ADALET

Teqez wê rojekê edalet ji her kesî re lazim bibe. Kes çiqas dewlemend be, çiqas xwedî hêz be, çiqas polîs û leşkerê wî/wê hebe, çiqas zalim be û wd. teqez wê pewîstîya wî/wê bi edaletê çêbibe. Di dîrokê de ev bi hezarê caran îspat bûye.

Di dîrokê de, bi hezaran mirovên zalim û bê edalet rêveberî kirine û dawîyê jî ceza bûne û li kirinê xwe poşman bûne hene. Hûn van nemirovana kêm zêde nasdikin. Ne pêwist e ez wan bi bîrbînim.

Ez dixwazim serpêhatîya axayekî, ji devê wî axayî, ji we re bi lêv bikim: ”Ez axayê eşîra xwe bûm. Li gundê me çemek diherikî. Li kêleka çem her malê ji xwe re cîyê cil şuştinê xirbeyek amade kiribûn. Xirbe mina heyvekê, bi işkeberê çêdikirin. Ji bo jinên kinc dişuştin, him star bû him jî ji bo agir talde bû. Keç û xortekî hev revandibûn û hatibûn ba min, xwe avêtibûn bextê min. Çend mehan li ba me man. Rojekê ku roja şuya me bû, meliyê min û wê bûka me çûn ba çem kinca bişon. Min merivek şand bangî maliyê xwe kir, bûk bi tenê li ba çem ma, ez jî di hêla din re çûm ba bûkê, min dest dirêjî wê kir. Xencer di destê min de ez bi ser wê de çûm ew jî bi paş ve çû û bi paşopê bi keviran de hilkişiya. Nigê wê şemitî û bi ser xencera min de ket û di cih de mir. Min ew dirêj kir û hatim malê ji kevanîya xwere got: `mêvan hatin, min ji bo mêvana bang we kir, lê mêvan nesekinîn çûn! Hûn karin herin kinca bişon! Gava ku çûn, nerîn bûk mirî ye! Min û her kesê gundî bi yek dengî me got: xwediyê keçika revandî ew kuştine! Lawik çend roja ma ew jî ji mala axê çû. Çend sal derbas bû, ez li hespa xwe suwar, tivinga min li millê min, diçûm gundê cîranê me; li pêşîya min dengê çekan hat, min dî du kes bi rev li gir zîvirîn, min dît ku merivek hatiye kuştin, gava ez çûm ser wî, bi sûcê ku min ew meriv kuştiye du leşker hatin û ez girtim. Min derxistin mahkemê, li ser şahidîya wan leşkeran bîstûçar sal ceza dan min. Le ez zanim ev ceza ne cezayê wî mirovê ku ez wî nasnakim û min ew nekuştibû. Ev ceza cezayê wê jinika ku xwe avêtibû bextê min û min îxanet pê re kir û ew kuşt bû. Zû an dereng, lê belê, teqez wê edalet bi cîh were.”

Di 15ê Tîrmehê de, li Tirkî derbeyek leşkerî ku bi ser neket pêk hat. Tu derbeyên leşkerî ku baş be û baş encam bide tune ye. Baş bu ku ew leşkerên xwediyê planên qirêj bi ser neketin. Lê divê rêveberiya dewletê bi edalet tevbigere. Mirovên bi derbeyê re têkilîya wan tune be, divê wan ji kar navêje, wan ceza û maxdûr neke. Divê ji mêzîna edaletê şaş nebin, ter û hişk hemî kesên dijberê  rêveberiyê ceza nekin.

Di hemî reveberîyan de revebir teqez heye, lê ku dijberê reveberîyê hebe, ew revebirî demoqratîk e. Divê serokwezîr û serokomar hemî dijberê xwe bi vê rêyê berteraf nekin û hemî muxalifan ceza nekin. Kesên derbekar, kesên alîkar û kesên ji wan hezdikin û kesên ji neçarî bi wan re têkildar bûne, divê ji hev bêne cuda kirin…

Demoqrasî, mafê mirovan, rêveberî, meclis û hilbijartin tev bi edaletê re têkildarin. Edalet hebe, ev hemi û hemî tiştên mirovî, exlaqî û ûjdanî wê hebe. Edalet tunebe, ev nirxên mirovî jî û jiyan jî wê tune be…

Ew kesên tirşikçî û ji zaliman re li çepikan didin ku lingê zaliman bişemite ew ji wan re dibin neyarên herî mezin.

Ew kesên ji SEDDAM re li çepika didan û digotin: “bi xwîn bi can em bi tere ne ey SEDDAM!” ku SEDDAM ket, bi şimika lingê xwe li pûtê SEDDAM didan.

Bê guman kêm zêde li gorî cihê herkesî wê ev were serê her zalimî. Wê zilm û zalim têk biçin. Wê edalet, mirovahî û rûmeta mirovahiyê bi ser keve.

Divê her kes li gorî cih û hêza xwe bi edalet tevbigere. Bê edaletî zilm e, edaleta dereng jî zilm e. Kesê zilmkar jî wê ceza xwe bibîne. Ku berî ceza xwe bibîne bimre jî di dadgeha mezin de ku dadwer û şahid Xwedayê mezin e wê ceza bibe..

Edaleta Xwedê teqez wê pêk were. Lê ji bo ku dunya jîndar bibe, dunya bibe bihuşt, divê edalet li vê dinyê pêk were. Lê mixabin ji ber nebûna edaletê mirovan dunya kirine dojeh,. Edalet bihuşt e, bê edaletî dojeh e…. 03 TEBAX 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir