Almanya, Fransa û Îngilîstan ji Îranê re: Vegere ser maseya danûstandinan

Piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser tesîsên atomî yên Îranê, Almanya, Fransa û Îngilistanê bang li Îranê kirin ku vegere ser maseya danûstandinan.

Di daxuyaniya hevpar a Almanya, Fransa û ÃŽngilîstanê (E3) de hat gotin ku “Em bang li ÃŽranê dikin ku beÅŸdarî hevdîtinên li ser bernameya nukleerê bibe.”

Di daxuyaniyê de her wiha bang li Îranê hat kirin ku tiştekî ku aloziyê zêdetir bike neke.

Elmanya, Fransa û Îngilistanê pabendbûna xwe ya bi îstiqrar û aştiya navçê dûpat kirin û tekezî li ser giringiya xebatên dîplomatîk ji bo çareserkirina aloziyên li navçeyê kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku wan êrîşên esmanî li ser sê navendên navokî yên Îranê, Fordo, Natanz û Isfehanê pêk anîne.

Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê êrişên hewayî yên Amerîkayê li ser navendên wê yên navokî şermezar kir û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bi xemsarî û hevkariya di vê êrişê de tawanbar kir.

PiÅŸtî êrîşên Amerîkayê, Sipahê Pasdarên ÅžoreÅŸa ÃŽranê got, “Åžerê me niha dest pê kiriye” û piÅŸtî vê peyamê, ÃŽranê di du pêlan de zêdetirî 30 moÅŸekên balîstîk avêtin ÃŽsraîlê.

Ajansa Hawarçûnê ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Îranê yên sibeha Yekşemê 22ê Hezîranê de zêdetirî 20 sivîl birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e. (PK)

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *