “Ji bo ku em karibin xwe ji cîhanê re bidin naskirin û daxwaza azadiya xwe bikin, divê sînemayeke dewlemend û profesyonel hebe. Gavên bi vî rengî yên ku îro tên avêtin, dê ji bo paşerojê bibin bingeheke saxlem.” Dîno her wiha got ku divê li her çar parçeyên Kurdistanê jî festîvalên cuda werin lidarxistin. “Pêdiviya me bi sînemayê heye”…
Scott Bessent: Em dê bi rêya zextên darayî Îranê bixeniqînin
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê êrişî Îranê kir û ragihand ku Washington li dijî Tehranê stratejiya “xeniqandina aboriyê” dimeşîne. Scott Bessent destnîşan kir ku cîhan êdî li hemberî tevgerên Îranê bêdeng namîne. Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di hevpeyvîneke bi Fox Newsê re de got: “Ev rejîma şerxwaz 47 sal in heye û cîhan jê bêzar bûye. Gelê Fars gelekî mezin e lê rejîmeke wan a diçewisîne heye.” Scott Bessent anî zimên ku Amerîka dê bi rêya zextên darayî Îranê “bixeniqîne” û pereyê wê bi temamî bêqîmet bike û got: “Dê rejîm ji navxwe ve were guhertin û gel dê rabe ser pêyan, yan jî em dê bibînin ka dê çi bibe.” Bessent 24ê Tebaxê çend ceza bi ser Îranê de sepandibûn û piştî wê tumenê Îranê zêdetir daketibû. Niha 100 dolarên Amerîkayê li beramberî 22,5 milyon tumenî ne ku 1ê Tebaxê 100 dolar bi 19,36 milyon tumenî bû. Petrol erzan dibe Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê pêşbîniyeke erênî ji bo bazara enerjiyê kir. Ew di wê baweriyê de ye ku piştî bidawîhatina vê krîzê, bazara petrolê dê bi zêdebûneke mezin a dabînkirinê re rû bi rû bibe û ev yek dê bibe sedema daketina bihayê petrolê. Bessent got, “Dibe ku bermîleke petrola xav dakeve 40-50 dolarî.” Bessent li ser hinartina petrola Îranê ya Çînê hişyariyek da û ragihand ku roja sêşemê li benda rêkarên nû bin û anî ziman: “Niha Îran di rewşeke wisa de ye ku ne dikare tiştekî hinarde bike û ne jî dikare tiştekî hawirde bike.” Çîn rojane 17,8 milyon bermîl petrol hawirde dike û 8 milyon bermîlan ji Îranê dikire.…
ZÎNDANA HEJMAR 5 A DIYARBEKIRÊ BEŞEK JI RABIRDÛYA ME YE!
Divê Zîndana Hejmar 5 bibe muzeyeka hafîzayê ya rastîn! Zîndana Hejmar 5 di dîroka nêzîk a…
Heyeta PSKyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Heyeta PSKyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku ji Serokê…
Ji Îngiltereyê welatperwerên kurd Bûrhan Namik Jaf û Jasîn Kaplan li Amedê serdana PWKyê kirin
Ji Îngiltereyê welatperwerên kurd Bûrhan Namik Jaf û Jasîn Kaplan li Amedê serdana PWKyê kirin Ji…
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Angaştên artêşê ne rast in
Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Şaxa Îlamê ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li ser sînorê Îlamê tîmek desteser kiriye ku ji 7 kesan pêk tê girêdayî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye lê partiyên Rojhilatê Kurdistanê got: “Hemû derew in û ti bingeha wan nîne.” Şaxa Îlamê ya Artêşa Pasdaran îro daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku wan 7 kes li ser sînorê Îlamê desteser kirine ku girêdayî yekê ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne. Li gorî daxuyaniyê, pêwendiya wan 7 kesan bi “fermandarekî” li derveyî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re hebûye. Hat angaştkirin ku ji bo encamdana “karên têkderane” li bajarên rojavayê welêt, alîkariya darayî ji wan re hatiye kirin. Artêşa Pasdaran angaşt kir ku piştî wan li ser çalakiyên wan agahî standine, dest bi operasyonekê kirine û di encamê de her 7 kes hatine desteserkirin. Her wiha hat gotin ku wan dest daniye ser hinek çek û teqemeniyan jî. “Ne rast e” Birêvebirê Ofîsa Pêwendiyan Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (HDKA) ê Hewlêrê Amanc Zîbayî, li ser daxuyaniya Artêşa Pasdaran ji Rûdawê re ragihand: “Ev nûçe bi temamî derew e û ti bingeha wê nîne. Ew kesên ku li gorî gotina wan hatine girtin, ti pêwendiya wan bi HDKA yan partiyên Rojhilatê Kurdistanê re nîne. Ev tenê ji bo tepisandin û bidarvekirina zêdetir a xelkê hincetek e.” Di heman demê de Birêvebirê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husênpenahî