Dîroka hevdem a Rojhilata Navîn tije rageşî û hevrikiyên nepenî ye lê senaryoya ku em îro di navbera Îran û Îsraîlê de dibînin, guhertineke bingehîn û xofdar e.
Şerê sîber û bikaranîna grûpên bi wekalet, cihê xwe daye pevçûneke rasterast û ragihandî ku tê de mûşek sînoran derbas dikin û paytextan dikin armanc.
Êrişa Îsraîlê li ser saziyên atomî yên Îranê û bersiva mûşekî ya Îranê, ne tenê binpêkirina xetên sor e lê zengê destpêkirina qonaxeke nû ya xwînawî ye ku encamên wê hemû herêmê, xasma jî Herêma Kurdistanê li xwe digire.
Tiştê ku vê qeyranê ji hevrikiyên berê cuda dike, xwezaya wê ya rasterast e. Kuştina generalên bilind û zanayên atomî yên Îranê, gurzeke stratejî û biçûkxistineke neteweyî ye ku Tehran mecbûrî bersivdaneke bêmînak kiriye.
Li hemberî vê yekê, Îsraîlê bi handana gelên Îranê ji bo serhildanê, armanca xwe ji tenê lêdana serbazî ji bo hewldana guhertina rejîmê berfirehtir kiriye.
Ev hevkêşe ku tê de mirovên sivîl ji her du aliyan dibin qurbanî û bangewazên navdewletî yên agirbestê tên paşguhxistin, wêneyeke reş a siberojeke tijî wêrankarî nîşan dide. Rewş ji kontrola dîplomasiyê derketiye û lojîka hêz û tolhildanê bûye biryardeya sereke.
Di rastiyê de, Herêma Kurdistanê ji ber cihê xwe yê cografî û siyasî yê hesas, di nîveka vê gergerînekê de ye. Metirsî piralî û cidî ne û dikarin di çend xalan de bêne kurtkirin:
Qada şer: Metirsiya herî mezin ew e ku erda Herêma Kurdistan û Îraqê bibe qada yekalîkirina hevrikiyan. Hebûna bingehên serbazî yên hevpeymanan û berjewendiyên cihêreng, Herêma Kurdistanê dike armanceke muhtemel a êrişên grûpên çekdar ên girêdayî Îranê, ev jî aramî û seqamgîriya navxweyî dixe metirsiyeke mezin.
Hilweşîna aborî: Şerekî di vê astê de, rasterast bandorê li ser debar û jiyana xelkê dike. Girtina deriyên sînorî yên bi Îranê re ku şademara bazirganî ya Herêma Kurdistanê ye û rawestana hilberîna biyanî û gefa li ser sektora petrolê, dikare aboriya Herêma Kurdistanê tûşî jiderbketineke dijwar bike.
Zexta siyasî ya dualî: Herêma Kurdistanê dikeve navbera du beraşan, ji aliyekî ve zexta Îranê û hevpeymanên wê, ji aliyekî din ve daxwazên Amerîka û Rojavayê. Parastina hevsengiyê di vê rewşê de hema hema karekî ne pêkan e û her bijardeyek dê baceke wê ya siyasî ya giran hebe.
Qeyrana mirovî ya nû: Nearamiya berfireh egera derketina pêleke nû ya koçberiyê ji herêmên din ên Îraqê yan jî tewra ji Îranê zêde dike ku bargiraniyeke mezin datîne ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Derfeta di nava qeyranê de
Tevî vê wêneya reş, di nav dilê qeyranan de her tim derfet jî xwe vedişêrin. Eger siyaseteke jîr were meşandin, dibe ku Herêma Kurdistanê bikare mifayê ji hin guherînan wergire:
Bilindbûna pêgeha stratejî: Di demekê de ku navçe diÅŸewite, Herêma Kurdistanê dikare wekî “giraveke aram” pêgeha xwe wekî hevbeÅŸeke cihê baweriya Rojavayê bihêztir bike. Ev jî dibe ku bibe sedema zêdebûna piÅŸtgiriya navdewletî ya siyasî û leÅŸkerî.
Kêmbûna hegemoniya Îranê: Eger Îran di vê cengê de tûşî zerereke mezin bibe û mijûlî pirsgirêkên xwe yên navxweyî û derveyî bibe, dibe ku hegemonî û zextên wê yên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê kêm bibin. Ev derfetekê derdixe pêş ku Herêma Kurdistanê henaseyeke siyasî bide û serbixwetir biryar bide.
Derfeta aborî ya mercdar: Bilindbûna nirxa petrolê li bazarên dinyayê, ger Herêma Kurdistanê bikaribe jêrxana xwe ya petrolê biparêze, dikare dahateke zêdetir ji bo xwe peyda bike lê ev girêdayî wê yekê ye ku kêlgehên petrolê nebin armanca êrişan.
Encam
Pirsa sereke ew e ka Herêma Kurdistanê çawa bi vê rewşa nû re tevdigere? Zelal û eşkera ye ku zererên muhtemel ji derfetên girîmankî yên li holê ne gelekî zêdetir û rasteqînetir in. Berjewendiya bilind a Herêma Kurdistanê ne di şer û arîşeyan de ye lê di aramî û seqamgîriya deverê de ye.
Li gorî vê nêrînê, erkê li ser milê serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye ku bi hemû jîrî û dîplomasiyê tevbigere. Siyaseta “bêlayeniya çalak” û xweparastina ji wê yekê ku bibe beÅŸek ji vê hevrikiyê, dibe stratejiya sereke. Divê Herêma Kurdistanê kar bike da ku deriyê wê yê gotûbêjê bi hemû aliyan re vekirî be û bibe faktoreke aramker, ne beÅŸek ji êgir.
Di dawiyê de, serkirdayetiya Kurdistanê bi ezmûneke dîrokî re rûbirû maye, gelo dikare keştiya Kurdistanê bi silametî ji vê babelîska siyasî derbas bike yan jî dê rê bide agirê şerekî ku ne şerê wê ye, wê bişewitîne!