Divê şerê Ermenîstanê û Azerbaycanê kurdan parçe neke û kurd nebin piştgir…

Ev 6 roj in ku di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de şer dom dike.

Vî şerî bi destê kîjan dewletê dest pê kir, ew minaqeşeyek din e. Lê ew minaqeşeya ne girîng e. Lewra 28 sal in di navbera herdu dewletan de şer heye. Piştgirê vî şerî jî ji bona herdu terefan jî dîyar in.

Dewleta Tirk aşkere dibêje ku ez piştgirê Azerbaycanê me. Ew dibêjin ku “em du dewlet in, lê yek netew in.” Dema wusa be, tê wê wateyê ku qedere wan bi hev re girêdayî ne. Loma jî Dewleta Tirk, leşkerên Azerbeycanê perwerde kir. Dewleta Tirk çekên ku di vê merheleyê de qedera şer ji aliyê Azerbeycanê de guhertin, dane wan.

Hîç şik tune ye ku Rûsya piştgirê Ermenîstanê ye. Lê nûha bêdeng e. Sedema vê jî, di navbera Rûsyayê û Hikumeta Ermenîstanê de pirsgirêk hene. Hikûmeta Ermenîstanê xwe nêzikî Emerîka û Yekîtiya Ewrûpuyayê dibîne û bi wan re dixwaze ku pêwendîyên xwe xurt bike û bi wan re tîfaqa xwe pêş bixe. Bi helwestê jî bi Rûsyayê re xwediyê nekokiyê ye.  Fransa jî aşkere piştgiriya Ermenîstanê dike. Lê di sehayê de tiştekî bike tune ye.

PIRSGIRÊKE ERMENÎSTANÊ Û AZERBAYCANÊ Û PİRSGİREKÊN WEK WAN JI DEMA YEKÎTIYA SOVYETAN TÊN…

Pirsgirêka Ermenîstan û Azerbeycanê, pirsgirêkeke kevn e. Ev pirsgirêka, beşek ji siyaseta kolonyal ya Yekîtîya Sovyetan e. Yekîtîya Sovyetan xwest ku yek neteweyekî çê bikin. Bi taybetî jî Stalînê Gurcî, xwest ku vê yekê bike. Hemû neteweyên li Yekîtiya Sovyetan bike Rûs. Yek zimanekî çê bike. Bes herkes zimanê Rûsî qise bike. Hemû netewe û kêmnetewe bibin Rûs, ji holê rabin, asîmîle bibin. Loma jî di nav hemû neteweyan de tevlîhevîyek çêkir. Nakokiyeke xurt qewimand. Loma jî hemû komar û herêmên otonom ji sedî 20 Rus bi cî kir. Sîyaseta Rûsbûnê meşand. Kêmnetewe belav kirin.

Kurd parçe parçe kirin û kurd li 7 komaran belav kirin.

Dîyar e ku nûha pirsgirêk bes ya Ermenîstan û Azerbeycanê nîne. Li Ukraynayê, li Gûrcîstanê, li Qirimê, li gelek deverên din bûyerên derdikevin holê jî dîyar dikin ku pirsgirêk gelek zêde ne. Pirsgirêk kevn in.

Di bin desthilatdarî û bandora Rusyayê de, di  Komarê din de, pirsgirêke kurdan jî heye. Pirsgirêkeke gelek kevn e. Nûha ciyê lê şer dibe pirsa Kurdistana Sor heye.

DIVÊ KURD PARÇE NEBIN…

Em naxwazin ku însan û netewe hevdu qir bikin û hevdu bikûjın û şer bikin.


Loma jî divê em kurd naxwazin ku Ermenîstan û Azerbaycan şer bikin û di navbeyna wan de şer dom bike.


Lê şerê Ermenîstanê û Azerbaycanê, ji derveyî îradeya me kurdan derketîye û didomîne. Divê em daxwaz bikin ev şer û hemû şer, gorî heq û hiqûqê, edaletê, maf û azadîyên însanan û neteweyan û gor rastîya sosyolojîya welatan û neteweyan çareser bibin.

Ermenîstan û Azerbeycab mafên kurdan teslîm nakine. Lê herdu teref jî hewil didin ku kurd jî piştgirîya wan bikin. Lewra kurd him li Azerbeycanê û him jî li Ermenîstanê dijîne.

Kurd li Ermenîstanê miletekî kêmnetew e. Wisa di Azerbaycanê de jî kurd hene. Kurdên Ermenîstanê wekî hemwelatîyên Ermenîstanê tên hesabkirin. Gelek ji wan kurdan di şerî de şehîd ketine. Her wisa li Azerbaycanê jî kurd hene. Wekî dualî şer dikin. Wekî kurdên wê derê şerê birakujî heye! Kurdên herdu dewletan hevdu nas dikin. Lê di şer de şerê hev dikin. Hemwelatîyên wan welatan e, diçine şer. Di şerî de jî şehîd dikevin.

Lê kurdên her parçeyan û kurdên li dinyayê, nekevin nav vê şaşîyê!


Bi taybetî Ermenîstan hewil dide ku kurd piştgiriya wan bikin. Parlamenterên Ermenîstanê jî ew daxwaza xwe aşkere dîyar kirin.

Gelek kurd jî bi refleks û sedemên cî an piştirîya Ermenîstanê û an jî piştgirîya Azerbeycanê dikin. Ew helwesteke şaş e. Kurdan parçe dike.

Aşkere ye welatê me parçe bûye û wek netew em parçe bûne, em wê parçebûnê zêde nekin.


Di şerê Ermenîstanê û Azerbeycanê de tu berjewendiya kurdan tune ye. Loma divê em di şerê wan de nebin teref. Em wek neteweyên din xwedîyê dewlet, xwedîyê çek û teyaran jî nînin ku ji wan re bibin alîkar.

Em kurd divê ji xwe re bibin alîkar.

Em kurd ji mafên xwe re li Ermenîstanê û li Azrebeycanê bibin teref. Mafên xwe daxwaz bikin.

KURD BI TEVAYÎ ŞER NAXWAZIN…

Tê zanîn ku kurd bi tevayî dixwazin ku pirsa xwe ya neteweyî ya pîroz û mezin a sedsala 21an bir riya aşitî û bê şer çareser bikin. Dê çima ji şerê neteweyên din re bibin alîkar û ji şer re bibêje “erê”.

Berîya mafên herkesî û her neteweyekê, em kurd ji mafên xwe bê par in. Em dixwazin mafên xwe yê neteweyî qezenç bikin. Em kurd jî wek neteweyên din dixwazin bibin xwediyê dewleta xwe. Em kurd li welata xwe desthilatdar û serwer bin.


Herdu dewlet (Ermenîstan û Azerbeycan) dibêjin ku em ji bona mafên xwe şer dikin. Em mafparêz in. Baş e. Li ser saran û çavan mafparêzîya wan.


Derfeteke baş derketîye holê ku em ji van du dewletên mafparêz daxwaz bikin ku me kurdên li welatê xwe nehelînin û asîmîle nekin. Mafên kurdên wan yên îdarî, çandî, zimanî, perwerdeyî qebûl û teslîm bikin.

Ermenîstan ji kurdên êzîdî re nebêje ku “tu ne kurd î. Tu neteweyekî cûda yî.”


Divê em kurd dîsa ji Ermenîstanê daxwaz bikin dawî li îşgala Kurdistana Sor û axa kurdan bînin, kurd vegerin welatê xwe. Kurd welatê xwe bi desthilatdariya xwe birêve bibin.

Dîyarbekîr, 02. 10. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *