74’mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê

Belçîka/Louvain- 18/01/2020

Bi pêşengîya PDK-Î, 74 salîya  damezrandina Komara Kurdîstanê hat pîrozkirin.

Partî u kesayetên Kurdīstanî yên her 5 parçeyên Kurdîstanê jî tevlî vê şahî û bîranînê bûn û bi coşek mezin ev  roj hat pîrozkirin.

Şahî, bi Sirûda Netewî “EY REQÎP” destpêkır û rûmet li  şehîdên Kurdīstanê hat girtin (1 dk.bêdengî.)

Pişt re Sîyasetvan , ronakbîr û zanyarê Kurdperwer birêz KAWA konjoktura cîhanê ya 1946’an û armanc û projeyên dewletên muqtedîr yên li heremê  raxist ber çavan. Damezrandina  Komara Mahabadê û ji navbirina komarê û sebebên wê jî hat şîrovekirin.

Kawa: Damezrandina komarê tenê bi serê xwe, wekî Milet li her 5 parçeyên Kurdîstanê hêvîyên miletê Kurd geş kir bi xwe bawerî û pêwistîya yekrêzîya milet jî derket holê..”

Tecrûbeya Komara Mahabadê û Şehîdên Qehreman û gotarên wan, ji bo Miletê Kurd, bûn wekî “manîfestoyek pîroz” û nexşerêyek dewletbûnê.

Piştre, grûba hunermenda derketin pêşberê temaşevanan û şahî û govend destpêkir.

Ber bi dawîbûna ahengê, xêrhatin û spasîya  beşdaran hat kirin, bîranîn û pîrozbahî bi dawî bû.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir