Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Wednesday, January 23, 2019

Armancek hevbeş û Neteweyî Pêwîst e / Armanc çareserkirina “pirsa kurd” nîne, meşruiyeta dewletê firehkirin e… Îbrahîm GUÇLU

Kurdan hîn pêvajo û sîyaseta dewletê/hukumetê fahm nekirine. Gelo dê çawa sîyaseteke neteweyî bikarin tespît bikin?. Gelek eşkere ye ku Peymana Lozanê dubare dibe. Kurdên ji merkez û navenda dewletê dûrketine û reviyane, dewleta tirk dixwaze ku dîsa entegre bike û bi xwe ve girê bide. Divê kurd li hemberî projeya dewletê/hukumetê projeya xwe ya dewletbûnê û kêmtirîn  federebûna Kurdistanê derxin pêş.

Sîyaseta tê meşandin bes sîyaseta hukumetê nîn e, di heman dem de sîyaseta dewletê ye. Wek tê zanîn di destpêkê vê sîyaset û projeya tê meşandin, ji aliyê serokkomar Evdillah Gul de hat ser zimên. Evdillah Gul got ku “pirsa kurd, pirsa Tirkiyeyê ya yekemîn e û divê ji bona pirsa kurd gav bên avêtin.” Demek şûnda jî diyar kir ku “di qada pirsa kurd de tiştên baş dê biqewimin.” Pişt re serokwezîr berdewamîya sîyaset û daxuyanîya xwe ya Tebaxa 2005-an diyar kir, ku dê ji bona pirsa kurd projeyekê bimeşînin. Projeya xwe, di destpêkê de “vebûna kurd” bi nav kir. Piştî ku li hemberî vê terîfê gelek rexne hatin kirin, navê projeyê bû “vebûna demokratîk”. Minaqeşeya naveroka vê terîfê jî bû sedem, ku hukumet paşve gav bavêje û bibêje ku ev “Projeya Yekgirtî ya Neteweyî” ye.

Ev projeya, pêşiyê wek projeya hukumetê hat fahm kirin. Piştî civîna MGKê derket holê ku ev proje ya hukumetê nîn e, projeya dewletê ye. Ez bi xwe jî, ji serî de di wê nerînê de bûm, ku ev proje ya dewletê ye. Lewra pirsa kurd pirsa dewletê ye. Dema ku dewlet bi tevayî nexwaze ji bona pirsa kurd vekirinek bibe, projeyek çê nabe.

Armanca vê projeyê ew e, ku dewleta unîter, neteweyî, otorîter a tirk ji nûve ava bibe û sînorê meşrûîyeta dewletê fireh bibe. Firehkirina meşrûîyeta dewletê pirsa îro nîn e û girêdayî avayîya dewletê û qerektera dewletê bi xwe ye. Ji bona vê yeke, firehkirina sînorê dewletê pirseke 100 salî ye.

Dewleta tirk, dema ku ava bû, li ser mîrasa Împeratorîya Osmanî ava bû. Di destpêkê de bingeha wê ya rewa firehtir bû. Dema ku dewleta tirk ava bibe, divîya bû ku ji derveyî burokrasîya leşker û sivîl, piştgirîya gundîyan, bajarîyan, bûrjûwazî, oldaran û kurdan bigire. Ji bona vê jî aktorên damezrêner yên dewletê ji van aktoran re hurmetkar bûn. Lê piştî ku dewleta tirk ava bû, ev aktoran hemû hatin red kirin û înkara kurdan dest pê kir. Dewlet li ser bingeha neteweya tirk, ola îslamî, mezheba sunî, çîna bûrokrasîya sivîl û leşker, li ser îdeolojiyekê ava bû. Komara Tirkîye, bû dewleteke neteweyî, unîter, otorîter û faşîzan. Wê demê jî rewabûna wê gelek teng bû û  heta nema.

Li hemberî dewleta otorîter kurdan serî hilda. Oldaran, sosyalîst û lîberalan muxalefet li darxistin. Dewletê bi qetlîam û jenosîda kurdan û serkûpkirina muxalefeta civakî ya tirk dewlet ji nû ve ava kir. Kurd û muxalefet kişandin navendê.

Di sala 1946-an de, piştî Şerê Cîhanê yê 2-emîn, bi pêvajoya demokratîzekirinê û pirrpartîtîyê bûrjûwazî ji bona meşrûîyeta dewletê bi kar hat anîn. Kurdan jî xwe nêzikî partîya bûrjûwazîya lîberal kirin. Dema ku bûrjûwazî zor da paradîgmaya fermî ya dewletê, wê demê xwedîyê dewletê bi Darbeya leşkerî ya 27-ê Gulanê, dewlet xistin destê xwe û ji nû ve ava kirin.

Piştî darbeya leşkerî, dîsa bûrjûwazî û muxalefeta kurdan û muxalefeta çep/sosyalîst di nav deh salan de zor da meşrûîyeta dewletê. Wê demê jî di sala 1971-an de bi darbeyeke leşkerî ya din dewlet ji nû ve ava bû. Meşrûîyeta dewletê tengtir bû.

Piştî Darbeya leşkerî ya 1971-an Tevgera Kurd xurttir bû. Derket holê ku bi zor û kuştin û hepisê pêşiya tevgera kurd nayê girtin. Tevgera kurd ji bona ku ji hundir de teslîm bê girtin, dewletê di nav kurdan de xwe organîze kir. PKK wek aktorekî siyasî encama vê sîyasetê kete nav jîyana kurdan.

Lê dîsa jî pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê nehat girtin. Darbeya leşkerî di sala 1980-yî de pêk hat, dewlet di çarçoveya makezagona 1982-an de ji nû ve hat ava kirin.

Lê dîsa jî muxalefeta kurd li hemberî dewletê xurttir bû û qerektereke nû qezenç kir. Piştî Şerê Sar hemû dunya kete nav pêvajoyeke nû. Li hemû dunyayê guhertinên gelek radîqal pêk hatin: Yekîtiya Sovyetan û Yugoslavya hat rûxandin.  23-25 netewe bûn dewletên serbixwe. Hezar mixabin dewleta tirk wek dewleta dema Şerê Sar jîyana xwe domand.

Qonaxa ku Tirkîye û kurd  tê re derbas dibe, qonaxeke gelek hesas û girîng e. Dewleta tirk girêdayî guhertinên li dinyayê, guhertinên li Rojhilata Navîn û guhertinên li Başurê Kurdistanê nikare wek berê, bi paradîgmaya kevn ya ku sînorê meşrûîyeta wê teng dike, jîyana xwe bidomîne.  Dewleta tirk, dixwaze xwe ji nû ve ava bike. Di avakirina nû de enstrumana kurdî, enstrumana demokrasiyê û globalîzmê, statuya li Başurê Kurdistanê û Yekîtiya Ewrupayê bi kar tîne.

Bi kurtî diyar bikim, pirs demokratîzekirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsa kurd nîne. Pirs, ji nû ve avakirina dewletê ye û sînorê meşrûîyeta dewletê firehkirin e.

Partîyên kurd xwedîyê projeyeke hevbeş û neteweyî nîn in…

Ez dema li helwesta partîyên siyasî yên kurd, sîyasetvanên kurd û rewşenbîrên kurd  dinêrim, di despêkê de pirsgirêka tespît dikim ev e, ku pêvajoya li Tirkîye, pêvajoya pirsa neteweyî ya kurd û projeya dewletê/hukumetê nehatîye fahm kirin. Dema ku mirov û rêxistinek bûyerekê û tiştekî fahm neke, wê bûyerê dê çawa şîrove bike û çawa bikare helwest nîşan bide.

Partîyên siyasî yên kurd, rewşenbîr û sîyasetvanên kurd hewil didin ku ji projeya dewletê/hukumetê re piştgir bin û an jî li dij bin. Bi piranî jî ji bê çaretîyê ji projeya dewletê/hukumetê re piştgir in.

Ji bona ku pêvajo û projeya dewletê/hukumetê bê fahm kirin, divê partîyên siyasî yên kurd, sîyasetvan û rewşenbîrên kurd bi xwe hem xwedîyê projeyeke neteweyî û hem jî xwedîyê projeyeke hevbeş bin.

Partîyên siyasî yên kurd, rewşenbîr û sîyasetvanên kurd xwedîyê projeyeke neteweyî nîn in. Qesta min ji projeya neteweyî ew e, ku divê xwedîyê armanceke hevbeş bin û ji bona xwe û neteweya kurd statuyekê daxwaz bikin, ji bona neteweya kurd daxwazkarên dewleteke federal û konfederal û sebixwe bin.  Hezar mixabin partîyên siyasî yên kurd, xwedîyê armancên cihê û proja çareserîyê ne.

Dema ku em ji projeya partîyên siyasî yên kurd qal dikin, çend proje derdikevin pêşiya me. PKKê/DDPê, “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê” diparêze. Ji bona neteweya kurd tu statuyekê daxwaz nakin. Bes carna qala “xweseriya demokratîk” ya hûndir vala dike. Nûha jî dixwaze bi CHPê re partîyekê bi navê “Partîya Komarî ya Tirkiyeyê” ava bike.

Di nav gel de û ji aliyê dewletê de jî PKKê/HDPê mihatap tê girtin. Projeya PKKê/HDPê  û dewletê jî li hevûdu dikin.

Dewletê piştî salên 1974-an ji bona ku kurdên Bakurê Kurdistanê ji xeta serxwebûnê bikşîne merkeza dewletê û bi dewletê re entegre bike, bi rêya PKKê sîyaset û projeyek meşand. Piştî 35 salan jî di vê projeya xwe de bi serket.

Partîyên siyasî yên kurd yên ji derveyî PKKê/HDPê jî, di nav neteweya kurd de xwedîyê rolekî nîn in, mîsyona xwe yan qedandine û yan jî mîsyona xwe nikarine pêk bînin. Heta ez dikarim bibêjim ku ev partîyan nikarine endamên xwe jî temsîl bikin. Ji bona vê yekê ev partîyan ji bona neteweya kurd statuya federal jî daxwaz bikin, li hemberî projeya dewletê/hukumetê xwedîyê qîmetekê nîn in.

Bi giştî heger tiştek bê gotin, partîyên siyasî yên kurd duvik in û hem jî duvikên projeya dewletê/hukumetê ne. Ez helwesta partîyên me yên siyasî, dişibînim helwesta beşek partîyên Bakurê Kurdistanê ku ji bona demokrasiyê, li dijî Demîrel û hukumetên rast piştgirî didan Ecevît. Di encamê de derket holê ku Ecevît kesekî ji demokrasîyê dûr û dewletparêzekî hişk û kemalîst e.

Di vê merheleyê de jî partîyên me piştgirîya projeya dewletê/hukumetê dikin.

Heger bi giştî bê dîyar kirin, divê partîyên siyasî yên kurd, rewşenbîr û sîyasetvanên kurd di projeyeke neteweyî de li hevûdu bikin. Ev proje, ji bona neteweya kurd kêmtirin federasyonê daxwaz bike.

Kurd, helwesta filîstînîyan û neteweyên din yên dewletên xwe avakirine nîşan bidin. Pişt re jî, îradeyeke hevbeş çê bikin û li hemberî dewleta tirk bibin terefek.

“ Vekirina Demokratîk” dê çi encamê bide?

Projeya dewletê/hukumetê, dê sînorê meşrûîyeta dewletê fireh bike, qismî demokratîzebûnê pêk bîne, ji endametiya Tirkîye Yekîtiya Ewrupayê re derfet çê bike, îtibara Tirkîye ya navneteweyî zêde dike, neteweya kurd ji statuya desthilatdarî û serxwebûnê dûr bixe û nêzikî navenda dewletê bike û entegrasyonê jî xurt bike.

Piştî van guhertinan û encaman, ji bona Tirkîye û kurdan pêvajoyeke nû diyar dibe. Ev pêvajoya, bi awayekî nû dê nakokîya kurdan û tirkan derxe holê û awayên nû yên têkoşînê derxe pêş kurdan.

Ji bo vê pêvajoyê pêşniyar…

Divê kurd pêvajo û sîyaseta dewletê/hukumetê fahm bikin. Wê demê dikarin li hemberî projeya dewletê/hukumetê helwesteke neteweyî nîşan bidin. Gelek aşkere ye ku Peymana Lozanê dubare dibe. Kurdên ji merkez û navenda dewletê dûrketine û revîyane, dewleta tirk dixwaze ku dîsa entegre bike û bi xwe ve girê bide.

Divê kurd li hemberî projeya dewletê/hukumetê projeya xwe ya dewletbûnê û kêmtirin federebûna Kurdistanê derxine pêş.

Divê kurd wek min li rêzên jorîn jî qal kir, divê ji bona bibin xwedîyê projeyeke neteweyî û hevbeş, xebat bikin.  Li hemberî dewletê li projeya xwe xwedî derkevin.

 (ibrahimguclu@gmail.com)

Nerîna te