red kir ku ti endamê wan li navxweyî Rojhilatê Kurdistanê hatibe desteserkirin û ji Rûdawê re got: “Ti partiyê ji partiyên Rojhilat bi çekan li navxweyî Îranê çalakiyên bi wî rengî nakin ku Artêşa Pasdaran behs dike. Daxuyaniya Artêşa Pasdaran bêhtir dişibe propagandayê, ji bo ku bibêjin kontrola wan li ser rewşa niha ya welêt heye. Lê Îranê heta niha bi sedan kes bi van hincetan bi dar ve kirine ku pişt re eşkere bûye ku ew bê sûc bûn.” Tehran bi berdewamî partiyên Rojhilatê Kurdistanê tohmetbar dike ku hewl didin derbasî nav xaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibin da ku “aramî û ewlehiyê” têk bibin.…
Li Merîwanê navên tax û kolanan dibin bi Kurdî
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ev 15 sal in tabelayên hinek tax û kolanan tunebûn lê ev pirsgirêk îro tê çareserkirin û êdî navên tax û kolanan dibin bi Kurdî. Şaredariya Merîwanê tabelayên bi navên Kurdî li tax û kolanên bajêr dadileqîne. Li Merîwanê her ku diçe nifûs zêde dibe û jîngeha bajêr berfireh dibe lê ev 15 sal in kuçe û kolanên ku nû tên avakirin bê nav mane û ev rewş ji bo gelê bajêr bûye pirsgirêkeke mezin. Nebûna navnîşanên fermî, di jiyana rojane ya niştecihan de bûye sedema gelek astengan û xizmetên wekî radestkirina posteyan, anîna sîparîşên serhêl (online) û saloxdana navnîşanan jî bûne karên pir zehmet. Şêniyekî Merîwanê dijwariya rewşê anî zimên û pirsgirêkên ku hatine serê wî ji Rûdawê re gotin: “Gelek kes ji navenda bajêr dihatin vir. Ji ber navnîşaneke hêsan bi saetan diçûn û dihatin lê dîsa jî nedigihîştin wê navnîşanê.” Wekî beşek ji projeya ku ji aliyê encumena Şaredariya Merîwanê ve hatiye pêşniyarkirin û pejirandin, 750 tabelayên bi navên Kurdî û bi alfabeya Kurdî ji bo deh taxên nû hatin amadekirin. Hat ragihandin ku pêvajoya navlêkirinê di zivistana borî de hatiye pejirandin lê pêkanîna wê ji ber rewşa şer a li herêmê heta îsal hatiye bipaşxistin. Di encama xebatên ku ji aliyê yekîneya nûjenkirinê ya şaredariyê ve hatine meşandin de heta niha li şeş taxên nû yên bajêr tabela hatine danîn. Gel piştgiriyeke mezin dide Navlêkirina bi Kurdî ya hemû taxên nû ji aliyê gelê Merîwanê ve bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Şêniyekî din ê bajêr jî bi vî rengî qala kêfxweşiya xwe ya li ser vê pêngava şaredariyê kir: “15 sal in navê van cihan tunebû, wekî cihên vala bûn. Navlêkirina bi Kurdî ya kolan û avahiyan wekî hemû gelê me min jî pir kêfxweş dike.” Welatiyan diyar kir ku ew wan navên kolanên nû “pir xweşik û şîrîn” dibînin û spasiya rayedaran dikin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rûdawê ve hatine bidestxistin, plana şaredariyê ew e ku ji hefteya bê û bi şûn de navên hemû taxan li nexşeyên dîjîtal werin zêdekirin û entegreyî pergala Googleyê werin kirin.…
Semtner: Kontrlkirina çekan li Iraqê di berjewendiya Herêma Kurdsitanê jî de ye
Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Klemens Semtner ragihand ku Yekîtiya Ewropayê Herêma Kurdistanê wekî hevpareke pir…
Şengal için Bağdat formülü: Irak Cumhurbaşkanlığı komite kurdu
Şengal’in gelecekteki idari statüsüne ilişkin Bağdat’ta yeni bir girişim başlatıldığı bildirildi. Rûdaw ajansına konuşan ve adının açıklanmasını…
Suriye ‘kimyasal silahları’ imha etmeye başladı
Suriye BM Temsilcisi İbrahim Ulabi, dün (3 Eylül) New York’ta düzenlenen BM Güvenlik Konseyi toplantısında konuştu.…
Siyamend Efrin: DSG esirleri serbest bırakılıyor, Serekaniye’ye ikinci kafile yola çıkıyor
Rûdaw’a konuşan Efrin, Serekaniye’ye yapılacak ikinci toplu dönüş için hazırlıkların tamamlandığını söyledi. Efrin’in verdiği bilgiye göre,…
Tirkiyeyê navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxist
Medyayên Tirkiyeyê eşkere kiriye ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê navê Fermandarê Berê yê HSDê Mezlûm Ebdî…
DSG ağır silahlarını Şam’a devretmeye başladı
Demokratik Suriye Güçleri’nin (DSG) elindeki ağır silah ve askeri araçların Suriye hükümetine devredilmeye başlandığı bildirildi. DSG’nin…